Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,663
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,547
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Zarok û Şer
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
zarok
zarok
Di dema aştiyê de zarok bavên xwe dispêrin axê, di dema şer de jî bav zarokên xwe. Krezüs
Wexta ku peyva “şer” tê bihîstin; rasterast mirin tê bîra mirov, birîndarbûn, windakirina nas û dost û hevalan, êş û kul û derd, tirs û xofa zêde… Îro bi mîlyonan zarok ji ber şer û pevçûn û aloziyên polîtik dibin mexdûr û ev rewş bandoreke neyînî li wan dike. Ji ber ku derûniya zarokan gelekî hesas e; tesîra van şer û pevçûnên li dinyayê bêhtir li ser zarokan xuya dibe. Û helbet di rewşeke wisa de ev şer û pevçûn ji her aliyî ve li ser geşedana zarokan zererên mayînde jî dihêle. Ligel vê zarokên ku rasterast dûçarî şer û pevçûnan dibin an jî dibin şahid, herçiqasî bertekên ji hev cuda bidin xuyakirin jî ji ber pirsgirêkên derûnî tirseke zêde dijîn û dikevin nav bêçaretî û bêhêvîtiyekê.
Herçiqasî zarokên ku dûçarî şer dibin li gorî temenê xwe bertekên cuda nîşan bidin jî bi gelemperî bertekên wisa tên xuyakirin: Pirsgirêkên xewê dijîn, digirîn, kabûsan dibînin, pirsgirêkên xwarin û vexwarinê dijîn, ji kesên xerîb ditirsin, bêdeng dibin, xwe ji civakê dûr dixin, zêde hêrs dibin û tevgerên êrîşkar didin xuyakirin, pirsgirêkên hevahengiyê dijîn, bi xwe de dimizîn, pirsgirêkên baldariyê û dibistanê dijîn, xwe îzole dikin, dikevin nav depresyonekê, xwe sûcdar hîs dikin û hwd.
Şer û pevçûn bi tena serê xwe trawmayek e û wekî ku tê dîtin bi xwe re gelek pirsgirêkan jî tîne. Piştî trawmayê bo ku alîkariya zarokan bê kirin hin midaxale pêwîst û girîng in. Şertê pêşî ew e ku cihekî ewle û aram bê peydakirin da ku ew zarok netirsin û dûçarî şidetê nebin. Û piştre divê hewcedariyên zarokan ên sereke (xwarin, vexwarin, kinc, hewcedariyên şexsî hwd.) bên bidestxistin. Piştî vê îcar bo alîkariya derûnî piştgiriya psîkososyal hewce ye. Di vir de xebatên psîkososyal gelekî girîng in. Armanca van xebatan ya sereke ew e ku zarok xwebaweriya xwe dîsa bi dest bixin, nîşêt û bertekên neyînî yên zarokan kêm bibin, da ku zarok xwe di ewlehiyê de hîs bikin û xwe adapteyî jiyana rojane bikin. Ev xebatên psîkososyal ji aliyê kesên pispor ve tên kirin ku wan di vî warî de perwerde dîtiye û dizanin bê çawa nêzî zarokan bibin û wan zarokan nas bikin. Hemû zarok ji hev cuda ne û bo ku ev xebat sûdewer bin, pispor li gorî şert û mercan û derûniya zarokan nêzî wan dibin û komên zarokan ava dikin. Di xebatên psîkososyal de çalakiyên weke wêne, drama, lîstik, muzîk, vegotina çîrokan, xwendina pirtûkan, dans û hwd. bo zarokan gelekî alîkar in. Bi saya van çalakiyan zarok dikarin hestên xwe bidin der û xwe baştir îfade bikin. Berpirsiyarî dikeve ser milên dêûbavan jî helbet. Divê bizanibin dê çawa nêzî zarokên xwe bibin û di rewşên wisa aloz de dê çawa tevbigerin. Di vir de alîkariya wan girîng e. Wexta ku zarok bixwazin li ser hest û fikrên xwe biaxivin divê dêûbav gotinên wan nebirin, wan fêm bikin, ji wan hez bikin û bidin xuyakirin ku ew zarok di ewlehiyê de ne û ne tenê ne.
Ji bilî zarokên ku rasterast an jî nerasterast dûçarî şer û pevçûnan dibin hin zarok jî hene ku bi rêya medyayê an jî bi axaftinên derdorê yên li ser ‘şer û pevçûnan’ dikevin nav tirseke mezin û tendirustiya wan a derûnî xirab dibe. Di vir de helbet berpirsiyariya zêde dîsa li ser milê dêûbavan e. Divê bê zanîn ku derûniya zarokan gelekî hesas e û nûçe û axaftinên li ser şer li gorî temenê zarokan xwedî bandoreke neyînî ne. Di medyaya civakî de parvekirinên dîmenen şer, dîmenên hilweşandina cih û waran û kuştina kesên sivîl bo derûniya zarokan helbet ne baş in û anksiyeteya wan gelekî zêde dikin. Pirsgirêkên xewê dijîn, xewnên ne xweş dibînin, gelekî kûr difikirin, ditirsin, digirîn û hwd. Zarok çiqasî ji van nûçe, axaftin û parvekirinên li ser şer dûr bikevin û li ser pirsên ku zarok meraq dikin li gorî temenê wan bi awayekî zelal bê axaftin û bi sebr bên guhdarkirin dê ewqasî ji aliyê tendirustiya derûnî ve bên parastin.
“Şer û pevçûn” wekî rastiya jiyanê her wext di jiyana me de ye û wisa xuya dike ku dê her wext jî hebe. Bi mirovahiyê destpê kiriye û wisa jî bi mirovahiyê re dom dike. Kesên ku gelekî zererê dibînîn, jiyana wan serobino dibe û tendirustiya wan a derûnî xera dibe zarok in. Barekî giran ku ji temenê wan zêdetir e dikeve ser milê wan. Dimirin, birîndar dibin, nas û dost û xizmekî xwe winda dikin, ji welatê xwe dûr dikevin dibin koçber, jiyana wan diguhere ku nabe wekî berê. Bo ku şert û mercên zarokan baş bibin û derûniya wan gelekî xerab nebe û bê dermankirin divê ji her aliyî ve bo zarokan polîtîkayên nû yên avaker bên sazkirin. Bi saya van polîtîkayan dê hewcedariyên van zarokan bên bicihanîn da ku di pêşeroja xwe de xwe baştir hîs bikin û adapteyî jiyana xwe ya nû bibin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,267 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-04-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Zarokan
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 15-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,267 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1116 KB 15-10-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!