Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku hebûna çeteyên #DAIŞ#’ê û şaneyên wan ên veşartî li herêmê, metirsiyê çêdikin û gotin parastina herêmê ji wan berpirsiyariya hemiyan e.
Bi armanca têkbirina aramiya herêmê, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hemwextî êrişên dagirkeriya Titk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên xwe zêdetir dikin.
Di 13’ê Cotmehê de, endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (#PYD#) Mihemed Bozan ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve, dema ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Elosê hat hedefgirtin.
Li beramber wê, hêzên leşkerî û ewlehî li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên xwe didomînin.
Ev operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji aliyê şêniyan ve bi awayekî erênî tên nirxandin û bangên zêdekirina operasyonên wiha tên kirin.
Der barê mjarê de, welatiya bi navê Elya Muhcim El Ezawî ya ji taxa Xiwêran a Hesekê wiha axivî: “Berxwedana QSD’ê di aliyê leşkerî de ya herî xurt bû, ku karî li xala herî dawî ya DAIŞ’ê, li Baxozê dawiya wan bîne, her wiha gelek êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê jî têk birin.”
Elya El Ezawî sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê herêmê şermezar kirin û got: “Dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê, şêniyan hevkariya hêzên leşkerî kir. Hîn jî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li herêmê hene, bûyerên girtîgeha Sînaa jî nîşana wê yekê didin.”
Elya El Ezawî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li kêleka hêzên leşkerî û bi taybetî Hêzên Ewlehiya Hundirîn bisekinin da ku şaneyên DAIŞ’ê bi dawî bibin.
Her wiha, welatiyê bi navê Ebdullah Tela destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî li herêmê, ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê ji bo hemû gelên cîhanê metirsiyê çêdikin û got: “Hebûna DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye, ji ber ku QSD`ê depoyeke çek û cebilxaneyê ya çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Til Hemîsê dît.”
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê da zanîn ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Îlona borî de hejmareke mezin a çek û cebilxane û teqemeniyê dît ku ji bo amadekirina şaneyên DAIŞ’ê li gundê Qîrwan ê başûrê Til Hemîsê ya Hesekê hatibû veşartin.
Tela bang li gelê herêmê bi giştî û eşîrên ereb bi taybet kir ku li kêleka hêzên leşkerî bisekinin û piştgiriyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi wan re alîkar bin.
Di dawiya axaftina xwe de, Tela spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dar xist û destnîşan kir ku ew pêngav encamên baş bi dest xistin û teqezî bi girîngiya zêdekirina hemleyên bi vê rengî, kir.
Di 25’ê Tebaxa borî de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê destpêkirina qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Hol a rojhilatê bajarê Hesekê ragihand, ku di 17’ê Îlona borî de jî bi dawî bû.
PARASTINA HERÊMÊ ERKA HEMIYAN E
Welatiyê bi navê Ebdulselam Ewad destnîşan kir ku ewlehiya herêmê erka hemû şêniyan e, ku ji bo parastina wê ji metirsiya çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan divê bi hêzên leşkerî û ewlehî re bibin alîkar.
Ewad bang li şêniyan kir ku piştgiriyê bidin hêzên leşkerî; da ku şaneyên DAIŞ’ê bi temamî bi dawî bibin, ji ber ku ew li seranserî cîhanê metirsiyê çêdike.[1]
ANHA