Qesîm Etmanekî
Rojnamevan, Stenbol
“Geşedana Qozikdayîna Pênûsa Min bi Nivîsandinê re Bêguman #Şoreşa Rojava# ye!”
Aras Hiso
Piştî Bihara Erebî û şerê bi #DAIŞ#ê re, li Rojavayê #Kurdistan#ê Kurd li ser axa xwe bûn xwedî desthilatdar. Bûyerên ku li Rojava qewimîn helbet bi xwe re gelek tiştên erênî û neyênî jî anîn. Em dixwazin di vê hevpeyvînê de li ser tiştên erênî bisekinin û bala we bikşînin li ser serpêhatiya ciwanekî li bajerê Kobanî.
Li Rojava yek ji van tiştên erênî di nav #Wêjeya Kurdî# de pêkhat. Piştî alozî û şerê li Rojava çêbûn, di nav ciwanên Kurdan de berê berê hewleke edebî rû da. Gelek ciwanan berê xwe dan Kurdiyê û bi zimanê xwe wêjeyê afirandin, berheman çapkirin. Yek ji wan ciwan jî Aras Hiso ye ku ew xelqê bajarê #Kobani#yê ye.
Aras Hiso, helbestvan û nivîskarekî Kurd e, di sala 1996an de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanî ji dayîk bûye. Ew, ji sala 2012an ve mamostetiya Ziman û Wêjeya Kurdî li Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Dibistan, Peymangeh û Akademiyê kiriye û niha jî di Zanîngeha Kobanî de mamostetiya Wêjeya Kurdî dike. Her wiha di heman zanîngehê de mastira Ziman û Wêjeya Kurdî dixwîne.
Hiso, ji ber mijûlbûyîn û behremendiya xwe ya bi wêjeyê re hejmarek çîrok, pexşan û helbest nivîsandiye û ew di kovarên mîna Pênûsa Ziman, Şermola û Sîwanê de hatine weşandin. Berhemên wî ên ku heta niha hatine çapkirin; Ji Qehra Guliyên Te (Helbest, Weşanên HRRK, Qamişlo 2019), Çirûskek ji berxwedana Kobanî (Çîrok, Hevbeş, W. Şilêr, Qamişlo 2016 û W. Aryen a li Bakurê Kurdistanê, 2017) û Rodî û Perwîn (Helbest û pexşan, Hevbeş, Qamişlo, W. Şilêr, 2020) in. Her wiha Hiso da zanîn ku berhemeke wî a kurteçîrokan ya bi navê ‘’Xwelî’’ ji aliyê Weşanên Ava ve li ber çapê ye.
Hêjayê gotinê ye ku Hiso, sala par di pêşbirka helbesta ya ciwanan a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de xelata helbestê ya yekemîn wergirt û wî gelek caran jî beşdarî festîvalên wêjeyî yên mîna Viyan Amara û Osman Sebrî kiriye.
Em di vê hevpeyvînê de li ser nivîsandina berhemên wêjeyî, çavkaniyên afirandina wan, girîngiya bajarê Kobaniyê û gelek mijarên din bi Aras Hiso re axivîn.
Ez dixwazim pêşî ji vê pirsê dest pê bikim; têkiliya te çawa bi nivîsîna berhemên wêjeyî çêbû, gelo çi di jiyana te de qewimî ku te dest bi nivîsînê kir?
Destpêkê ez destxweşiyê ji bo cenabê te dikim, ji bo vê hevpeyvînê. Geşedanên qozikdayîna pênûsa min bi nivîsandinê re bêguman sedema wê ya sereke şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ji xwe hûn jî dizanin şoreşa Rojavayê Kurdistanê çi ji aliyê siyasî, civakî û zihnî ve û çi jî ji aliyê çandî û wêjeyî ve bandoreke mezin çê kir. Yek ji wan destkeftiyan Saziya Zimanê Kurdî di salên 2012an û şûn ve dest bi vekirina kursên zimanê Kurdî kir û ji wir û şûn ve êdî pêlên vekirina sazî û dezgehên saziyên zimanê Kurdî li hemû bajar û gundewarên Rojavayê Kurdistanê re hate destpêkirin.
Ji aliyekî din ve gava ku êdî dor li bajarê min Kobaniyê hate tengkirin, çiku wê demê hemû saziyên dewletê ji bajarên Rojavayê hatin derxistin, ew jî bû sedem ku ez nekaribim xwendina xwe berdewam bikim. Lê bi xêra vê şoreşê min karibû hem xwe li ser zimanê dayîkê perwerde û kûrtir bikim, hem jî bikaribim bi wî temenê biçûk de dest bi fêrkirina zimanê Kurdî bikim.
Di warê nivîsînê de jî, sebeba herî destpêkê xwendin bû. Min gelek ji xwendina pirtûkan hez dikir û min gelek caran metnên roman, helbest û çîrokan bi xwendekarên xwe re parve dikirin. Ji hukmê xwendina pir ya pirtûkan re ew hewesekariya nivîsandinê li gel min dest pê kir. Lewma jî min ji nivîsandina helbest, pexşan û tekstên biçûk dest bi nivîsandinê kir, tevî ku min bi rêzik û qalibên nivîsandinê nedizanî, lê bi xêra xwendina pirtûkan ew warê nivîsandinê di serê min de roj bi roj mezintir dibû.
Di her karê hunerî de bêguman bandora kesayetên berê çi kêm çi zêde çêdibin, gelo wêjeya ku tu diafirînî de tesîra nivîskarên Kurd an ên biyaniyan heye an na?
Ev mesela bandorbûyînê jî bêguman li ser mirovan, nivîskar û hunermendan çêdibin. Di warê helbestê de bandora helbestvanên mîna Rênas Jiyan, Ehmedê Huseyînî û Arjen Arî bêhtir li ser berhemên min hebûn, çiku wan helbestên gelekî hêja bi teknîkên ciyawaz dinivîsandin. Di warê roman û çîrokan de jî nivîskarên mîna Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Helîm Yûsiv bêhtir bandora wan li ser xwendekariya min heye, çiku ez dikarim bêjim bi rastî em bi berhemên van nivîskaran xwedî û mezin bûn û hîn jî pê mezin dibin.
Ji bo nivîskarên biyanî jî bi rastî ez nikarim bêjim heta çi radeya bandora wan li ser berhemên min hebûn an na, lê ez dikarim bêjim berhemên ku herî pir min ji wan hez dikir û dixwendin yên nivîskarên mîna Kafka, Gogol û Çehov bûn.
Meriv bi rihetî dikare bibêje ku Hawar û Ronahî û ekolên ku li Suriyê derketin li ser wêjeya Kurdiya Kurmancî bandoreke mezin çêkirin, tu wek nivîskarekî Kurd vê mijarê çawa dinirxînî? Gelo li ser wêjeya ku tu jî diafirînî bandorek wan heye an na?
Helbet ev du metodên sereke ne ku îro di qada Wêjeya Kurdî de em xwe pê dibînin û mîna gencîne û çavkaniyekê ne ji wêjeya nûjen a Kurdî re. Hawar û Ronahî di dewra xwe de bi riya nivîskarên mîna Celadet Bedirxan, Kamîran Bediran, Qedrî Can, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û gelek nivîskarên din bi serê xwe şoreşek li dar xistin ku em îro bi saya wê şoreşê pişta xwe pê germ dikin. Bi rastî ez nikarim bêjim ku bi awayekî yekser ew bandor li ser tekst, nivîs an afrêneriya min heye yan na, lê ez dikarim bêjim ku bi awayekî rasterast di warê dersên me yên wêjeyî de her demê lê vedigerin û ji xwe re mîna lêvegere wêjeyî, çandî û zanyarî didît. Gava ku me dest bi mastira xwe ya Ziman û Wêjeya Kurdî di Zanîngeha Kobaniyê dikir, ku hîna jî berdewam lê dixwînin, em her demê Hawar, Ronahiyê û heta bi Rojnameya Kurdistanê û gelekên din lê vedigeriyan, çiku ev xwendin di lêkolînên me yên wêjeyî de lazim bûn. Lewma dikarim bêjim bandorbûyîna wê bêhtir di aliyê xwendin û lêkolîneriyê de ye.
“Miştenûr ji bo Hemû Kobaniyan Cihekî Pîroz e”
Bêguman ji bo nivîskaran kaniyên afirandina berhemên wêjeyî gelekî girîng in. Di vê mijarê de dixwazim rola Kobanî û bi taybetî jî girîngiya Miştenûrê(di çend helbestên te de min vê navê bihîstibû, ji ber vê min xwest vê jî bipirsim) bo te bizanibim?
War û axa ku mirov lê dijî bêguman ew ê bandorê ne li nivîsên wî, ew ê bandorê li jiyan û pêşeroja wî jî bike. Kobanî û ew kolanên ku lê mezin bûmê, bêguman di binhişê min de mîna taployekê ku qet li ser sawîrên min naçe. Ez bawer im ev yek bo hemû nivîskarên Kurd wiha ye, jîngeha ku nivîskar lê mezin dibe, xwe di hundirê metnên wî de jî dide der. Miştenûr, ne tenê ji bo min, ji bo hemû Kobaniyan jî cihekî pîroz e; ya yekem ew cihekî bilind e ku hemû bajar li ser tê xûyakirin û berê li wir darek hebû hemû xelkên Kobaniyê diçûn benek bi wê darê de girêdidan da ku Xwedê mirazên wan pêk bîne, lewma mîna ziyaretgehê bû. Ya duyem jî gava ku di sala 2014an de çeteyên DAIŞê li dora Kobaniyê bûne girêk, wê hingê Miştenûr bû stargeh ji şervanên YPG û YPJê re, me jî ji dûr ve dişopand ku çawa dûman li bilindahiyê Miştenûrê radibû, ji wê zêdetir ji ber ku şervana YPJê Arîn Mîrkan di 5ê Mijdara 2014an de xwe di nava rûçikê çeteyan de teqand, hingê ew ax û Miştenûra ku bi xwîn û cesedê wê re têkilhev bû, pîroz ma. Di bajarekî ku mirov lê mezin bibe zêdetir, bajarekî bi şer, ceng, tunebûn, birçîbûn, azarî û bêhn axê têkilhev bûbe, ew ê bêguman li ser rûpelan were meydandin û bibe çavkaniya afrêneriya mirovî.
Cenabê te jî dizane ku ji Seydayê Xanî heta dema ku em îro dijîn, bazara Kurdî (nexasim a Kurmancî) her kesat e, gelo fikrekê te yê cuda hebû ku tu ji xeynî Kurdî bi zimaneke biyanî jî binivîsînî, bo mînak zimanê Erebî?
Te anî bîra min ku ez bibêjim, ji xwe serdema klasîk qonaxekî gelek berfireh di Wêjeya Kurdî de digire, ji wan helbestkar û rewşenbîrên mîna Cizîrî, Xanî û Feqî jî bi helbestên xwe bandoreke gelek mezin li min kirin. Lewma ew beyta Cizîrî ya navdar ku tê de dibêje, ‘’Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu bixwazî, wer şiîrê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet’’ yanî ew zimanê xweş û şîrîn çima em jê dûr bikevin û bi zimanekî din binivîsîn, madem zimanê Kurdî heye û ne kêmî zimanên din e, gelo sebeb bindestiya me Kurdan e? Bi rastî ez ne li dijî zimanên din im, hinekî nivîskarên kurd li rex zimanê Kurdî bi zimanê din yê mîna erebî û tirkî dinivîsin, lê zimanê xwe di asta pêşîn de dibînin. Hinek nivîskarên me Kurdan jî hene, tew bi Kurdî jî nizanin. Mixabin ev yek li gel me Kurdan hîna bi nakok e.
Tu fikrên min tune ku zimanekî din binivîsim, divê ku ez li xwe mikûr werim, dibe ku zimanê pêşîn ku ez pê mezin bûme û nivîsandiye Kurdî(Kurmancî) ye, lewma fikreke wisa neyê min e, di heman demê ew şansê min e ku ez pê kêfxweş dibim û zimanê pê mezin bûme Kurdî ye. Ji ber ku îro gelek hevalên min hene bi zimanê Erebî dest bi jiyan û xwendinê kirin, gava ku tên ser zimanê Erebî di warê têgihiştin û nivîsandinê gelek astengiyan dikşînin. Helbet ev nerîna min e, ez ji aliyê xwe ve wiha dibînim. Serê pêşîn zimanê mirov, hingê zimanên din tê.
“Em ê li Rojava Tiştên Xweşiktir Bikin”
Ez wek xwendevanekî Wêjeya Kurdî vê tiştî meraq dikim; gelo em gelê me yê Bakurî dê bikaribin di siberojê de berhemên ku te afirandine li vê parçeyê welatê xwe jî bixwînin, gelo dê derfet hebe ku tu berhemên xwe li Bakur jî çap bikî? An jî hêvî û daxwazeke te yê wisa heye?
Bi rastî destpêkê dixwazim bêjim, ez bi xwe hîn nivîskarekî ciwan û hîn di destpêka temenê nivîskariyê de me û hez dikim ew hewesekariya nivîsandinê li gel min mezintir bibe, çima nebe ez jî bibim nivîskarekî di qada Wêjeya Kurdî û heta bi cîhanê de werim naskirin, lê qewla bav û kalan her tişt bi sebrê pêkan e. Ger Xwedê bike dixwazim berhemên min li parçeyê Bakur û yên din jî were belav kirin, di heman demê de ji bo ku têkilî di navbera nivîskarên Rojava û yên Bakurê Kuristanê û heta bi parçeyên din de geş û xurt bike. Ji xwe ev hewldan hene jî, ku di navbera me û nivîskarên Bakur û heta Başûr de carinan çêdibe. Her wiha berhemeke me ya hevbeş a kurteçîrokan ku min û çend hevalên xwe bi hev re bi navê ‘’Çirûskek ji berxwedana Kobanê’’ ji nav Weşanên Aryen li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye belav bû. Ger ev aloziya bi ser serê me li Rojavayê Kurdistanê rabe, em ê gelek tiştên xweştir bikin.
Dawiya hevpeyvînê de dixwazim vê jî ji te bipirsim; piştî berhemên ku te çap kirin, di demekê nêzîk de, dê berhemeke nû jî bigihije xwîneran?
Ji xwe niha li kêleka xwendina xwe ya mastirê, ez li ser berhemeke kurteçîrokan dixebitim ku ew jî qala bûyer, derbiderî, rûdan û êşên Rojavayê Kurdistanê dike, ger ew xelas bibe û Xwedê bike qismet ez ê biweşînim.
Ji bo vê hevpeyvînê sipasiya cenabê te dikim.
Ez jî gelek spasiya te dikim, tu her hebî.[1]