Nivîkara kurd a ciwan Lîlav Îsa ku bi paşnavê xwe yê rast Ebdilrehman tê naskirin, di sala 01.01.2000'an de li bajarê #Kobani#yê ji dayîk bûye û niha di beşê Bijîşkî de dixwîne. Lîlav Îsa bi nivîska xwe ya ciwan di nava ciwanên kurd yên kobaniyê û Rojavayê Kurdistanê de naskirî ye.
Gava wê ya yekem a di şoreşa 19'ê Tîrmehê de, xwedî derketina li ser çand û zimanê kurdî bû û wê di destpêkê de her sê astên zimanê dayîkê bidawîkirin û tevahî bawernameyên xwe wergirtin. Beşên wêjeyê yên ku Lîlavê xwe tê de didît, helbest, çîrok, gotar û jînamên li ser jiyana şehîdan û şoreşgerên azadiyê bûn. Gava ku wê ya yekem a di warê wêjeyê de nivîsandina helbestan bû, ji ber ku wê ji şerê Rojava û bi taybet ji ya Kobanê zêdetir bandor bûbû, lewra nivîskara ciwan di 15.9.2015'an de dest bi nivîsandina helbestan kir, heya roja îro ew xwe di vê hunera xweşik û nazik de bêhtir dibîne û zêdetirî bi dehan gotarên wê di rojnameya dengê kurd de hatine weşandin. Her wiha ew di di gelek pêşbirkan de beşdarî bûye û bi ser ketiye.
Gava dawî jî min meraq kir ku pirtûkekê amade bike, lewra wê di sala 2017'an de dest bi lêkolîna li ser jiyana Şehîdên berxwedanê kir û jiyana wan berhema bi navê Manî û Maniya de komî li ser hev kir û di 21.07.2020'an de hat çap kirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev bi berhema wê ya yekem di qada wêjeyê de tê naskirin û ji aliyê Dîwaya Wêjeyê ya bakur û Rohilatê Sûriyayê û weşanxaneya Şilêrê ya bajarê Qamişlo ve hatiye çapkirin.
Vêga Lîlav Îsa xwendina Bijîşkiyê dixwîne û di bera jî helbest, çîrok û gotaran dinivîse.
[1]