Necat Keskin
Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê
26 'ê Çileya 2015
Edebiyata gelêrî an jî wek carinan tê binavkirin 'edebiyata devkî' beşeke sereke ya folklorê tê hesibandin (Dorson 1972: Yıldırım &Pertev&Aslan 2013). Edebiyata gelêrî ku wek taybetmendiyên xwe yên anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê de bi nifşên nû re tê veguhastin, di çanda civakekê an jî heremekê de roleke gelekî bingehîn dilîze. Bi vî rengê xwe ji aliyekî ve rewşa civakê dide ber çavan û ji aliyên din ve jî fonksiyonekê di nav civakê de tîne cih. Bêguman li gor guhertinên şert û mercên jiyanê folklor û wek binbeşeke wê edebiyata gelêrî jî rastî guhertinan tê. Di heman demê de ji aliyê bikaranîn û fonksiyona hêmanên edebiyata gelêrî jî guherîn derdikevin meydanê. Ev guherîn dibe ku di ziman de, di 'gotin'ê bixwe de û di 'îcra'kirinê de were xuyakirin.
Îro her diçe ji aliyê teknolojî û her weha ji aliyê ragihandinê ve geşedanek berfireh çêdibe û ev yek jî bi xwe re hem ji aliyê xebat û hem jî ji aliyê bikaranîna encamên van xebatan de derfetên nû derdixîne meydanê. Ji aliyê xebatên folklorê ve jî ev pêşketin û geşedan gelekî girîng in. Hem ji bo agahdariya girseyan û di heman demê de jî ji bo xebatên folklorî û bikaranîna vegotinên gelêrî derfetên nû bi xwe re tîne. Di nav van derfetan de bikaranîn, 'pêşkêşkirin' û fonksiyonên 'nû' yên xebatên folklorî di çarçoveya nêrîna performansê de dikarin werin nirxandin. Her weha vegotinên edebiyata gelêrî ya kurdan jî di çarçoveya bikaranîn, 'pêşkêşkirin' û fonksiyonên nû de dikarin werin analîzkirin. Lê pêşî pewîste çend gotin li ser têkiliya edebiyata gelêrî û folklorê, cihê edebiyata gelêrî di nav teoriyên folklorê de bê gotin.[1]