Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,546
Wêne
  123,861
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,501
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Tevî êrişên hovane jî şêniyên Zirganê li ser xaka xwe ne
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Tevî êrişên hovane jî şêniyên Zirganê li ser xaka xwe ne
Tevî êrişên hovane jî şêniyên Zirganê li ser xaka xwe ne
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Zirganê didomin. Ev êriş ji bo valakirina navçeyê pêk tên, lê şênî bi israr in ku tevî şert û mercên dijwar jî jiyana xwe li ser xaka xwe bidomînin.
Ji dema êrişên dagirkeriya Tirk li ser bajarên #Serêkaniyê# û #Girê Spî# yên 9’ê Cotmeha 2019’an ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane Zirganê topbaran dikin. Armanc ji van êrişan valakirina navçeyê û guhartina demografiya wê ye.
Topbaran herî zêde li ser van avahî û deveran pêk tên; şaredariya gel, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, navenda meclisa navçeyê, navendên tenduristiyê yên wekî Nexweşxaneya Zirganê û Tora Pêwendiyan. Her wiha dikan û malên welatiyan jî dikin hedef.
Tevî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, şêniyên Zirganê bi israr in ku li ser axa xwe bimînin.
Welatiyê bi navê Mihemed Sedûn êrişên dagirkeriyê yên ku rojane navçeyê dikin hedef û yên bi hewldana koçberkirina şêniyan şermezar kirin û wiha got: Eger temenê wê jiyana min be jî ez ji mal û axa xwe dernakevim. Mirin ji dagirkirina xaka min, çêtir e.
Welatiyê bi navê Adil El Xidir ê ku xaniyê wî ji ber topbarana dewleta Tirk wêran bûye wiha got: Tevî vê yekê jî ez dest ji axa xwe bernadim.

'RÛSYA Û AMERÎKA SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIBÎNIN, LÊ BÊ DENG IN'
El Xidir bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha pê de çû: Rûsya û Amerîka sûcên dewleta Tirk a dagirker dibînin, lê li hember vê yekê bê deng in.
Welatiyê bi navê Ilyas Şiwêx jî wiha got: Topbarana domdar a dewleta Tirk a dagirker malên welatiyan dike hedef, lê em dev ji axa xwe bernedin.
Girêdayî mijarê, şaredariya gel xebatên xizmetguzariyan berdewam dike, da ku xebatên welatiyan bi rê ve bibin û pêdiviyên wan dabîn bikin. Ji ber di 5’ê Cotmehê de avahiya şaredariyê hate topbarankirin û ji xizmetê derket. Li ser vê yekê berpirsê nivîsgeha pîşeyî ya Şaredariya Zirganê Ebdulezîz Hesen wiha got: Şaredariya Gel a navçeya Zirganê hate hedefgirtin û ji xizmetê derket. Ji bo berdewamkirina kar û xizmetkirina welatiyan, em neçar man ku biçin cihekî din.
Hesen wiha lê zêde kir: Hinek ji projeyên ku şaredarî li ser dixebite; qîrkirina, sererastkirina rêyan, xîzkirin, xebata xizmetkirina gundan bi ava bîran.
Hesen wiha pê de çû: Ya herî girîng ji van projeyan, projeya guhertina jenetorên ava li gundên Um Mehrmele, Rebîat Xerbî û Enabiye ye. Her wiha projeyên qîrkirina rêyên gundên zirar dîtine.
Hesen her wiha got: Topbarana domdar a li ser navçeyê karê me asteng dike. Projeya sererastkirina rêya gundê Besîs heye, lê ji ber hefedgirtina rasterast a li ser gund pêk tê, em nikarin projeyê temam bikin.
Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: Tevî topbarana domdar û hedefgirtina rasterast a welatî û karmendên saziyan, lê ji bo xizmeta gelê xwe ev sê sal in em li Zirganê kar dikin.
Li aliyekî din jî endamê meclisa navçeya Zirganê Ezîz Temo bal kişand ser topbarana rojane ya li ser navçeyê.
Temo destnîşan kir ku topbarana artêşa Tirk a dagirker welatî û navendan xebatê yên navçeyê dike hedef, weke firin, stasyonên sotemeniyê, şaredaiya gel û meclisa navçeyê. Du stasyonên sotemeniyê ji ber hedefgirtina rasterast, ji xizmetê derketin.
Temo axaftina xwe wiha domand: Şêniyên Zirganê bi ax û malên xwe ve girêdayî ne. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji topbarana domdar a li ser navçeyê, valakirina navçeyê ji niştecihên wê yên resen û dagirkirina wê ye.
Temo tekez kir ku meclisa navçeya Zirganê li gorî derfetên berdest, pêdiviyên pêwîst ji xelkê re dabîn dike, wek av, kehrebe û nan û wiha lê zêde kir: Heya ji dest me tê, em hewl didin firina navçeyê nesekine.
Zirgan girêdayî bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ye û 30 km dûrî wê ye. Her wiha 20 km dûrî navçeya Til Temirê û 70 km dûrî navçeya Dirbêsiyê ye. 72 gund jî girêdayî wê ne.[1]
ANHA

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,634 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,634 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.110 KB 22-10-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!