Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeşbûna wan, kiriye ku rewşa helbest û toreya #Kurd#î bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Temenê toreya Kurdî, ne kêmtirî deh bebilîskan e. Ji dema mîretiyan, ji babilîskên navîn, ta bi dawiya babilîska nozdehan ve, xwe dirêj dike. Ev dîroka dûr û dirêj, di çend qûnaxan re derbas dibe.
Gopîtka yekemîn di dema babilîska dehan de, bi serkêşiya helbestvan Baba Tahirê Hemedanî, xwediyê çarînan e. Ev helbestvan xwediyê pîtolî û zanyariya yekîtiya jîwerî (Kozmosî) ye. Bi raman û hizra yarî ya xwe, di Xweda û xweberiyê de dihingavt.
Gopîtka diwemîn di babilîska panzdehan de bi serkêşiya mele Ehmedê Cezîrî ve tê xuya kirin. Ev helbestvanê Kurd yê pêşî bû ku helbesta (xezelî) ya Islamî derbasî toreya Kurdî kiriye û nuhtiye.
Gopîtka siyemîn di bebilîska hevdehan de, di çîroka navdar (#Mem û Zîn#)a Ehmedê Xanî de, diyar e. Tiştê balkêş, ko di wê demê de, li Ewropayê, ji bo olî û dêrê Kasolîk û Pirotistanî hevdû dikuştin(1). Lê, li Kurdistanê dengê zengilê hişyarî û rizgariya gelê Kurd li ser destê Xanî xweş dihat.
Di babilîska nozdehan de gopîtka kilasîkiyeta nû di berhem û nivîsandinên helbestvan Nalî, Salim, û Mustefa beg de tê nuhtin. Ev kilasîkiyeta nû ji bo rizgariya neteweyî jî dihat bikaranîn. Nemaze, di navîna dawîn ji babilîska nozdehan de li ser destê helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî.
Ta bi vê rojê, ev şêwe, di nav helbestvanên Kurdan de tê bikaranîn. Helbestvanin mezin di vê riyê de diyar bûn û navê wan di ezmanê helbesta Kurdî de geş bûn.
Ji şerê cîhanê yê yekemîn ve helbesta nûjen linik Kurdan dest pê bûye. Li gorî baweriya min, ew jî di çend qûnaxan re derbas dibe:
Qûnaxa yekemîn di nevbera herdû şerên cîhanê de, bi serkêşiya Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Şêx Nûrî şêx Salih û Goran xuya dibe. Ev nuhtin û nûbûn linik her helbestvanekî ji yê din cidahî heye. Ango linik hin helbestvanan nuhtin û nûbûn di warê ziman û şikandina benda kêş û bareyê de ye, linik hinin din, nuhtin û nûbûn di naverok, raman û hûnandinê de ye. Herweha linik hinin din nuhtin û nûbûn di ziman, naverok, raman û kêşesaziyê deye. Hêjayî gotinê ye, ko berî herkesî yê helbesta nûjen nivîsandiye Dr. Kamîran Bedirxan e*.
Qûnaxa diwemîn piştî serîhildana tevgera Ruwange bi serkêşiya helbestvanê mezin Şêrko Bêkes e.
Manîfestoya Ruwange, ji bo tazekirina helbesta Kurdî hawarek bi serê xwe bû. Mirov dikare bibêje ku ev manîfesto digel nûkirin û azadiya helbestê, nûkirin di ziman, raman, çîrok û nêrînin nû di civatê jî de bû .
Piştî vê tevgerê, qûnaxeke nû, li ser destê çend rewşenbîrên Kurd mîna; (Ferîd Zamdar, Enwer Misyefî, Kerîm Deştî, Dilşad Ebdile, Ferhad Şakilî û Letîf Hilmot......htd) xuya bû. Evan rewşenbîran bi nuhbûn û nûxwaziyê bang kirin.
Di nav Kurdên Sûriyê de dest bi nivîsandina helbesta nû bûye. Kelandinek li ser pêmayên mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Cegerxwîn, E. Namî,Osman Sebrî, Ehmedê şêx Salih û Tîrêj heye. Hin xortên nûhatî bi şêweyên nûkirî, dixwazin dest bi hûnandina helbesta kurdî ya nû bikin. Di hin helbestan de çirîska hêviyê dibînim. Lê neyê hevotin ku helbesta nûjen cihê xwe li nav me girtiye û bûye mîna helbesta kilasîk, xwedî dibistaneke serbixwe. Ûşt û sedemên vê yekê pir in. Derd û kulên me jî gelek in. Ev cih ne cihê serseknandina vê yekê ye. Tenê tiştê balkêş ev e: Reh û çav-kaniyên helbestvaniya van kesan, yan ji çevkanîya helbestvanên Ereb, an ji helbestvanên biyanî yê ko helbesta nûjen nivîsandine, werdigrin û riya wan dişopîjin. Mexabin, di bin bandûra peyrewî û hevenda vê diyardekê de mane û li ser vê riyê mane. Hin jî hene bi zimanê biyanî (Erebî, Tirkî, û Farisî…td), diramin û bi kurdî dinvisînin. Helbestên wan bê sûde, bê fesal, bê serûber, xav, kerik û bê hawe ne.Giyanekî bê can, balayekî bê per û bask û sirûdekî bê awaz in.
Rast e, merov nikare şîretan li helbestvanan bike. Lê merov wek xwênerekî dikare nerîna xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lê belê, xwediyê (afrandekê) helbestê bixwe, piştî çend xwendinan, tiştin nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ko (hest) di sînora gotin û şorzaran de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare (hest) di bûyîna wî ya xweberî de jiber bike. Divê têkiliyeke giyanî di navbera xwendevan û helbestê (pirsur û pirsurî)yê de hebe.
Helbest, ne diyaredeke sekinî û bê liv e. Ne jî dîtaniyeke ekadîmî ye. Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û şorzaran de digere, û jiyaneke sermedî ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de roleke mezin dilîze.
Helbest deryake ji evîna bê dorpêç û sînûr e. Bê rawestandin û miçiqandin, dizê û diherike.
Jînenîgariya Helbestvan Qedrî can:
Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsandinekê li ser helbestvanekî an nivîskarekî çêbike, berî her tiştî, pêwîste mirov li nivîs û berhemên wî vegere,û serpêhatiya jiyana wî bizanibe, û li hin çavkanî û jêderan vegere.Wê gavê ez bawerim karê mirov wê tekûz û pir hêja be. Lê çaxê ku tu nivîsandin li ser jiyana wî helbestvanî/nivîskarî tune bin, û berhemên wî di kovar û rojnameyên ko di destpêka sala sîhî de derketibin û di yek pertûkê de nehatibin civandin, û tu çavkanî û jêder-pêvî çend gotarok- li ber destan tunebin. Ez bawerim wê karekî ne pir hêsan be.
Yek ji van helbestvanan helbestvanê me Qedrî can e. Berhemên Qedrî can nehatibûn komkirin û li ser jiyana wî pir têvilî hebûn. Em bawerin nivîsên nivîskar ayîna hundirê wî ye. Berhemên Qedrî can rûpelin ji jiyana wî ne. Bi taybetî ew berhem û nivîsandinên ko mîna bîranînên zarotîyê bi awayekî çîrokî hatine nivîsandin. Di baweriya me de, çevkanî û jêderê rast û dirust berhem û nivîsên wî ne.
Qedrî can, ew bixwe ji xelkê Dêrika çiyayê Mazî ya paşroyê bajarê Mêrdînê ji bakurê Kurdistanê ye.
Pireya nivîskar û rewşenbîrên ko li ser jiyana wî nivîsandine, û bi taybetî li ser dîroka zayîna wî, ne wek hev gotine. Herdû nivîskarên Kurd M.Uzun û Firat Cewerî dibêjin:”Di sala 1919an de hatiye dinê”, lê mamoste Izedîn Mistefa Resûl mîna Rewşen Bedirxan dibêje: ”Di sala 1916 an de hatiye dinê” .Diyare ko mamoste Izedîn Mistefa Resûl ev dîrok ji pertûka Rewşenê (Rûpelin ji toreya Kurdî) wergirtiye. Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya (Dîmoqratî) û li ser zimanê malbata helbestvan gotiye:”Di sala 1911an de hatiye dinê”, Nivîskar Edîb Nadir ew jî di gotara xwe de ya di kovara (Metîn) de daye belavkirin dibêje: ”...Qedrî can di sala 1911an de hatiye dinê û di sala 1972an de miriye”(6),lê nivîskar Silêman ‘Elî di gotara xwe de ya di rojnameya (Armanc) de hatiye belav kirin dibêje:” Qedrî can di destpêka babilîska bîstan de hatiye dinê” ,bê ko dîrokê bi cî bike, lê Perofesor Qenatê Kurdo di pertûka xwe de (Tarîxa edebiyeta Kurdî) de, qet behsa dîroka zayîna wî nake.
Piştî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du reşbelek li ser zayîna wî peyda kirin. Ev herdû reşbelek dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna Qedrî can bi zelalî bicî dikin, û li ber çavan diyar dikin. Reşbelekek jê (Wesîqeya jin anînê), û ya din (nasnameya xwendinê) ye. Di herdû reşbelekan de, bûyîna Qedrî can sala 1911an bi cî dike.
Ji hêlekê din ve, me gotibû çîrokên Qedrî can rûpelin ji serpêhatiyên jiyana wî ne. Di vî warî de Qedrî can dibêje:”Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî belav dikim, bi hev dizeliqînim.. dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond.. Guneh.. Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin...dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne...
Di sala 1943an de, çîroka (Serencem), di rojnameya (Roja Nû) de hatiye nivîsîn, dibêje: ”...Serencam jî rûpelek ji wan pelan e... Berî bîst û pênc salan bû.. Bi meh û hefteyên xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal... Di nav hundirê mala me de, ji nişkave, hay û hoyek çêbû: birayê min Fethî, piştî ...du sê rojan dimir...”. Li ser gotina Qedrî can, heger em bîst û pênc salan ji dîroka nivîsandina çîrokê hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal dibe, ku di sala 1918an de miriye. Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her êvarên zivistanê..., ji zarokên mîna min şeş-heft salî, tije dibûn...” Heger dîsa em ji 1918an dîroka mirina birayê wî Fethî, heşt salan bikujin, dîroka bûyîna wî ji me re zelal dibe, ko di sala 1911an de hatiye dinê. Bi vê gotinê Qedrî can bixwe bûyîna xwe diyar dike û di tu reşiyê de nahêle.
Li vir gotina M.Uzun û F.Cewerî şaş derdikevin, û gotina Dr.Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen Bedirxan jî şaş in . Ji ber ko zarokekî di temenê du salan de nikare vê bûyerê bîne bîra xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar bike. Nemaze çaxê ko em dibînin Qedrî can di hejmara yekê de ji kovara HAWARê, ya ko di sala 1932an de derdiket, gotarek daye weşandin. Di wê demê de temenê wî bîst û yek salî bû. Heger em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî rast bigrin, gerek temenê wî sêzde salî be çaxê di HAWARê de nivîsandiye. Ev jî ne rast e. Ji ber ko li gorî gotina hemû lêkolînvan û nivîskaran, nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWARê de nivîsandiye, Dr. Nûredîn Zaza ye, ne Qedrî can e. Lê li ser dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen xanimê wê temenê wî şazde salî be dema di kovara HAWARê de nivîsîye. Ev jî ne rast e, ji ber ko di wê demê de bi Reşîdê Kurd re li Qonyayê dixwend.
Navê wî yê rast Ebdilqadir ‘Ezîz can e. Di nasnameya xwendevaniyê de hatiye; Qedrî ‘Ezîz can e. Navê diya wî ‘Eyşê ye. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye.Di destpêka xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibe. Ji ber sedemên ramyarî dûrî welatê xwe dikeve. Berê xwe dide binya xetê. Di vî warî de, Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de dibêje:(.. Du xortên ciwan ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdû xort Qedrî can û Reşîdê Kurd bûn”, ji hêlekê din ve hevalê wî Dr.Xalid Qotreş dibêje:”Qedrî can ji ber sitema Turkan xwendina xwe nebir serî, di sala didiwan ji xwendina xwe (Mala Mamostan =Dar el-mû’elimîn) reviya û hate sûriyê”. Lê di reşbeleka xwendinê de, diyare ko ew di sala çaran de bû, li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr.Xalid Qotreş gotina xwe berdewam dike:”Di sala 1928an de temenê wî e salî bû dema hatiye Sûriyê. Di salekê de hînî zimanê Erebî bûye. Li bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) yên çandiniyê dixwîne. Piştî ko xwendina xwe kuta dike, li bajarê Entakyê dibe mamoste”. Li wir zanyarê mezin Memdûh’ Selîm nasdike.
Qedrî can li bajarê Qamişlo û Amûdê mamosteyî dike. Li gorî gotina şagirtê wî Mustefa Kurê Hesen Hişyar dibije: “(Di sala 1942an de Qedrî can li bajarê Amûdê kargîrê dibistanê bû)(16). Li bajarê Şamê, Taxa Kurdan, û derdûra wê jî mamosteyîyê kiriye. Piştî demekê, li wizareta perwerdiyê mîna rêvebirê kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li tomara giştî ya karkirên dewletê kar dike. Demek têre naçe tevlî komkarên azadîxwazan dibe, û mîna endamekî zîrek, di nav de, cih digre. Qedrî can mîna mirovekî xebatkar , ramyar û rewşenbîr tê nas kirin.
Wekî me gotî, Qedrî can di hejmara pêşî ji kovara HAWARê de nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Di 15-5-1932an de,Qedrî can, bi pêşewaziya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan,di eniya dî de,eniya çandeyîyê de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geş bû, û têkoşerekî şervan bû.
Di sala 1936an de Qedrî can helbesta xwe (Reya Teze) nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Ev helbest (Reya Teze), helbesta pêşîn e, di dîroka helbestên nûjen û azad, di toreya Kurdî de”. Ev dîrok, bûye mîna qûnaxeke nû di toreya Kurdî de, hem di nûjankirina helbesta Kurdî ji hêla ruxsar û naverokê de û hem bûye bîhnokeke di navbera herdû qûnaxan de; qûnaxa nuhbûn û ya kevniyê de. Ew qûnaxa kevneşop ya nav lê dikin kilasîk, û qûnaxa nûxwaziya bi mînake spehî û hevdemî û resenî di yek demê de gihandiye hev, û di nav xwe de hilgirtiye.
Di sala 1944an de piştî nasîna Qedrî can bi ramana Markisî û Lênîniyê ve qûnaxeke nû û dîrokî di ramana wî de destpêbûye. Bûye dostê ramana qomonistan. Silêman Elî dibêje:(Qedrî can di nav rêzên partiya qomonistên Sûriyê de kar dikir). Lê Dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje:(Qedrî can endamek ji endamên partiya dîmoqrat ya kurd li Sûriyê bû). Dr.Xalid Qotreş bi herdiwan jî rajî nabe û dibêje:”Qedrî can, ne partî û ne jî qûmûnîst bû. Xebatkar û welatparêzekî pêşketî bû. Mîna min endamê komela Xoybûnê bû). Ez bawerim ko mirovekî welatparêz û pêşverû bû, mîna gelek xortên wê demê bawerî bi riya qomonîstiyê tanî. Lê bi tu partiyan xwe girênedabû.
Di sala 1957an de, di meha tîrmehê de, Qedrî can bi girûpek xortên Kurd re beşdarî mehrecana ciwanên cîhanê yê şeşan li Moskoyê dibe. Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Barzanî yê nemir û helbesta xwe ya bi navê (serdarê Kurdan Berzanî) diyarî wî dike. Di sala 1958an de piştî vegera Berzanî, li bajar Bexdadê careka din hevûdû dibînin. Di wê dîtinê de, nameyekê bixêrhatinê dispêre destê serdarê Kurdan, û di kovara Hêwa û Azadî de helbesta xwe ya bi navê (şêr hat welat)* belav dike.
Di çaxê ku li Moskoyê bû. Diçe nik Prof-Qenatê Kurdo. Di vî warî de Prof-Q.Kurdo dibêje: ”Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra birqî (têlêgram) bi kurmancî bi van xeberan şandibû”têda nivîsî bû” Ez Qedrî can im, tevî xortan tême festîvalê dixwazim te bibînim”. Qedrî can çend helbestên xwe yên ne belavkirî bi xêza destê xwe diyarî Qenatê Kurdo dike.Qenatê Kurdo dibêje: ”..Deftera çend şê’rên xwe yên çapnekirî pêşkêşî min kir....Ji wan şê’ra, şê’ra wî ya bi sernavê “Ez diçim Mosko” wextê Festivalê bi rûsî hatibû çapkirinê û li rojnama “Îzvêstiya da”. Navê wan şê’ra ev in: ”Ez diçim Mosko, Begê axir zeman, Reya teze, Gula sor”.
Di nav salên (1959-1961)an de li zindana Mezê girtî bû. Seydayê Cegerxwîn dibêje:”Qedrî can du-sê caran derbasî zindana Mezê bûye). Ji bo xebata ramyarî û toreyî çend salan li Libnan û Îraqê maye.
Qedrî can pireya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên ko li Sûriyê û Libnanê derdiketin (HAWAR, Ronahî û Roja Nû), belavdikir. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belavkir.
Pêvî Çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara (Hawar, Ronahî û Roja nû)de hene. Ji wan: ”Silêman Bedirxan, Gelo ne wisa ne, Bihara Dêrikê, Şîna Xalê min, Inqîlaba sor, û Yaney serkewtin”.
Qedrî can yek ji nivîskarê pêşîn e, ko di van kovar û rojnameyan de nivîsiye. Evî nivîskarî li kêleka helbestan kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî kiriye. Ji hêlekê din. Alîkarî di wergerandina romana (Şivanê Kurd) ya Erebê Şemo de kiriye, û pêşgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn nivîsîye.
Ji destpêka sala şêstî ta bi sala heftêyî tu berhemên wî bi dest me neketin. Me ji keça wî Dr. Şêrîn can û mala wan pirsî, lê mexabin tu destnivîs an reşbelek linik wan tune bû.
Qedrî can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê bûrandiye.
Di meha Tebaxa sala 1972an de, li şarê Şamê, li taxa Kurdan li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin.
Di sala 1939an de jin aniye. Du kur û keçek wî ji xanima wî (Neylûfir) hene.
Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943, Şêrîn 1945, Serwer 1948 an.
Çîrok û helbestên Qedrî can:
Pireya naverokên nivîsên Qedrî can li ser xwendevanên dibistanan û cîhana jiyana wan e. ji hêlekê din ve li ser gerdiş û serpêhatîyên Kurdan in. Bi awayekî jîwerî û rewan dihingive dilê merovan. Mînakekê dide ber çavên te -yeveneke çîrokî yan helbestî bi ruxsareke pir sipehî diyar dike, tu dibêjî qey wênekêş e. Ew mînak bi kamîreya xwe girtiye, xwe bera nava kûrahiya derûnê te dide. Lê di wê kûrahiyê de pir dirêj nake, zû zû tê der, û reng û salixdanên diyardekan dirave û rê li ber rûçikên kesatiyên çîrokên xwe dûz û şayik dike, derûnên wan diyar û dide naskirin.
Naveroka çîrokên Qedrî can di cîhana bîranînan û demên bûrî de digere, mîna: bîranînên zarotiyê, birayên xwînê, xewn û sawêr, û berhaweyên Kurdî. Pir dûrî ramyariya rojane ya gerim diçe. Lê bîna niştimanperweriyê ji hemiyan tê. Naverokên çîrokên wî tersî naverokên helbestên wî ne. Pireya mijarên helbestên wî bi ramyariya rojane ve têne girêdan.
Çîrokên Qedrî can:
Emê niha jî bi kurtî naverok û stîla her çîrokek ji çîrokên Qedrî can bi kurtî bidin naskirin.
Çaxê merov çîroka pêşîn(Hawar hebe gazî li dû ye) dixwîne, merov bîna nivîskarekî xwedî zimanekî ciwan û şêweyekî hunerî bilind dike. Riya nivîsandinê bixwe dişopîne, cihekî xwe yî bejinbilind di toreya nûjen de çêdike.Vê çîrokê bi şêweyekî Diyalok/danûstendin di navbera bav û law de dinivisîne, rewşa welat û azadîxwaziyê şirove dike. Vê çîrokê diyarî xebatkarê hêja Osman Sebrî yê nemir dike.
Di çîroka (Gundê nûava) de, pesnê spehî û xweşikbûna gund dide. Pesnê rez û dar û beran dide. Pesnê deng û awazên şalûr û bilbilê birîndar dide. Dilketiyê dengê wan yê şewat e. Rewş û kula welat û miletê xwe tîne bîra xwe. Biyaniya malwêran, hinav û dilê wî dişewitîne. Li vir, şîretan li xortên ciwan dike, dibêje: ”...Carekê werin, hindirê min verojin dilê min jê derînin û bi kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çîniyên dilê min ewê bêne peyivîn û pê re bêne girîn..”.
Çîroka (Besreka zêrîn), diyarî Qedrî beg dike, û bi malek ji helbestê çîroka xwe pêşber dike. Em dibînin hemû bûyerên çîrokê li ser du êl û hozên Kurdan û berberiyên di navbera wan de çêbûye û digere. Bûyerên çîrokê li dora keça sereke (Pîroz), keça mîrê Besreka Zêrîn û mîrê Burca Metînan (Mîrzo) beg yê bi darê zorê (Pîroz)ê ji xwe re dixwaze, digere. Mîrzoyê zorkar, bajarê wan talan û wêran dike. Bi darê zorê (Pîroz)ê ji xwe re tîne. Bavê wê (Meks) ji ber susreta ku hetiye serê wî dimre.
Di vê çîrokê de, nivîskar hunera nameyî an toreya nameyî bikar tîne. Piştî pêncî salî, di roja îro de, em dibînin nih nivîskar vê hunerê di çîrok û romanên xwe de bikartînin.
Di çîroka (Hêva çardeşevî) de, nivîskar rewşa derûna xwe di riya xewnê re diyar dike, ekama di hindirê xwe de der dike, gazî û bangî heyva çarde şevî dike. Bê çewa ewrê reşî tarî mîna dêwekî wê heyvê dadiqurtîne û her tişt winda dike.
Di çîroka (Sond) de, nivîskar gerdişeke kevin an serhaweyek di civakên kevin û bûrî de tîne bîra me û ji nû ve divejîne. Ew gerdiş (Birayê xwînê= xwînbira) ye. Zarok xwîna hevdû dimijin, û bi hev re sond dixwin.Yên sondxwarî dibin xwînbirayên hev û heta mirinê bi her hawî arîkariya hev dikin. Ev gerdiş ta niha di nav ola Êzîdiyan de heye, û jêre dibêjin (destbirakê axretê), her mirovek Êzîdî xuhek an birayek ji xwe re dihelbijêre; ji bo li axretê gunehê wî hilgire.
Lehengê çîrokê zarokekî biçûk e. Li dibistanê hevalekî xwe gunehkar dibîne. Lê hevalekî din xurt û bi hêz xwe dide ber gunehê hevalê qelis û hûrik, ji dêvla wî lêdanê dixwe. Evê yekê bandûreke mezin li ramana wî kir. Rojekê tiliya wî birîn dibe, berî dide hevalekî xwe û xwîn-birayiyê jê dixwaze. Li gorî baweriya wî ko hevalê xurt dikare wî ji gelek dijwarî û alûzan riha bike. Em dibînin, di dawiya çîrokê de, hevalê wî yê xurt ne tenê ew ji darê mamoste û alûzan diparêze, belê ew ji devê kûçikê har jî riha dike û xwe bi qurbana wî dike.
Di çîroka (Guneh) de, li vir jî nivîskar li ser rewşa zarokên dibistanê dinivisîne, gelek serpêhatîyên zarotiyê tîne bîra xwe. Dibêje:”Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra dîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cih digrin” Çend zarokên dibistanê diçin nêçîra çêlkewan...Şikeftek ji gundê wan bi sê çar katan dûr bû. Ji ber germa havînê, kew tev çêlîkên xwe, xwe davêtin bin siha vê şikeftê. Di şikeftê de kaniyek jî hebû. Lê li gorî tê gotin şikeft cihê pîrebok û cinan bû. Cimo berî da kaniyê. Lehengê çîrokê xwest mêraniya hevalê xwe bibîne, xwe jê vedidize, gava nêzîkî wî dibe dengekî ji xwe derdixe. Cimoyê reben navqetandî dibe; jê weye cin in. Ji tirsa veciniqî û ket. Zimanê wî nema geriya. Bavê Cimo ew dibe nik şêx. Şêx jî bi daran li Cimo dixe; ji bo cinan ji laşê wî derxe. lê Cimoyê reben di nav destê şêx de dimre. Lehengê çîrokê/ nivîskarê çîrokê vê bûyerê jibîr nake. Sawêrên Cimo ji bîst salan ji ber çavên wî nare û her xwe pê gunehkar dibîne.
Vê carê Qedrî can çîrokekê li ser jiyan û serhatiya mamoste-yekî li bajarê Amûdê dinivisîne, bi serenava (Rojên derbasbûyî), bi şêweyekî bîranînan çîroka xwe şirove dike. Mamoste/nivîskar li ser gotina bijîşkekî ji Amûdê berê xwe dide Eyndîwerê; ji bo hewa guhestinê, ew cih jê re berpêş û nîşan dikin. Mamoste pesnê herêmê bi zelalî dide, behsa dost û hogirên xwe dike. Bi guhertina cih û dûrketina ji xelkên herêmê pir diêşe. Di vî warî de dibêje: ”Gava meriv li cihekî dimîne, bi însan û axa wê derê ve bi benên nexuyayî tê girêdan, kînga meriv ji wir diçe, ev benên ha dilê meriv ber bi xwe ve dikşînin û diêşînin...”.
Çîroka (Sehên Zozanan), nivîskar wek serpêhatiya vê çîrokê jê re hatiye gotin dinivisîne. Ew dibêje: ”Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe ne dîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye..”. Ji ber vê yekê cidayiyeke mezin di navbera vê çîrokê û çîrokên wî yên din de heye. Lehengên vê çîrokê seh in, ne mirov in. Ev çîrok li Zebedanî (herêmek li dora Şamê ye) çêbûye. Ji berê de, ji Kurdistanê pez dihat Sûriyê, Felestînê û carina diçû heta Misrê jî.. bazirganek ji dora Erziromê pezê xwe aniye Sûriyê û li Zebedaniyê firotiye...Bi bazirgan re sehekî zozanan jî hebû. Mêvandar sehê wî jê dixwaze. Dibêjin di wê demê de, Zebedanê wargehê gur û hin tebayên din ên kûvî bû, pezên wê herêmê ji guran nedihatin parastin. Bi saya serê sehê zozanan ew herêm ji guran riha dibe. Dem tê re diçe, se kal dibe û ji hêza xwe dikeve. Gurên derdora herêmê tev dicivin û li sehê zozanan dibin yek. Sehê zozanan ji mirinê riha dibe. Seh berê xwe dide welatê bav û kalê xwe û du sehên ciwan û bi hêz bi xwe re tîne. Li Zebedanê şêwra xwe dikin. Sehê kal wekî her carê diçe nav pez, herdiwên dî xwe vedişêrin. Gurên Zebedanê dîsa têne sehê kal, lê ji nişka ve herdû sehên zozanan xwe davên ser guran û wan tar û mar dikin. Tola sehê kal hiltînin û vedigerin welatê xwe.
Di çîroka (Gulçîn)ê de, nivîskar naveroka mijareke kevin û nû di yek demê de bikartîne. Şax û baxan jê berdide. Gulçînê keça Newroz begî ye.. nûxuriya dê û bavê xwe ye. Ji alî xweşikbûnê yekta ye. Ji xortekî xizan hezdike, lê ne ji qata wê ye. Bavê Gulçînê ji bo berjewendiya xwe wê dide neyarê xwe Seydo beg. Lê Gulçîna reben, çi bi serî tê?. Dinya li ber çavê wê tarî dibe. Ji neçarî, di riya pîra Bêzê re berê xwe dide şêxê ko dilan digihîne hev. Piştî demekê, şêxekî biçûk di zikê Gulçînê de dilive. Şêx jî bi vî tiştî haydar dibe. Hinek ji tozika teberika kalikê xwe dikir nav piyalek av û dida Gulçînê,.. roj bi roj Gulçînê, mîna şemalekê dihiliya,...mîna terhê reyhanekê diçilmisî. Rojekê mîna çirakê ji nişkave vemirî. Belê, Gulçîn mir lê hêj di hundirê wê de şêxekî biçûk, şêxekî bê guneh diliviya.
Gulçîn dibe qurbana nezanî û ezezîtiya bavê xwe. Bi destê şêxê yado û fêlebaz çira jiyana xwe vemirand.
Qedrî can di vê çîroka (Nêçîra berazan)de jî, xewnê bikar tîne. Di nêçîra berazan de, şerekî nexweş, tev bi tirs, dibîne. Paşî xwe li malê, li ser nivînan û li dora xwe xelkên malê û bijîşkê ko bi kevçî derman derbasî devê wî dikir, dibîne.
Tevgera bûyerên çîroka (Serencam) mîna hemû çîrokên wî yên li ser demên bûrî û bîranînên zarotiyê ne. Qedrî can ji rewşa biyaniyê pir diêşe û her çîrokek ji çîrokên xwe mîna rûpelek ji rûpelên jiyana xwe dibîne. Di vî warî de dibêje: ”Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî berev dikim, bi hev dizelqînim... dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond.. Guneh.. Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin, dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne..”.
Di vê çîrokê de (Serencam), nivîskar navên çîrokên xwe dihejmêre, serhatiya biçûkatiya xwe û birayê xwe Fethî tîne zimên, behsa pîra çîrokbêj û sincoq û beniyan dike. Qedrî can xwe gunehkarê mirina birayê xwe Fethî dibîne. Birastî heger ne ji nivîsandina vê çîrokê biwa, dîroka bûyîna nivîskar, wê ji me ve ne zelal biya.
Qedrî can di destpêka çîroka xwe de (Muhra Silêman), hêvî û lavan dike, ko ew xurtî û hêza helbestvaniya Melayê Cizîrî li nik wî jî hebiwa. Çîroka xwe bi çend xêzên melê dest pê dike. Çîroknivîs dikeve xewin û sawêran , muhra Silêman li nav destên xwe dibîne, Silêman pêxember wî hînî zimanê teba û firokan dike. Nivîskar li dadgeha firokan (goyîn) pepûk û Kund beşdar dibe. Li ser zimanê wan dibêje: ”Şahê min, tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan...ji bav û kalan de ew nêçîra me ne.. gêrik û mûrî jî koleyên me ne,... ne hedê wan e, ko li min gilî bikin û bi min re muhakeme bibin”.Goyîn wekîlê mûriyan rabû û got: ”Çavê xwe veke, efendî! em tovê babilîska bîstane.. îro bendeganî û zandeganî nemaye...her kes serbest û azad e..”.
Li hêviya biryara dadmend e. Lê giriyê kurê wî yê biçûk ew ji vê xewê şiyar kir.
Çîroka (Roviyê xapînok) ji folklorê Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên rovî ne, li ser pepûkî û çavpehinkirina kewk û çêçika mirîşkan ne. Ev çîrok bi zimanekî şêrîn û rewan hatiye hûnandin.
paşgotin :
Qedrî can mamosteyê dibistanê bû. Di gelek çîrokan de, ew bixwe nivîskar/lehengê serekî yên çîrokên xwe ye. Mijarên çîrokên xwe ji civaka Kurdî ya jîwerî wergirtiye. Çi jiyana zarokên dibistanê be, çi çîrokên Kurdî yên kevin, yan li ser zimanê teba û baleyan be.
Li gorî xwendina me ji çîrokên Qedrî can re, diyare xwediyê yek şêweyî ye. Di hemû çîrokên xwe de, astayê hûnandina nivîsandinê pir nêzî hev in. Ji niha/dema niho dest pê dike û xwe bera nav dema bûrî dide, çîrokê şirove dike, dîsa vedigere li ser dema niha û dawiya çîroka xwe tîne.
Li gorî hûnandina çîrokan, em dibînin du asta hene, ev jî du astayên di bahewayê çîroknivîs, dem û çîrokbêjê de, ko ew bixwe nivîskar e, çîrokê dibêje û dipesinîne. Ew hevparê çîrokê ye. Astayên çîrokbêj û bahewayê wî tev li hev dibin.
Bi rastî em naxwazin li ser vê mijarê pirtir bipeyivin, ji ber ev cih ne cihê vê mijarê ye. Emê ji rojên pêş re bihêlin. Tenê me xwest em nerîna xwe -bi kurtî- li ser awayên çîrokên wî diyarkin.
Helbest:
Di dema ko di toreya Erebî de dibistana jîwerî dest pê nebibû, Qedrî can sazkarê dibistana jîwerî ya nûjen di toreya Kurdî de bû. Ala helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyê hildabû jor. Toreya miletê Kurdî bi kok û rehên wê yên resen ve girêdida û ji êmîş û kaniyên welatê xwe vedixwar. Te digot qey dixwaze ji cîhanê re bibêje: (Em in xwedanê şaristaniya kevin di cîhanê de, xwediyê rewşenbîriyeke berfireh in. Em neviyê Cizîrî ne. Li hemberî dirêjahiya bejna demê ne. Em kevn in. Me rehên xwe bera xaka dîrokê dane. Em dikarin bi pêvajoya demê re afrandinên nû û pêşveçûyî di meydana tore û rewşenbîriyê de biafirînin.
Qedrî can serwerê toreya Kurdî ya nûjen e. Bi pênûseke nû xwe bera meydana toreya Kurdî dida û helbesta pêşîn (Reya Teze) di dîroka helbesta Kurdî de dinivîsand. Bi vê afrandinê, ruxsarî û naveroka helbesta Kurdî ji reh û dûvikiya helbestên miletên cînaran birî û riha kir. Heger xwendevan li berhem û nivîsên wî hûr binêrin wê li peyvên nûbûn, nûjenî, nûkirinê varqilin. Mamoste Rojê Lîsko dibêje:”Em dikarin helbestvan Qedrî can sazkarê helbesta Kurdî ya nûjen, digel Şêx Nûrî û pîremerd û Goran bibînin”.
Helbesta Kurdî ya nû, bi şêweya nû, di navbera herdû şerên cîhanê de, bi serkêşiya Qedrî can dest bi gulvedana xwe kiriye. Guhertinin bingehî di helbesta Kurdî de kirine. Berê helbestê ber bi cîhaneke nûtir vekiriye. Helbesta Kurdî ji kêşan û pêlewazên helbesta ‘Erebî qut kiriye. Ne tenê nûbûn di şêwe û kêşan de kiriye, belê nûbûn di ziman, raman, jiyana civakî û ramyariyê jî de kiriye. Bi nerîneke nû li efsane û jiyana civakî dinêrî. Zimanê wî yê helbestî rewan û pir hêsan e. Mijarên helbestên wî bi mijarên ramyarî yên rojane û gerim ve tên girêdan. Em dikarin bibêjin nihrevanê dema xwe bû. Gelek ji helbestên wî bûn stiran, û li ser zimanê gel dihatin gotin. Nemaze helbesta wî ya bi nav û deng (Berzanî Berzanî), (Begê axir zeman), (Loriya Bedirxan), ya pir bi hostayî hatiye hûnandin.
Di sala 1944an de qûnaxeke dîrokî nû di raman û zanyariya Qedrî can de dest pê dike. Nemaze piştî haydariya wî bi ramana Qomonist re, ev diyarde di mijarên helbestên wî de xweş diyarin.
Helbestên wî yên di salên 1930î de hatine nivîsîn, tev kilasîk in. Mîna: (Loriya Bedirxan), (Tabûta bi xwîn), (Cegerxwîn), (Şîn li ser giyanê M.Seyda),û.....
Qedrî can helbestin li ser beg û axan jî nivîsîne. Şerê qata serdest û kedxwer kiriye. Mîna helbestên wî: (Begê axir zeman), (Hesenker)...
Gelek caran Qedrî can helbestên biyanî û bîranînan jî dinivisand. Mîna: (Name ji xortên Cizîrê re), (Xewna hişyariyê), û ... .
Bêguman hemû helbestên Qedrî can li ser Kurdayetî û niştimanperweriyê ne.
Piştî sala 1944an-wek me gotî-qûnaxeke nû di ramana Qedrî can de dest pê dike. Ciwantirîn helbest li ser hin lehengên navdar nivîsandine. Mîna: (Berzanî Berzanî), (Şêr hat welat), (Serokê komara Mehabadê), û....
Çend helbestên ko bi bûyer û demê ve têne girêdan nivîsîne. Mîna: (Çardehê gelawêjê), (Name bo êstegehê radyo Tehran), (Cejna Oktober), û.....
Hin helbestin şoreşgerî û miletperwerî jî nivisandiye. Mîna: (Gula sor), (Niştiman birîndar e), (Karwanê demê), (Li zindanê şoreşa me), (Heyva sor), (Dadê), (Di şorezarekê de) û (Reya Teze) ya bi nav û deng, û......
Wergerandin:
Rewşenbîrekî mîna Qedrî can, jîr û jêhatî, jê nedûr e, ko giringî û pêwistiya wergerandinê jî haydar bibe. Di vî warî de çend karên hêja kiriye. Evî nivîskarî çîroka nivîskarê Misrî (Menfelûtî) ya bi navê (Tayek porê sipî) wergerandiye zimanê Kurdî. Tayek porê sipî linik nivîskar angoya kedxurên Ewropî dide nîşan kirin, welatê mirovê reşik (serî) dibîne. Ango porê reş. Tayê porê sipî cihê xwe di nav porê reş de çêdike. Porê reş, bivê nevê, welatê wî talan dibe.Vêca ji neçarî radestiyê li ber tayê porê sipî dike.
Pertûka rêbarê Rûs Grigorî Pêtrof (Di welatê zembeqê gewir de), li ser daxwaza Dr.Ehmed Nafiz werdigerîne zimanê Kurdî, di rojnameya Roja Nû de, mîna gotaran, perçe perçe, xelek bi xelek dide belavkirin. Qedrî can di pêşgotina xwe de dibêje: ”Ne hewceye ko ez pesnê vê kitêbê bidim...gava xwendevanên me bixwînin ewê bizanin ko ji bona miletê me çiqasî bikêr e. Hêviya min ev e ko miletperwerên me ji dil û can bixwînin û jê ibretê bigrin....
Bi wergerandina her karekî re armancek temîz û bilind heye. Armanca wergêr ji dû vî karî ev e: sûdê ji çanda miletên dî bê dîtin, zimanê miletê Kurdî pê zengîn û dewlemend bibe. Ji hêlekê din ve, serpêhatiyên berxwedana miletekî mîna miletê Finlendî bindest û perîşan, li hemberî zordarên Siwêdiyan pir dirêj û zengîn e. Finlendî welatê xwe bi serkêşiya peyayên zana û hişyar mîna Senleman rizgar kirin. Senleman bi zanîna xwe welatê xwe tev kire Senlemanên jîr û xebatkar.
Qedrî can hêvî dike ko xortên Kurdan jî mîna wan xebatkar û têkoşeran bin, nifşên nû li ser perwerdeyeke niştimanperwerî û kurdayetî xwedî bibin. Welatê xwe yê bindest ji zorkeran rizgar û riha bikin û bi azadî û serxwebûnê şa bibin.[1]
Dilawer Zengi