Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,966
Wêne
  123,433
Pirtûk PDF
  22,047
Faylên peywendîdar
  124,878
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,570
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,733
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Hemû bi hev re 
272,241
Lêgerîna naverokê
Ziman û zimanvanî. Çemik û pênase … Osman Ehmed
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ziman û zimanvanî. Çemik û pênase …
Ziman û zimanvanî. Çemik û pênase …
#Ziman#: şêweyekî ji şêweyên hizrê û derbirînê ye, her di wî demî da rolekî giring yê heyî li dirustbûna hişyarîyê da, çimkî li derveyî zimên, nehişyarî heye û ne dişêt hebît. Dîsan ziman hokarek e bo çespandin û parastina zanînan hatîne komkirin û gehandina wan ji neweyekî bo neweyekî dîtir (Îzedîn Mistefa Resûl.bo ziman 2005)
Ziman: Baştirîn û bi hêztirîn rêya peywendîkirinê ye, firêker bi rêya zimên bi eşkeratir ji her rêyeke dîtir ya peywendîkirinê, derbirînê ji hest û sozên xwe dike, dîsan ziman li gel peydabûna mirovî peyda bûye û her li wî serdemî û heta vê serdemê nûke vê diyardê giringîya xwe hebûye (Ebdulselam Necmedîn Abdullah û Şêrezad Sebrî Elî, Zimanzanîna têwerî, Hewlêr – 2011).

Ziman: Bi dirêjîya dîrokê, weku amîretek bo rengvedan û gêrana dînamîkîyeta guherînên berdewamên jîyana mirovî û yek ji binemayên herî serekîyên pêkînan û bi rêvebirina civak û komelgehên mirovayetîyê bûye. Ev dîyarde, anku ziman di vî çaxê niwî da û hember ewan guherînên bilezên bi ser cîhana serdem da dihên, weku her diyardeyeke dîtir peywendîdar bi mirovî û jîngeha wî ve yê kevtîye ber gefên rastewxwe yên man û nemanê (Doktor Ebdulwehab Xalid – Destêyek bo zimanzanîya piraktîkî, Hewlêr – 2010).
Zimanvanî: Zimanvanî di vekolîna zimên de girîngîyê bi astên wê yên cuda dide, weku dengsazî, peyvsazî, ristesazî, watasazî û piragmatîkê, herwesan girîngîyê bi çawanîya bikarhînana zimên ji alîyê xelkê ve, peywendîya zimanekî bi zimanên dî ve, û werara zimên, karîgerîya zimên li ser civakê, karîgerîya civakê li ser zimên, vekolînên zimanvanîyê li dûv rêbazeke dîyarkirî dihête encamdan wek rêbazên wesfî, dîrokî,berawird, herwesa çendîn biyavên dîtir jî werdigire ( Zimanzanîya têwerî , jêdera berê).

Di pertûka (Linguistics) ya daner (Jean Aitchison), ku weke heybereke (madeyeke) rêbazî (menhecî) ji xwendina bala tê xwendin, dibêje: Ew kesê ku vekolîna (dîraseya) zimanvanî dike bi şêweyekî giştî bi (Linquist) (Zimanvan) nav lê dibe. Herçî peyva (Linquistician) e, ew wateya zanayî zimanvanî digehîne. Peyva (Linquistician) pir hûrbînîtir e ji peyva (Linquist). Peyva ( Linquist) bi temamî mebestê bi zimanvanî nagehîne çunkî ew peyv ji bo wan kesên ku bi çend zimanan dizanin tê gotin, ji vê helwestê, û rewangeyê peyva (linquist) kêşeyekê dafirîne (dixuliqîne) çunkî wek me got zêdeyî wateyekê jê re heye, herwesa ( merc tune ye (Linquistician) zanayî zimanevanî karîbe bi wan hemû zimanan baxive yan jî vekolîne) ji bo wesa li biwarî şarezayî zimanvanî de merc nîne zimanevan rewanbêj be ( بليغ ) di hemû zimanan de belû dibe ezmûnekî firewanî hebe li derbarî cudahîya cûreyên zimanan.

Zimanvanî hejmareke pir babet li xwe digire herweha dijware e, sînorên zimanvanî dîyar bikin. Ev wêneyê li jêr ku li ser şêweyê tekerê tirumbêlekê kêşa bû gelek babetên zimanvanî dixe rû (li wêneyê jimar yek meyze bike). Dîyar e ku dengsazî (Fonetîkis) li navend û nîveka tekerê de ye, dengsazî wataya vekolîna dengên mirov digehîne. Şêweyê herî belav yê bineret û avahîya ziman pênc astan li xwe digire: Dengsazî (Fonetîkis), Rêkxistina dengan (Fonolojî), Peyvsazî û Ristesazî (Sîntakis), Watasazî (Sîmatîkis), çawanîya bikaranînê di biwarê kirarî de (piragmatîsim).
Pêwîst e, zimanvan şarezayekî baş be di biwarê dengsazî de, çunkî ew şarezayî ji bo zimanvanî bi sûd e. Herweha çunkî dengsazî pêzanîneke (mehrîfeteke) pêşîne ya bineretî ye neku beşekî rût be ji alîyê zimanvanî ve. Zanayên dengsazî serederî di gel dengên fîzîkî dikin. Dengên fîzîkî jî ew heyber in (made nin) xav in ku ziman jê dirust dibe. Dengsazîvan vekolînê li ser şûna ziman û diran û jêderên deng dikin di dema çêbûna deng de herweha dengsazîvan tişt inan tomar dikin û li pey pêl û şepola dengan vedikolînin. Her kesê zimavan e, ew pirtir giringî bi wê rêbazê dide ku ziman dadirêje. Zimanvan li şêweyê wê modêlê vedikolîne neku li heyberên (madeyên) fîzîkî ku yekîneyên zimanan jê dirust dibe. li vê derbarê zimanvanê Siwêsrî yê bi navûdeng Fêrdînand Dî Sosor gelekî xweşik cudahîya di navbera zimanvanîyê û dengsazîyê derdibirîne dema berawirdîyekê di navbera ziman û lîstikvanê şetrencê ava dike, di nerîna Dî Sosor de, zimanvan giringî bi livên peyayên şetrencê dide, ku peyayên şetrencê pê radibin herweha li çawanîyeta çespandina peyayên şetrencê li ser wî textî vedikolîne. ji alîyê zimanvan ne girîng ku ew peyayên şetrencê (Melîk û Wezîr … Htd) ji dar dirust kirîbin yan ji acê çunkî keresteyên (madeyên) wan peyayên şetrencê nikarin yasayên şetrencê biguherînin.

Car inan dengsazî û zimanvanî pêkve wek zanistîyên zimanvanî amaje pê dikin, belam dengsazî di asta zimanvanîya giştî de hindek car cihê navendî (merkezî) nagire ji bo vekolînkirina parçeyên din yê zimanan.
Di wêneya yekemîn de, dengsazî (fonetîkis) çarmedor kirîye bi fonolojî (Rêkxistina dengan) herweha fonolojî jî çarmedor kirî ye bi sîntakis.
Cudahîya zimanvanî û rêzimanê lasayî (teqlîdî):
Gelek caran mirov rûbirûyî hindek kes dibe, ku gumana wan ew ku zimanvanî birîtî ye (Îbarat e) ji dibistana (qutabxaneya) kevin û tenê bi qasî navê nuh hatîye zîndî kirin, belê di rastîyê de zimanvanî cudahîyeke bineretî heye ji rêzimanê kevin. Em dikirin cudahîyan bi van xalên li xwar zelal û ruhnî bikin.

Yekem:
Yekem cudahî ku gelekî girîng e, ku mirov derkî pê bike ew zimanvanî wesfê ziman dike, neku emir û fermanê bo ziman der dixe, zimanvan giringî bi wê gotinê dide û neku bi wê pêwîst e bibêje. Zimanvan wesfê hemû alîyên ziman dike, belê bi tu cûreyî hindek yasa danarêje ji bo rastkirinê, bi watayî zimanvan xelkê araste nake ku bi vê yan bi wê peyvê bêjin yan nebêjin, zimanvan çavdêr e, û rastîyan li rewşa zimanî ve tomar dike, belê bi hîç cûreyî ne xwedî biryar e, herçî rêzimanî kevin e, ew bi temamî berûvajî zimanvanî ye. Rêzimanê kevin birîtî bû (îbaret bû) ji çendîn yasa ku rêzimannivîsan dahan yasa didariştin û daw li xelkê dikirin ku li filan şûnê wesa bêjin û li bêvan şûnê wesa nebêjin, bi kurtî zimanvanî wesfê ziman dike herçî rêzimanî kevin e, ew çend yasayek bo ziman datîne divê xelk li pey biçin.

Duwem:
Duwem rêbaza girîng ku zimanvanî ji rêzimanê lasayî (teqlîdî) cuda dike ew e: zimanvan zimanê axivtinê bi ber devikî datîne neku zimannivîsîn. Berê, rêzimanivîsîn girîngîyeke pir bi peyva nivîsandî dida, çunkî peyva nivîsandî dînamîkîyeteke maneweyî heye. Herweha caran xelk rijdbûn (sûrbûn) li ser dariştina ziman li pey bekarhênanî nivîskar here ser beşên demên kevn. Bi kurtî rêzimannivîsên lasayî (teqlîdî) pir zext li ser peyva nivîsî dikir, herwesa nivîseran jî, nivîserên meqam bilind yên pêş xwe bi pêşeng dizanîn her ji bo wesa nivîsên ew nivîskarên mezin bi yasa dihat zanîn û lasayî jî dikirin.

Sêyem:
Sêyem rêbaz ku zimanvanî ji vekolîna lasayî cuda dike ew e; zimanvanî zorê li zimanan nake ji bo li ser binemayê zimanê latînî li qalib bidin. Li ser demên bûrî, deqekî gelekî lasayî (teqlîdî) girêmanî wan dikir ku zimanê latînî dikare ciwarcêweyekî giştî pêşkêş bike, û her ew qalib jî ji bo hemû zimanekî din dibe. Herçî bînayî zimanvanî ye, ew bi hîç cûreyî naşê zimanekî li ser binemayê zimanekî din dabirêje. Bi wata naşê bo nimûne bi çavê zimanê latînî temaşeyê li zimanê Ingilîzî bike. Bi kurtî zimanvanan li dijî wê bîrokeyê rawestîyan û hewilên xwe kirin, ku çiwarçêweyekî giştgîr dabimezrînin, belam hîç bi pêwîstî yan nezanî ku ew çiwarçêwe giştgîrî ye bi rêzimanê zimanê latînî biçe yan bi her rêzimanekî din. Bi şêwazêkî din, zimanvanan zext li ser wê dikirin ku rêzimanê her zimanekî diyarkirî li çiwarçêweya wî zimanê xwe pê şirove bike.

Bi şêweyekî din zimanvan çavdêrîya diyardeya zimanvanîyan dike neku pişkdarîyê dike her wek zanayekî civakî carekê ji wê barê (حالة) bi qerf gava gotî: Zimanvan bikarhênerê zimanan in neku berhemênerê zimanan in.
Em dikarin çemkê (مفهوم) zimanvan bi zanayê mûsîqa bişivtînin. Zanayê mûsîqa dikare şiroveya konşîrtoya pîyano bike ew jî bi rêya pîşandan û xistinerûya eger û ramanê (مغزى) stiranan û harmonîya (تجانس) awênekirina awazan, belam merc nîne ew kesê han karî be bi xwe konşîrto bilîze, çunkî ev ne erkê wî ye, belkî erkê pîyanûjen e. bi wî karî radibe. Tîyorîya mûsîqa heman peywendî li gel mûsîqa cîhanî li xwe digire herwek çawa zimanvan jî heman peywendî li gel ziman heye.
Kartêkirina zimanên hev xêzan li ser hev û din, kargerîyeke metirsî ye ji bo her du zimanan, çimkî hest pê nayê kirin û metirsîyên mezin li ser yekî ji her du zimanan heye, wekî zimanê kurdî her ji kevin de kevtîye bin kartêkirina zimanê Farisî, û nexasma diyalêkta kurmancîya naverast (Soranî), ku heta nuha jî kartêkirina wê di peyv û destwajeyan de heye, belê Kurmancîya jor ku kevtî bû ber gef û kartêkirina zimanê Erebî, ji ber ku her zimanek ji xêzanekê ye.

Li pey gotina (Kiror Hadsin) her wek jê hatîye veguhestin, dibêje: peywendî û vêkkevtina zimanan ji bo maweyekî dirêj dibe egerê guherînên mezin di zimên de, bi taybetî li wê demê ku yek ji wan zimanan ji alîyê siyasî yan ji alîyê axivtinkeran ve yê zal û serdest be.
Li vir jî pêwîst e, em amajeyê bi gotina vekoler Doctor ( Fû’ad Heme Xorşîd) bikin ku eşkera dike û dibêje: Kartêkirina zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî ji egerên nebûna sînorekî vebir yê cugrafî ye, ji her parçeyekî li her welatekî, çi sînor di navbera wan ziman û zimanê Kurdî de nînin ku kartêkirinê lê nekin.
Guherîn û gorankarî: Guherîn yasayeke sermedî ya vê sirûştê ye, jîngeh roleke bilind di arastekirina şêwazê guherînê de dibîne. Ji lew re ziman diyardeyeke sirûştî ye, bi jîngehê karîger dibe, û ji vê karîgerîyê hemerengîya zimên ya taybet peyda dibe, zimanê komelgehan bi rêya jîngehê tê nasîn û ji vê nasînê devok û zarawa dirust dibin, û paşê jî zimanên komelgehan (komên mirovan). Zêdebarî ziman tex û çînan, zimanên taybetmendîyan û pîşeyan. Ziman bi hemî awa û şêwezarên xwe ve, yan jî bi giştî nûneratîya şaristanîyet û neteweyan dike û helgirên keltûr û rewşenbîrîya civakîya miletan e .

Ziman li jêr karîgerîya civakê de ye, guherînên civakî, guherînan di zimên de jî peyda dikin . Heger hat û guherîna civakê gelekî mezin be , ev dê guherînên mezin bi ser zimên de jî bînin.
Guherîna dengan di navbera zimanên cîran de:
Heta nuha tu vekolînên berfireh li ser guherîn û werara dengan di zimanê Kurdî de nehatine kirin, lê çend guherînên girîng û berçav di zimanên Îranî hatîne baskirin û polandin.

Jêdergeha dengan û tîpan:
Wekî em ji wêneyê derçûna tîpan ya dengê Ingilîzî û ya dengê Erebî jî ku her kom wek em dibînin ji çend tîpan pêk tê, ew jî dibin endamê wê komê û her endamek (Tîpek) ji koma xwe dişê bikeve şûna endamekî din wekî ku Ingilîzî dibêjin (Suitable) anku avend û guncav e, lê bi nerîna min ne wesa tenê, belê rewa û yasayî ye. Paşê di guherînê de peyveke ji hêla şêwaza nivisînê ve peyveke nuh diyar dike, lê ji hêla watayê ve heman watayê werdigire! Mirovê kare bêje ku ji vir weke selmandineke zanistî û bê gerd dipejirîne û zarav yan jî zarava ji yek zarî (zimanî) xwe dispêrin vê rêbaz û yasayê ( dubare dikim yasayî ye).

Cihê derçûna (jêdergeh) tîpan ya zimanê Ingilîzî
Cihê derçûna (jêdergeh) tîpan ya zimanê Erebî
Kategorîyeke biçûk ji bo pênasîna jêdergehê dengan:

Gewrî حلق الانسان Hundirê devê heta bigehîje lûleya zengelorkê
Zengelorka mirov حنجرة الانسان Lûla gewrîya mirov
Lam عظم الفك Argûşk – Argûşkê mirov
Melaşû حنك: سقف الحلق او اعلى باطن الفم Erzînk: pehnika dev yan jî esîmanê devê mirov, devgewrî
Pidû اللثة Pidî yan jî alûne, pidûya devê mirov ew goştê ku diran di argûşkê (çengoyê) de cih digire.


Em dikirin hemî tîpan pol polî bikin (babet babetî, pile bikin) li gora cihê derçûnê ji devê mirov (Manner of Articulation) (طريقة النطق) li ser van koman:
Tîpên ku ji gewrîya û bi nîşan jî ji zengelorkê (W, Y, H, X), lê tîpa (X) hindekî ji zimanê biçûk tê de kartêkirinê dike.
Tîpên ku ji navbera her du lêvan derdiçin (B, M, P).
Tîpên ku ji lêva jêrîn û serê pidûya diranên jor derdiçin (F, V).
Tîpên ku ji pişta serê ziman û pidûya diranên jor derdiçin (T, D)
Tîpên ku ji serê ziman û pidûya diranên jor derdiçin (Z, S, Ş)
Tîpên ku nîveka ziman û her du alîyên wî bihingivine erzînkê hingê ev kom (C, Ç, J) ji tîpan derdiçin.
Tîpên ji serê ziman û pidûya reha diranên jor derdiçin (L, N, R) lê belê tîpa (R) hindekî ziman tê de şist dibe.
Tîp in dagirtî yan girtî ne, teqîner û berz in, (K, G) bi bilindbûna nîveka ziman û bi hingavtina nîveka erzînkê ya herî jor û hindek ji bê li paş xwe girtî dihêlin.
(Z, S, Ş) Ji bo derkirina vê tîpê zimanê mirov nagehîje erzînkê anku pê ve nahinguve belê zerekê biçûk dihêle ji bo derçûna deng û bayê devî.
(F, V) Deng in mirî ne, bi bilindbûna lêva jêr heta ku bihingive serê diranên jor û bi derçûna bayî ji navbera wan hingê ev tîp tên bihîstin. Ev her du ji tîpên lêvê ne, û di hemî zimanê jinavçûyî de pêvguherîna wan tiştekî asayî bû. mirov dikare bêje ji heman jêderê ne, çimkî jêdera wan pir nêzîkî hev in.
(L, N, R): Deng in bilind in, bi bilindbûna kevîya ziman ya pêşî û hindekî çemandina wî ji aliyê hundir ve û hingavtina zimên bi reha diranên jor ya beramberî wê kevîyê û bi derçûna hindek bayî ji aliyê her du kêlekên ziman ve derdiçin, hema mirov dikare bêje ku ji heman jêderê ne.

Dêmek, li gora jêdergeha mirovê Kurd em dikarin wêneyekî ji cihê derçûna tîpan herweku ya Îngilîzî û ya Erebî em jî ya xwe çê bikin.
Ji hêleke din ve, heger bû û mirov bixwaze ji komeke din ya cihwar deyn bike, ew jî rewa ye lê ne yasayî ye çimkî ev dikeve navbera du zimanê dûrî hev û din.
Li ser vê parvekirinê em dikarin di (Phonology) (علم الأصوات التطبيقي) tiştekî dibînin bi navê (Phoneme) (صوت وظيفي) ku hebûna wê wateyê diguhêre.

Bo nimûne:
Di ziman Erebî de du peyv wek (سراب / شراب) li vir û di her du peyvan de (S = (س deng e, û (Ş = ش ( deng e, û her du deng wateya peyvê diguherin, lew re her yek ji van dengan dibe (Phoneme) (صوت وظيفي).
Di ziman Ingilîzî jî wekî ku em di van peyvan de dibînin (Bit/Pit) ku tîpa (b) deng e, û tîpa (p) jî deng e, û her du deng wateya peyvê diguherin, lew jî her dengek ji wan dibe (Phoneme).
Belê di zimanê Kurdî de gelek peyv hene bi guhertina dengan çu guhertin di wateyê de nade û her wate weke xwe dimîne.
Nimûne: ji komika yekem û ya duwem mirov dikare di van her du peyvan de (Pinpinîk = Minminîk) tîpa (P) bi ya (M) biguhere û ev jî nabe (Phoneme) wek ya Erebî û Ingilîzî yê dide.
Ev lêkolîn ji bo peyvnasî û peyvsazîyê derfeteke berîn e, ku mirov li ser bixebite, di navbera her fonêm (deng û tîp) de ji heman komê de cudahî û cîyawazî nîne.

Koma 1 Koma 2 Koma 3 Koma 4
Ap = Am Mam = Pap Gazind = Gazinc Rût = Rûs Şol = Şor
Bêjer = Wêjer Tomik = Tovik Cêz = Dêz Sirsirk = Çirçirk Melhem = Merhem
Nivêj Nimêj = Niwêj Dirop = Dilop
Qebare = Qeware Dem = Dev Circî = Cirdî Birsî = Birçî Tilm = Tirm: xest
Pinpinîk = Minminîk Paris = Faris Circ = Cird Sênî = Çênî Girover = Gilover
Şem = Şew = Şeb Spîd = Sfîd Şev Sîn = Çîn
Bav = Baw = Bab = Bam Darsîn = Darçîn
Hêwî = Hêmî Cêmîk = Cêwîk Çater = Sater
Baran = Waran
Behar = Wehar
Beraz = Weraz
Vajî = Wajî

Di van nimûneyan de peyvên ji Kurdî ku bûne Erebî yan jî Farisî bi vî şêweyê jêrîn zelal bikin:
Kurdî Farisî Erebî
Xem Hem
Hevîr = Xevîr Xemîr
Hene Xene Hine
Hor Xor
Xanim Hanim Hanim
Hemrîn Xemrîn Xemrîn
Hûrde Xûrde
Ax Ah
Kurdî Farisî Erebî
Masî Mahî
Wesa Weha
Deh Des
Sûd Hûd
Hesin Ahin
Hind Sind
Esmer Ehmer

Li gorî vê xişteyê dîyar dibe ku zimanvanî bayex û pûteya mayîndeya bi zimanê kurdî girêdaye bi karkirina zimên ve, û zêdetir karkirin li ser pêşveçûna zimanî ji her alîyekî zimanvanîyê ve, û her ziman berdewam di guherînê da ye, guherînên bi jîngeha her zimanekî de tên. kartêkirina xwe li zimanê wê jîngehê jî dikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,960 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | welat-press.com
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-03-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 21-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 22-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,960 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.703 çirke!