Îro li dinyayê her civatên ku wek netewe têne hesibandin, xwediyê ziman, tore û çandekê ne. Ji ber ku çand zagona jiyanê ye, nexwe jiyana merivan bê hebûna çandê nayê domandin. #Folklor# jî, beşa herî xurt û xweş a wê çandê ye.
Folklor bi giştî ji van tiştan re tê gotin:
Wêjeya devikî, kevneşopîyên heyî, tewr û awayên jiyanê, urf û edet, baweriyên cuda, lîstikên cuda, şêniyên wek muzîkê, stran, helbest û ayînên olî ku li welatekî di nava aleciyên wî welatî de têne bikaranîn devk.
Peyva folklorê, di 1846an de ji aliyê lêkolînerê Îngilîz William Thomsî (1803-1885) ve hatiye bikaranîn. Piştre li nava neteweyên Arî belavbûye. Wateya FOLKê xelk e, ya LORê jî zanist e nasîn e bihev ve dibe û dibe xelknasî.
Bêguman çi dema yek bixwaze ku zimanekî, çandekê û toreyekê rind nas bike, berî her tiştî divê ew pêşî çîrokên folklora wê çandê bixwîne, lêkolîn li çîrokên wê yên pirtexlît bike. Lewra bi xwendina çîrokên folklorî, meriv rind civata xwediyê wê folklorê dinase û têdigîje ka ew ziman û ew çand, ji aliyê lawaztî û dewlemendiya xwe ve di çi radeyê de ne û nirxê wan jî heta kîjan pileyê ye.
Ev hawe, ji bo rewşenbîrên Kurd pir girîng e ku ew naveroka berhemên Folklora Kurdî bizanibin. Piştî pêzanîna wan divê Toreya Neteweyê Kurd jî bizanibin. Piştre ew bi hêsanî dikarin rengê Civata Kurd şirove bikin û hem psîkolojiya wan, hem jî rewşa jiyana çînayetiyê fêm bikin.
Di Çanda Kurdî de ev babet hene: Gotinên Pêşiyan, Kilam û Stiran, Bacî û Lawik, Meselok, Pêkenok, Leqemok, Lawij, Xweşbêje, Mamik, Şîret, Serpêhatî, Çîrok û Çîrvanok…
Di lêkolîna min a 12 salan de, 1.710 perçeyên folklorî berdest bûne û min ew di demên cuda de, bi navê XWENÇEyê di 10 cild pirtûk de weşandine.
Di nava Folklora Kurdî de, tiştên herî xweş, çîrok û çîrvanok in. Hin çîrokên Folklora Kurdî pir dirêj û hinek jî pir kurt in.
Wek mînak: Di Çîroka ABIDÊ ŞKEFTÊ de, sê dinyayên ji hev cuda hene. Hin çîrok jî hene pir kurt in, weke vê çîrkê: ”Hebû kerek û hebû kundirek, kerê kundir kot û kot. Çîroka min jî ev bû ku min got.”
Hin çîrok jî tenê li ser rawila (fabl) hatine gotin wek Çîroka Hecî Rovî.
Jixwe Çîroka GUL Û SÎNEM jî, pir navdar e û heft şaxên wê yên cuda hene.
Mîrze Mihemedê lehengê çîrokê, heft caran çûye Çîn û Maçînê (Manchurya) û bi Sînem Paşayê mêrê Gulê re xeberdaye û serhatiya wî û Gulêya keçmama wî, ji devê wî wergirtiye.
Di çîrokên folklorî de tewr û awayên jiyana neteweyî eşkere cih girtine. Herweha jiyana çînayetî û perwerdekirina merivan jî tê de xweş û eşkere bûne. Di çîrokan de balkêşî, fentezî, têkiliya kulturî, naskirina xwezayê, xweparastina li pêşberê rûdan, siqûmat û belayan, xwenasiya nijadî, baweriya bi xwe, heskirina ji zimanê xwe û hwd. cih girtine.
Bi xwendina çîrokên Folklora Kurdî gelek tiştên ku bi hêsanî nayên zanîn, têne dîtin. Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêşberê merivan vedikin ku meriv di tarîstaneke bêkevî de li rewşen û ruhniya zanistiyê rast dibe.
Çîroka Kurdî, xwe li sê parzemînan bi cih kiriye. Bi taybetî jî têkiliyeke xurt di navbera Kurdistan û Çînê de daye çêkirin.
Nexşeya ku di çîrokên folklorî de derketiye holê, weha ye:
Lehengên Çîrokên Folklora Kurdî hertim ji Diyarbekir ber bi aliyê Rojavayê ve çûne û xwe gehandine Stenbolê, ji wir jî çûne Ewropa, li Spanyayê di tengava Cebelê Tariq re derbasî Efrîqayê bûne û li bakûrê Afrîkayê li gelek welatan geriyane, piştre çûne heta xwe gehandine Misrê, careke din berê xwe dane Yemen û di ser Ummanê re vegeriyane, di tengava Kurdên Lorî re li ser Çemê Dîcleyê xwe gihandine Diyarbekirê.
Çîroka bi navê GUL û SÎNEM, di zaravayê kurmancî de 7 şaxên wê hene. Dema çîrokbêjek dest bi gotina çîroka Gul û Sînem dike, pêşî weha dibêje: ”Dibêjin heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim” û hêj dibêje…
Min di lêkolîna xwe de, çar şaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine, lê hêj sê şax wenda ne.
Li gor wan belge û materyalên Folklora Kurdî ku derketine holê, hertim Diyarbekir paytexta Çîrokên Folklorî bûye û girêdana xwe bi gelek welat û herêmên cuda (dûr û nêz) re daye çêkirin.
Ev 16 xalên li jêrê di Folklora Kurdî de pir girîng in:
01- Gotinên Pêşiyan.
02- Kilam û Sitran.
03- Heyranok.
04- Lawik.
05- Bacî
06- Meselok.
07- Pêkenok.
08- Lawij.
09- Şiroveya Gotinên Pêşiyan.
10- Xweşbêje.
11- Mamik.
12- Şîret û Nesîhet.
13- Serpêhatî.
14- Çîrokên Rawilan (fabil).
15- Çîrokên Têkel
16- Çîrokên Dirêj[1]