Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,563
Wêne
  124,488
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,673
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Valentina Kurdî: Sêva Mêxekrêj
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sêva Mêxekrêj
Sêva Mêxekrêj
Li #London#ê roja hezkiriyan bi awayê #Kurdî# hate pîrozkirin. Bi navê “Valentina Kurdî” di 13ê Sibatê de çalakiya #Sêva Mêxekrêj# hate lidarxistin. Sê heval û sê dildarên çanda Kurdî ji bo ku vê çanda delal bi Londoniyan bidin nasîn organîzasyonek saz kirin. Kurdên li Londonê digel malbat zarok û cînar û hevalên xwe beşarî çalakiyê bûn. Dora 40 kesî bi hevre sêvan bi mêxekan xemilandin. Bi hevkariya xwediyê projeya Sêva Mêxekrêj hunermend Seywan Saedian, li Londonê cara yekem çalakiya Sêva Mêxekrêj hate kirin. Yek ji organîzatorên çalakiyê Îzzet Bozkurt wiha qala çalakî û mebesta wan û xwe kir.
Îzzet Bozkurt-Organîzatorê Çalakiyê
Sêva Mêxekrêj çi ye? Yekemîn divê ez ji vir destpê bikim. Sêva Mêxekrêj bêhtir di nav Kurdên Rojhilat de, ji berê de, ji sedsalî zêdetir ve tê çêkirin. Nîşaneya evîn, lihevhatin û aşitiyê ye di navbera hezkiriyan de. Heke tu ji yekî hez bikî, sêva mêxekrêj jê re dişînî. An jî heke tu şer bikî bi hezkiriya xwe re an hûn dilê hev bihêlin, tu dikarî bi sêvekê vê meselê çareser bikî û xwe bidî efûkirin. Ev çand bi sed salan e di nav Kurdên Îranê de heye.
Hunermend Seywan Saedian di sala 1999an de ev çand da nasîn. Ku ew jî vê çandê ji diya xwe hîn bûye. Wî xwest ku ev çand bila nemire û di nav Kurdan de geştir bibe û belavtir bibe. Ji wê rojê pê de, tevî gelek tengasiyan, hêdî hêdî ev çand li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û hêj jî dewam dike.
Ev 2-3 sal in ez hatime Londonê, beriya ez werim Londonê li Diyarbekirê ez tevlî vê çalakiyê bûm. Li vê derê min Seywan Saedian û hunera wî nas kir. Ev çalakiya Sêva Mêxekrêj jî min li vir nas kir. Tiştek balkêş ji min re hat. Min got çima çandeke wilo xweşik, jêhatî di nav Kurdan de nedomînin? Û li Londonê, tu jî dizanî Kurdên me gelek in li vir. Me xwest li vir di nav Kurdan de em vê çalakiyê lidar bixin, destpê bikin û her sal bidomînin. Hem ji bo domandina çanda me û hem jî ji bo gelê me wê tiştekî baştir û çêtir be.
Îro me li Londonê destpê kir û bi rastî jî baş bû. Cara yekem bû loma hepkî kêmasiyên me jî hebûn. Lê li hemberî kemasiyan em neketin tengasiyê, beşdariya çalakiyê jî baş bû. Bi rastî ev hevîyekê jî dide me ji bo pêşeroj û salên li pêşiya me, ku em çalakiya xwe xurttir, xweştir, çêtir, geştir û dewlemendtir bikin.
Pirraniya kesên ku hatibûn çalakiyê yekem car li vir sêva mêxekrej dîtin û çêkirin.
Belinda Perriman: Min cara ewil çend sal beriya niha di Twitterê de dît. Min gelek eciband. Û ez çûme malê û min jî hebek bixwe bi sêv û mêxekan çêkir. Û ev cara yekem e ku têm çalakiyeke wiha ku bi dehan mirov li vir kom bûne û di atmosfereke pîrozbahiyê û romantîk de bi hevre kevneşopiya Kurdî, sêva mêxekrêj çêdikin. Ev kevneşopî ji şiroveya rojavayî berfirehtir e. Bi min di warê parastina evînê de, ev konsepteke pirr delal e. Çimkî tu sêvê bi mêxekan dixemilînî û dipêçî û her wisa ew demeke pirr pirr dirêj dimîne. Ji bo me zehmet e ku meriv tehmîn bike; ka evîna me heta kengî berdewam bike. Lê sêva mêxekrêj bi sed salan dimîne. Ev gelekî sembolîk e û kevneşopiyeke pirr delal e.
Sulaiman Othman: Mixabin ev cara ewil e ez dibihîzim. Em Kurdên Rojava, me nebihîstibû, ez bi şexsê xwe nebihîstibûm. Bi hatina me ya vê derê wek xelkê me yê her çar parçeyên Kurdistanê tiştekî gelekî baş e. Û min gelekî hez ji maneya sêva mêxekrêj kir. Tiştekî mirovahiyê û yê hezkirinê ye. Peyama ku digihîne gelekî xweş e. Û em dixwazin zarokên me yên Kurdan jî vê çîrokê bielimin.
Dilek Altun: Ez bi hevala xwe re hatim vê çalakiyê. Lê ev cara yekem e ku ez lihevanîna sêv û mêxekan dibînim. Karekî bi kêf e, sebrê dixwaze. Min cara ewil sêva mêxekrêj çêkir. Bi rastî şa bûm, kêfa min jê re hat. Wateya wê jî hîn bûm. Tu bi hezkirin çêdikî û didî hezkiriya/ê xwe. Ji bo vê ked divê. Lû xwe bû ked jî tiştek nabe.
Cemal Bayir: Bi min ev hesteke pirr xweş e. Ev cara ewil e ez dibihîzim û çêdikim. Bi rastî tiştekî pirr baş e. Ez maneya wê jî hîn bûm. Maneya wê evîn û aşitî ye. Em niha mêxekan bi sêvê ve dikin. Ger me ev sêv rind tijî kir dibêjin; sed sal wê bimîne xira nebe. Dema te ji yekê hez kir, çi xanima te be, çi keça te be, tu vê sêvê didiyê. Ev sêv sed sal saxlem dimîne û namirê. Bi seba van qerenfîlan û tu hezkirina xwe bi vê nîşan didî. Yanî min ev wilo fêhm kir. Ez gelekî kêfxweş bûm, bi hînbûn û çêkirina sêva mêxekrêj. Û ez ji dil spasiya organîzatorên vê çalakiyê dikim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,037 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-03-2022 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Welat- Herêm: Derwe
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 15-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,037 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.15 KB 15-10-2022 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!