Nivîskar û rojnamevanê ji Mexribê Ebdulnebî El Şerat got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên banga edalet û mafên xwe dikin, bêçarebûna wê nîşan didin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî wek nîşaneya erêkirinê bi nav kir.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (#NPG#) roja 18ʹê vê Cotmehê bi daxuyaniyekê nasnameyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, eşkere kirin. NPGʹê diyar kir ku ji ber bêdengî û piştgiriya navneteweyî ev êriş dewam dikin.
ʹGERÎLA BANGA EDALET Û MAFAN DIKEʹ
Nivîskar û rojnamevanê ji Mexribê Ebdulnebî El Şerat diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên banga edalet û mafê xwe dikin, bêçarebûna wê nîşan dide.
El Şerat got bikaranîna çekên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, nayê qebûlkirin û wiha domand: Lê pirsa herî girgîn ev e; çima dewletên cîhanê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêxistineke ku banga mafên xwe yên rewa û naskirina wê wek neteweyeke xwedî zimanekî taybet, çandeke taybet û û baweriyeke taybet dike, bê deng in? Wekî tê zanîn em rojane dibihîzin ku li dewletên cuda yên cîhanê, di serî de yên mezin protestoyên berfireh tên lidarxistin. Ev çalakî li beramberî ku tiştên ku Tirkiyê li dijî beşeke vê civakê pêk tîne, pir kêm in.
El Şerat îşaret pêk kir ku bêyî erêkirina dewletên mezin dewleta Tirk nikare çekekî bi kar bîne û got divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî van kiryaran şermezar bikin.
ʹTIRKIYE PLANÊN XWE DIDOMÎNE Û BDENGIYA NAVNETEWEYÎ ALÎKARIYÊ DIDE WÊʹ
Têkildarî sedemên ku dihêle dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar bîne, El Şerat got: Dibe ku sedema bikaranîna çekên kîmyewî bêçarbûna wê ji ber bikaranîna çekên din ên sivik be. Sedema din zelal e; gelê Kurd ê ku banga mafên xwe yên rewa dike, têk bibe.
Nivîskar û rojnamevan Ebdulnebî behsa planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li tevahî herêmê kir û wiha dom da axaftina xwe: Tirkiye hewl dide serweriya xwe li tevahî herêmê ferz bike. Îsbata vê yekê; planên wê Sûriyê û hin dewletên derdorê digirin nava xwe. Madem civata navneteweyî li hemberî van planan bê deng e, Tirkiye de planên xwe yên mêtîngeriyê dewam bike, dixwaze Împaratoriya Osmanî ku navê xîlafeta îslamê lê dike, pêk bîne. Lê ev yek dê pêk neyê.
Ebdulnebî El Şerat di dawiya axaftina xwe de got divê Tirkiye ji bo aştiya navxweyî kar bike, ev yek bêyî naskirina mafên rewa yên gelê Kurd dê pêk neyê.[1]
ANHA