#Qedrîcan#, di sala 1911yan de li Dêrika #Çiyayê Mazî# ya Mêrdînê ji dayik bûye. Navê wî yê rast ku li nasnameyê hatiye qeydkirin ‘#Evdilqadir Ezîz Can#’ e. Navê Bavê wî Cano, diya wî Alya ye 5 bira û xweşkeke wî hene. Ew ji malbata Caferî ji eşîra Rûtan e. Bavê wî Cano, li Dêrikê tucar bûye û xwedî hişmendiyeke pêşketî bûye. Ji ber vê yekê jî hemû zarokên xwe daye xwendin.
Qedrîcan, dibistana seretayî li Dêrikê û ya navîn li Amedê xwendi ye. Piştî vê ligel hevalê xwe Reşoyê Dêrikî(Reşîdê Kurd) Lîseya Dibistana Mamostetî ya Qonyayê qezenç dike. Qedrîcanê ku ligel Reşîd li Qonyayê dibistana mamostetiyê dixwîne, hêj di wê heyamê de helbest û çîrokên Kurdî dinivîse û li ser dîroka Kurdan lêkolînan dike. Di betlaneya havînê de tê Dêrikê, ciwanên navçeyê dide dora xwe û li baxçeyê bavê xwe perwerdeya rêziman û dîroka Kurdî dide ciwanan.
Di pola 2yem de ku hêj dibistan neqediyaye, ligel Reşîdê Kurd bi sûcê “dabeşkarî û cudaxwaziya welêt” tên girtin.
Piştî ji girtîgehê derdikeve ligel hevalê xwe dixwazin ku li dibistana xwe dewam bikin, lê belê him rêveberiya dibistanê û him jî ji ber fişara xwendekarên nijadperest nikarin ku perwerdeya xwe bidomînin.
Derbarê wî û hevalê wî Reşît de bi dehan doz tên vekirin û dîsa biryara girtina wan tê dayin. Ji ber vê yekê jî mecbûr dimînin ku Tirkiyê û xaka bav û kalê xwe biterikîne.
Ew û hevalê xwe Reşît biryarê didin ku bi awayekî qaçaxî derbasî binxetê ango Sûriyê bibin. Lê di dema rêwîtiyê de rastî komeke eşqiyayên Kurd tên. Koma eşqiya wan dişêlîne, pirtûk û nivîsên wan jî dişewitîne. Ev bûyer, li ser jiyana wan a Kurdewarî tesîreke mezin çêdike û wan ji rê û doza wan nake. Qedrîcan, vê bûyerê weke ji ber nexwendîbûn û cahîltiya wan dinirxîne.
Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, li Tirkiyeyê gelek rewşenbîrên Kurd tên girtin û gelek jî mecbûr dimînin ku derbasî binxetê bibin.
Qedrîcan, ligel Reşîdê Kurd, di sala 1931an de diçe Sûriyê mala Haco Axa. Piştre jî bi pêwendiya Haco Axa bi Qedrî, Ekrem Cemîl Paşa û Bedirxan re, bi nivîskarên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûrettîn Zaza, Şahîn Bozan û Memdûh Selîm Beg re têkiliyê datîne.
Li Sûriyê ewil, salekê li bajarê Selemiyê li ber destê Ehmed Wesfî Zekeriya dixwîne û pê re hînî zimanê Erebî dibe.. Piştî ku xwendina xwe qedandiye li bajarên Antakya, Serê Kaniyê, Hûmûs û Şamê mamostetî kiri ye. Dema ku li Antakyayê mamostetî dikir, bi keça memûrekî Stenbolî Nîlufer xanimê re dizewice. Ji vê zewacê jî bi navê Mizgîn, Serwer û Şêrîn 2 kur û keçeke wî xwedê dide.
Di sala 1932an de, hatiye Paytextê Sûriyê Şamê û tevî kerwanê “Komeleya Xoybûnê” dibe. Wek mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Beg, Cemîl Paşa, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mistefa Bozan Şahîn, Haco Axa, Mistefa Ehmed Botî re xwe berdide nav karê kurdewariyê, nivîsandin û rewşenbîriya Kurdî..
Di 15ê gulana 1932an de ligel Mîr Celadet Bedirxan, birayê wî Dr. Kamûran Bedirxan, gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd kovara HAWAR’ê ava dikin. Qedrîcanê Dêrikî, bêguman mîrê helbesta Kurdî û pêşêngê helbesta Kurdî ya nûjen e. Helbestên wî gelekî bedew, pêşketî û nûjen in. Qedrîcanê ku yek ji damezirînerê kovarên HAWAR(1932-1951), ROJA NÛ(1943-1946) û RONAHI’yê(1932-1951) ye, gelek salan bi helbest û berhemên xwe ev kovar xemilandiye.. Ew helbestvan, çîroknivîs û wergêr e. Qedrîcan, çi di helbestên xwe de û çi di pexşanên xwe de wî zimanekî xurû kurdî û resen bikar aniye û neketiye bin bandora zimanê tirkî û erebî de. Wî ziman rast û durist bikaranî ye.
Di heyama ku Misir û Sûriye dibin yek, Qedrîcan di Wezareta Perwerdê ya Sûriyê de wek memûrekî payebilind wezîfe dikir. Di vê heyamê de rejîma zordest tê ser kar û wekî gelek rewşenbîr û nîvskarên Kurd, wî jî digre û diavêje girtîgehê. Bi salan li girtîgehê rastî zilm û zordariyê tê û ji karê xwe jî tê derxistin. Gelek pirtûkên wî ku hatine weşandin ji aliyê rejîmê ve hatine berhevkirin, tune kirin û ev kitêb û nivîs hêj wendayî ne.
Qedrîcan ne tenê helbestvan, çîroknivîs û wergêr bû, ew mîna mirovekî xebatkar, ramyar, rewşenbîr û polîtîkavan bû.
Qedrîcan, di Tîrmeha sala 1957an de ligel komeke ciwanên Kurd, wek delegasyona Sûriyê beşdarî “Festîvala Ciwanên Sosyalîst ên Navneteweyî ya Sowyetan a Moskowayê” dibe. Li ser rê di keştiyê de helbesta bi navê “Ez Diçim Mosko” dinivîse. Tirkiye, Iraq û Îran di serî de ji gelek welatan rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedar beşdarî festîvalê dibin. Li Sowyet Rûsyayê bi rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û biyanî re têkildar dibe û ji wan re behsa merselaya Kurd û çareseriya vê pirsgirêkê dike. Li Moskowayê, serdana Profesor Qanatê Kurdo dike û li mala wî dibe mêvan. Her wiha, serdana Mele Mistefa Barzaniyê nemir dike û 3 rojan li mala wî dibe mêvan, li wir helbesta xwe ya bi navê (Serdarê Kurdan Berzanî), jêre xwendiye. Her wiha, li Moskowayê bi siyasetmedarê Kurd Mam Celal Telabanî, Doktor Qasimlo û hunermend Homer Dizeyî re jî hevdîtinê dike.
Di sala 1958an de piştî vegera Berzaniyê nemir a Bexdayê, careka din diçe serdana wî û li Bexdayê Mele Mistefa Barzanî ziyaret dike. Di wê serdanê de, helbesta xwe ya bi navê (Şêr hat welat) jê re xwendî ye. Paşê ew helbest di kovara ‘Hêwa’ û ‘Azadî’ de hatiye weşandin.
ŞÊR HAT WELAT
Mizgîn.. mizgîn.. gelî Kurdan
Roja Kurdistan helat..
Barzanî hate niştiman,
şêr hat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
çayê Zagros bê deng mabû,
Baxçe û bax bê reng mabû,
Ew meydana bê ceng mabû,
Roja Kurdistanê helat..
şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Ne xuyabû ji çend salan,
Ji bona derdê niştiman,
çû bû digerya, li derman
Roja Kurdistanê helat..
şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Mijde ji bo dar û beran
Deşt û newal li her deran
Roja Kurdistanê helat..
şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Li îraqê, Kurd û Ereb,
Azad bûne ji nîrê Xerb..
Li ser yek rê.. li ser yek derb
Roja Kurdistanê helat..
şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Dema ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de li Şamê diçe ber dilovaniya Xwedê, Qedrîcan vê helbestê li ser kêla ber serê wî û kalê wî mîr Bedirxan dinivîse:
Mîrê kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê, zindîye
Navê wî ebedîye
15/7/1951
Qedrîcan, herî zêde bi çîrok û helbestên kurdî û wergera Kurdî ya berhem û pirtûkên ku bi zimanê biyanî hatine nivîsîn, tê naskirin. Wî pirtûka nivîskarê Rûs ya George Gırıgiri Petrov a bi navê “LI WELATÊ ZENBEQAN” “ZAMBAKLAR ÜLKESİNDE” wergerandiye zimanê Kurdî û Erebî. Piştî vê wergerê wî gelek pirtûk û berhemên din jî bo kurdî wergerandi ye. Her wiha, helbesta Qedrîcan ya bi navê “Ez Diçim Mosko” di rojên “Festîvala Ciwanên Sosyalîst ên Navneteweyî ya Moskowayê” de xelata helbesta herî serkeftî ya zimanê nûjen distîne û ji aliyê rojnameya Rûsî ya ‘İzveztîa’ yê bi zimanê Rûsî tê weşandin.
EZ DIÇIM MOSKO
Siwarê keştîyê bûm
Tevî pencsed hevalî
Her yek ji wan ji min bêtir
Hinek ji wan Erebin,
Hinek jê Çerkez
Hinek Kurd in
Hinek Ermenî nin
Lê hemu yek ziman û yek
Zimanê dostanî û aşitî
Weke bira, em diçin Mosko
Helbesta wî ya bi navê “Barzanî” jî ji aliyê wergêrên Fransî bo Fransî hat wergerandin. Di antolojiya Nîna Alîbegova ya bi navê Helbestvanên Rojava de jî gelek helbest û nivîsên Qedrîcan bo Rûsî hat tercûmekirin û weşandin.
Piraniya nivîsên wî di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin wek: (Hawar, Ronahî û Roja Nû), belav bûne. Çend helbest li Iraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav bûne.
Ji bilî çîrok û helbestan, gelek gotarên wî di kovara (Hawar, Ronahî û Roja nû) de hene. Ji wan; “Gundê Nû Ava”, di Hawar hejmara 2an de, “Silêman Bedirxan” di hejmara 3an de, “Gelo ne wisa ne” di hejmara 10î de, “Bihara Dêrikê” “Şîna Xalê min” “Inqîlaba sor, Yaney serkewtin” û hwd….
Navê hin helbestên wî evin;” Cegerxwîn, Barzanî, Begê Axir zeman, Di şorezaregê de, Gula Sor, Perde, Dadê, Tabûta Bi Xwînê, Karwanê me, Hesinker, Ez diçim Mosko, Cejna Oktoberê, Çardeyê Gelawêjê, Berdêlk, Şîn, Dêrika Çiyayê Mazî…hwd”
Qedrîcan, hêj li Dêrikê bû li nav rezê zeytûnan ê bavê xwe ‘Cano’ darên gûla jî digihand û helbesta xwe ya bi navê “GULA SOR” jî li wir nivîsî ye. Helbesta wî ya “GULA SOR” ji aliyê hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco ve hatiye bestekirin û bûye stran. Wekî Ciwan Haco, hunermend Temo, Hakan Can, Braderê Mûsikî û gelek hunermendên kurd helbestên Qedrîcan kirine stran û di albûmên xwe de cîh daninê. Wek mînak, Hakan can helbesta “Ax Welato” Brader helbesta “Ez mêvanê dilê te me” Hunermend Temo helbesta “Dêrika Çiyayê Mazî” dîsa Ciwan Haco helbesta “Perde” kirine stran.
Qedrîcan, di nav salên (1959-1961)an de hatiye girtin û di zindana Mezê de li Şamê çend salan girtî ma ye.
Qedrîcan, dema li Sûriyê bû fahm dike ku wê bê girtin, gelek berhem û pirtûkên xwe yê çapkirî û neçapkirî teslîmî cîranê xwe yên jin û mêrên extiyar dike. Piştî çend salan ji girtîgehê derdikeve û diçe serdana wan jin û mêran ku emanetê xwe teslîm bigre. Dipirse ku jin û mêr mirine, xaniyê wan xira bûye û pirtûk jî wenda ne. Him rejîma zordest a Sûriyê pirtûkên wî tune kirine û him jî bê şansiyê tu carî dest jî wî berneda ne. Ji ber vê yekê jî gelek berhemên wî hêj jî wenda ne.
Ew gelek salan ji welatê xwe ji dê, bav û birayê xwe ji xaka xwe dûr li sirgûniyê jiyaye. Wî li ser hesreta navçeya xwe Dêrikê, Helbetsa bi navê Dêrika Çiyayê Mazî nivîsî ye.
DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ
Dêrika Çîyayê Mazî
Welat ê bav û kala
Lê sed hawar û gazî
Jê dur ketim çend salê
Ez li wê hatim dinyê
Wê dergûşê hejandim
Hey wax mala minê
Dujmina jê revandim
Perçakê ji buhiştê
Stêrka zêrîn welat
Îro dest nagehiştê
Ax û keser ji dil hat
Bax û baxçê bê hejmar
Cî bi cî merg û zevî
Li her derê av ên sar
Ji kanîya tê dizê
Xwezî vê cara jî min
Serê xabê bi dîta
Bila ruhustîn canê min
Hingî ji xwe re bistenda
Mixabin ji wî re bû hesret û ew careke din li bajarê xortanî û evîna xwe li Dêrika Çiyayê Mazî venegeriya, ev derfet çênebû.
Qedrîcan, roj û salên xwe yê dawîn ê jiyana xwe li bajarê Şamê derbas dikirin. Ew di 9ê Tebaxa sala 1972an de li Şamê li taxa Kurdan çûye ber dilovaniya Xwedê. Malbat û birayên wî dixwazin ku wî li xaka bav û kalan li Dêrika Çiyayê Mazî binax bikin lê ji ber qedexe û qanûnên wê heyamê yên Tirkiyê daxwaza wan bicih nayê. Bi beşdariya bi hezaran kesî ew li goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî ya Şamê tê binaxkirin.
Ew ji aliyê Seydayê Cegerxwîn jî gelekî dihat hezkirin. Seydayê Cegerxwîn, di salên sirgûnê ya Qedrîcan de bi salan jê re rêhevaltî kir û ji ber wefata wî gelekî xemgîn bû. Seydayê Cegerxwîn, ji bo Qedrîcan helbesta bi navê “Ji Qedrîcan re” nivîsî.
Her wiha, Osman Sebrî ev çend gotinên wek helbestekê li ser kêla ber serê wî nivîsandiye. Hin kes jî dibêjin ku ev nivîsandin a Yûsiv Axayê Dêrikî ye.
Cendekê di vê gorê de
Zor nazik û ciwan e
Ji Dêrika Çiyayê Mazî
Navê wî Qedrî Can e
Hezar xweşî li gora wî
Hozanekî Kurdan e
Welatparêzekî qenc bû
Rûhstîn jê girtî can e
Gorê xiste zikê xwe
Ew jî kire qurban e
Ji pişta me kurdan çû
Ev zaneyê ziman e.[1]