Hawar a Kurdî.
Nuri Fırat.
Bedirxan, di Sibata 1942an de, di kovara Hawarê de bi navê Herekol Ezîzan nivîsek bi sernava “Zilamek û Zimanek” nivîsandibû.(1) Zilam, Elyezer bin Yehûda yê Cihû bû û ziman jî, zimanê Cihûya yê kevnare Îbranî bû.
Bedirxan, di nivîsa xwe de bal dikişand û digot, “zimanên mirî û zimanên zindî” hene. Wek mînak “li Ewropayê latinî, li rojhilatê nêzik Îbranî zimanên mirî bûn.” Lê cudahiyek gelek girîng heye di navbera van herdu zimanan de. Lewra “Îbranî êdî ne zimanekî mirî, zimanekî zindî ye.”
Zimanê Tewrata pîroz û qedîm Îbranî, rastî, ji ber ku dîsa bibe zimanek zindî, ango di nav mileteke de bê axavtin û şixulandin, pêwistiya xwe bi mucîzeyek ango xebatek taybet hebû.
Di salên 1880an de xortek Cihû bi navê Elyezer bin Yehûda bi xebat û keda xwe a mirov dikare bi hesanî bibêje ku ne ji rêzê, wê mucîzeyê pêk anî. Bin Yehûda di dema xortaniya xwe de didît ku, gelek milet ji bin nîrên zordaran xilas dibin û dibin xwedî dewlet û azadiyê. Ew jî li ser halê miletê xwe difikire û dawiya dawî de têdigihije fikreke û dest bi xebata xwe dike. Celadet Elî Bedirxan wiha dinivîse:
“Xortê Cihû qerara xwe da û di dilê xwe de got: ‘divê Cihû vegerin welatê pêşiyên xwe; welatê kurên Israîl, û dîsan divê ku Cihûyan jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê biaxivin. Ev ziman jî zimanê pêşiyan, zimanê Îbranî ye.”
Miletê Cihû li gelek welatên dinê belav bibûn û di dema Elyezer bin Yehûda de êdî xwedî zimanek xweser nebûn, zimanê dê û bavan ji bîr kiribûn û ew ziman êdî di nav zimanên mirî de dihat hesibandin. Loma Cihû li kîjan welatê bin bi zimanê wan diaxivîn.
Elyezer bin Yehûda ji ber vî rewşê gelek eciz dibe, lê ev rewş hêviya wî naşkîne, bilakîs serhişkî û wîna wî ya ku bo milet û zimanê xwe ji nû ve rake ser pêyan û zindî bike, hîn xurtir dibe. Beriya her tiştî bi xwe zimanê mirî Îbranî hîn dibe, pişt re fikrên xwe yên netewbûyînê bi miletê xwe re parve dike. Bêguman ev xebata wî bi hêsanî nameşe, ji bilî her tiştî miletê wî bi xwe pê henek dikirin û jê re digotin, ev zilam dîn e.
Kurt û kurtasî ev zilamê “dîn” li gel gelek zor û zehmetiyan û bi jiyanek xizanî xebatên xwe domand û encamên gelek girîng û dîrokî bi dest xist. Wek Celadet E. Bedirxan gotiye, “di sala 1922an de gava Elyezer bin Yehûda mir zimanê Îbranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû zimanê miletekî.” (2)
Niha pirsên me ev in: Min çima behsa vê nivîsa Celadet kir û Bedirxan jî çima li ser Elyezer bin Yehûda nivîsiye?
Serî de ez bi pirsa duduyan dest pê bikim.
Gorî Celadet Bedirxan, hikayeta Elyezer bin Yehûda “derseke mezin” e û “herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin.” Loma Bedirxan jî bi gotina “Kurdîno” bang li Kurdan dike.
Lê banga Celadet Bedirxan, mirov dikare ji du aliyan ve binirxîne.
Yek, zimanê Kurdî, wek zimanê Îbranî, ne zimanek mirî ye û jixwe, bi gotinên Bedirxan, “em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me jî vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.”
Ev tespîtên Bedirxan ên salên 1940î nin û bi taybetî dixwazim bala we bikişînim ser, lewra şûn de ez ê bo meseleyek girîng a îro dîsa wegerim ser van gotinan.
Piştî van tespîtan Bedirxan, ji Kurdan daxwaz dike ku, “bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.” Loma hikayeta Elyezer bin Yehûda bo Bedirxan wek îbretek e, ango dersek mezin e.
Lê ne tenê ev, wekî min gotibû adresa banga Bedirxan a duyemîn jî hebû.
Gorî Bedirxan, wî dema vê nivîsê nivisîbû, “piraniya kurdan bi tenê bi zimanê awe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyvin. Lê nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hikdikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berê ewilî hînî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyezer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.”
Dema mirov binêre, mirov dikare bibêje ku banga Celadet Elî Bedirxan a ku ji hikayeta Elyezer bin Yehûda sûd girtiye, esasî bo van kesan in, ango bo “hindikahiyê” ye. Lewra Kurd piranî jixwe Kurdî dizanin, diaxivin û gelek ji wan jî bilî Kurdî tu zimanê nizanin; lê heman tişt mirov nikare bo hindikahiya li derveyê welat bibêje, wan hem zimanê xwe, ji bîr kirine, hem jî hewldanek wan tune ku zimanê Kurdî hîn bibin û bidin jiyîn.
Loma Bedirxan gelek bi gotinên tûj dibêje ku, “Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anine û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.”
Piştî van gotinan Celadet Elî Bedirxan, rê jî nîşanê van kesên tevlî hindikahiya derveyê welat in, ango li xerîbiyê ne dide û wiha dinivisîne:
“Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî wisa biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”
Gorî nêrîna min, ev nivîsa Celadet Elî Bedirxan, ne tenê bo hesassiyeta xwedîderketina ziman girîng û balkêş e; herwiha di rewşa îro de mirov dikare bi awayek cuda binirxîne, ku ev jî ji bo heman armancê pêwîst e. Ez behsa zimankujî dikim. Di vî çarçoveyê de gorî min, nivîsa Bedirxan, hem gelek daneyên demî yên girîng dihewîne, hem jî mirov dikare di şert û mercên îro de herdu bangên Bedirxan, ên ku cudahî di navbera wan de hene, bike yek deng û li ser yek navnîşanek ji nû ve bilind bike.
Berîya behsa vê meseleyê bikim, dixwazim çend daneyan bi we re parve bikim, ku çima ez dibêjim zimankujî…
Di demên berê de li Tirkiyeyê dema nifûs dihat hêjmardin, pirseke jî bo ziman dipirsîn, bi wî awayê dixwestin nexşeya etnîkî derbixin holê. Dema ez behs dikim di navbera salên 1927an û 1965an de bû. Gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk, di hijmartina 1927an de 1.184.416 kesan zimanê xwe yê mader wek Kurdî eşkere kiribûn. Di salên 1935, 1945, 1955, 1960 û 1965an de jî nifûs hatibû hêjmardin û heman pirs hatibû pirsîn. Herî dawî 1965an de hêjmara kesên bi Kurdî diaxivîn wek 2.219.504 hatibû diyarkirin. (3)
Bi rastî mirov nikare bi hêsanî bawerî bi daneyên fermî yên dewleta Tirk bîne, bi taybetî jî yên wan salên min behskirin. Lewre gorî dewleta Tirk, Kurd tune bûn, yên ji xwe re digotin Kurd jî eslên xwe Tirk bûn! Ji bo vê polîtîkaya xwe ya dijî Kurdan serdest bike û bide qebûlkirin dewleta Tirk, hemû amûrên polîtîk, aborî, leşkerî, çandî û wekî dîn bi kar anî. Bêguman, dema dewleta Tirk dixwest nexşeya etnîkî derbixe, niyeta wî ne qebûlkirina miletên ne Tirk bû; bilakîs dixwest ku serkeftin û encamên polîtîkayên xwe yên demê bibîne û ji nû ve muqayese bike û herwiha rê û rêbazên asîmîlasyonê yên nû pêş bixe. Loma mirov dikare bibêje ku, bo vî niyetê hewcedariya wan bi daneyên rast hebû. Li aliyê din, wan deman de derfetên dewleta Tirk jî ne zêde bû ku bigihije her dewerên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê û encamên teqes bi dest bixe. Bi kurtî, ev hêjmaran bi pirsgirêk in. Lê dîsa jî mirov dikare çend tiştan bibêje.
Gorî daneyên Tirkiyeyê, Kurdî zimanê duyem ê herî zêde tê axavtinê ye û wek nifûsa Kurdan hêjmara kesên gotine bi Kurdî diaxivin jî her çûye zêde bûye. Li vir bala we jî kişandiye, hêjmara Kurdan û kesên bi Kurdî diaxivin bi zanebûn cuda nîşan didim. Lewre ev herdu tişt cuda ne, wek îro jî dema em behs dikin, em dibînin ku nifûsa Kurdan zêde, lê hêjmara kesên bi Kurdî diaxivin kêm bûye.
Em werin ser rewşa îro… Gorî gelek netewperwerên Kurd, tenê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê herî kêm 20 mîlyon Kurd hene. Gelek caran behsa reqemên cuda jî hatiye kirin. Hinek lêkolîn jî hene, wek mînak Saziya Lêkolînê KONDA… Gorî daneyên KONDAyê yên 2018an, ji 13 mîlyonê zêdetir kesan nasnameya xwe wek Kurd diyar kirine.(4) Herî dawî li ser medyaya civakî hinek dane, ku aîdê Enstîtûya Kurdî ya Swêdê ne, hatin belavkirin. Li gor van daneyan jî tenê li Tirkiyeyê 32.812.439 Kurd dijîn û li seranserê Cîhanê bi giştî jî hêjmara Kurdan 70 mîlyon in.
Bi rastî daneyek teqes tune ye, ku mirov bi hêsanî bibêje evqas Kurd hene, ji wan jî evqas li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dijîn. Lê texmînî be jî, ev daneyên min behs kiriye, ji bo bersiva vê pirsa hanê pêwîst e:
Îro çend ji wan 13 mîlyon, 20 mîlyon an jî 32 mîlyon Kurdên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi Kurdî dipeyvin?
Bo vê pirsê jî li çend daneyên din binêrin.
Navenda Xebatên Kurd û Saziya Lêkolînê RAWEST, di çarçoveya xebata xwe ya bi navê ‘Nexşeya Ziman’ de, di Nîsana 2022an de, encamên lêpirsînek bo raya giştî belavkirin. (5)
Li Riha, Mêrdîn, Amed û Wanê bi 5 hezar û 96 kesan re hevdîtin çêkirine û bi vî awayê xwestine hesassiyeta bo ziman diyar bikin.
Gorî lêpirsînê, ji %73an gotine bila zimanê Kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê duyem ê fermî bê qebûlkirin. Ji %79an gotine di dibistanan de bila dersên zimanê mader hîn dikin hebin. Ji sedî %80an jî gotine şaredariyên bajarên Kurd tê de zêde dijîn bila Kurdî xizmet bikin.
Ji kesên tevlî vî lêpirsînê bûne nezî ji %90 kesan bersiv dane ku, di merhaleyên cuda de be jî, bi Kurdî dikarin biaxivin û ji Kurdî fêm bikin. Lê wek sê nifşan mirov van beşdaran bigire dest, wê çaxê mirov dibîne ku nifşên navîn bi dê û bavên xwe re zêdetir bi zimanê mader diaxivin. Lê heman rêje, dema bi zarokên xwe re diaxivin ji 4an 3ê kêm dibe, ango ji %75 kesan bi zimanê Tirkî bi zarokên xwe re dipeyvin.
Mînaka Amedê… Ji 3 beşdaran yekî bersiv daye ku bi dê û bavê xwe re tenê bi zimanê zikmakî ango mader xeber dide, ji sedî dehan jî tenê bi Tirkî. Lê dema bi jin û mêrên xwe re an jî bi dergîsên xwe re diaxifin, hêjmar dadikeve rêjeya %12an. Li gel vê, hêjmara Tirkî derdikeve %20an. Kesên derveyî van hêjmaran jî, ango piraniyan kesan jî gotine Kurdî û Tirkî dipeyvin. Gorî van encaman mirov dikare bibêje ku zimanê evînê li Amedê bûye Tirkî. Herwiha di nav nifşên ciwan û zarokan de jî axavtina bi Kurdî her diçe kêm dibe.
Daneyên di dirûvê van daneyan ji aliyê Handan Çağlayan (2014) ve jî hatibûn tespîtkirin. Çağlayan bi piştgiriya Enstîtûya Lêkolînên Polîtîk û Civakî Diyarbekir, ango DİSAyê li ser heman mijarê xebitîbû û di 2014an de encamên lêkolîna xwe bi raya giştî re parve kiribû. Loma sernavê lêkolîna Handan Çağlayan, gelek watedar bû: “Heman Mal, Zimanên Cuda” (6)
Dixwazim daneyek din jî bi we re parve bikim. Navenda Lêkolînên Civakî Dicleyê, ango DİTAMê jî 2012an de daneyek bi raya giştî re parve kiribû. (7) Gorî vê, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 2 mîlyon kes tenê bi Kurdî diaxivin. Piraniya Kurdan Kurdî û Tirkî dikarin bipeyvin, lê bi taybetî piraniya Kurdên zimanê xwe bi temamî ji bîr kirine li metropolên Tirkan dijîn û hêjmara wan gelek in.
Wezîrê Perwerdeyê yên Tirkan jî daneyek belav kiribû. Gorî Wezîr, di Çile û Sibata 2022an de, li temamê dibistanên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê tenê 20 hezar û 265 xwendevanan dersa hilbijartî ya Kurdî xwestibûn. (8) Wek tê zanîn, gelek şexsiyet û saziyên Kurdan di heman demê de bo hêjmara xwedevanan zêde bibe gelek çalakî pêş xistibûn. Lê encam ev bû.
Belê daneyên min xwest bi we re parve bikim, ev bûn. Bi giştî van daneyan nîşan didin ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hêjmara nifûsa Kurdan zêde dibe, lê heman demê de hêjmara kesên bi Kurdî dipeyvin kêm dibe. Ev, tiştek gelek girîng û metirsîdar bo rewşa zimanê Kurdî nîşan dide.
Hinek kes hene ku dema kemasiya axavtina Kurdî tê rojevê, beriya her tiştî ji Kurdan re gotin dibêjin û wan bi xwedînederketina zimanê xwe tewanbar dikin. Aliyek rastiya meseleyê ev e. Lê gorî nêrina min, divê mirov beriya her tiştî rastiyek din bibîne û raxe ber çavan. Ev jî zimankujî ye. Gorî Saziya Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyiyê, ango UNESCOyê, li ser rûyê dinê derdora 7 hezar ziman têne axavtin, lê ji wan derdora 2 hezar û 500î di bin talûkeya wendabûnê an jî tunebûnê de ne. Ji sala 1950ê vir de ji 250ê zêdetir ziman jî wenda bûne, ango êdî mirî ne. Ji van zimanan hinek jî li Tirkiyeyê ne. Gorî UNESCOyê 18 ziman an jî diyalekt di bin xetereya tunebûnê an jî mirinê de ne, ku di nav wan de diyalekta Kurdî Dimilkî jî cih digire. Li aliyê din, wek daneyên min parve kir jî îspat dikin, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku zimanê Kurdî, ku li dine zimanê herî zêde tê axavtin ê 40emîn tê qebûlkirin, îro bi taybetî li Tirkiyeyê bi giştî di bin heman talûkê de ye. (9)
Piştî vî tabloyê dîsa vegerim ser nivîsa Celadet Elî Bedirxan. Bedirxan, di nivîsa xwe de gotibû ku ziman jî wek mirovan zindî ye, dijî û dimire. Ev rastiyek e, an jî mirov dikare bibêje qanûnek xwezayî ye û sedema mirina zimanan jî, di nav xwe de heya cihek dikare eşkera bike. Belê, bi temamî na, heya cihek…
Li gelek cihan û ji aliyê gelek kesan ve tê îddîakirin ku, wek mînak, ji ber şert û mercên teknolojiyê, koçberiyê, aboriyê û wekî din êdî hewcedarî bi hinek zimanan namîne û lewre mirina hinek zimanan, wek tiştek xwezayî, normal e. Bandora van tiştan hemûyan bêguman li ser mirina zimanan heye. Lê bi taybetî di bin şert û mercên cîhana îro de, ku ziman bi awayek sîstematîk û hîn zêdetir dimirin an jî têne kuştin, mirov yek alî nikare tenê van sedeman wek sedemên xwezayî derbixe pêş.
Wek mînak, gelo çima îro Îngîlîzî li hemû dinê belav bûye û serdest e? Li aliyê din çima bi sedan ziman dimirin û Kurdî jî tev de bi sedan ziman jî di bin xeteriya mirinê de ne?
Li vir divê mirov sedemên polîtîk raxe ber çawan. Îngîlîzî zimanek li her dewerê cihanê serdest e, ji ber ku li pişt vî zimanê hêza Brîtanyayê ya kolonyalîst û bi vê re têkildar a polîtîk, aborî, çandî, leşkerî û wekî din hebû û heye (îro jî hêza Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê).
Gelek zimanzanên li ser vê meseleyê mijûl dibin, behsa têgehek gelek girîng dikin: Zimankujî. Zimanzanê Kurd Amir Hassanpour, ku gelek xebatên wî yên hêja hene li ser vî mijarê, derheqê zimankujî de wiha nivisiye:
“Dema dibêjin zimankujî, em behsa polîtîkaya zimankujî dikin. Ev polîtîkaya zimankujî, têkoşînek e, ku ji bo zimanek bi zanebûn bê tunekirin ji aliyê hinek dewletan ve û bi amûrên hiqûqî û îdarî tê meşandin. Di çarçoveya vî polîtîkayê de, ziman, tim û tim tê xorekirin, qedexekirin, axavtina wî tê tewanbarkirin û heya tê gotin ku ev ziman jî nîn e, tenê diyalektek e. Bi awayek din, li vir meseleya ziman, heman demê de dibe meseleya wekheviyê, mafên mirovan û edaletê.”(10)
Sedema meseleyên navbera zimanan de, bastûra (struktur) zimanan bi xwe nîn e. Nakokî û meseleyên navbera zimanan ji ber struktura filolojîk pêk nayê. Ango ji ber ku hinek ziman ji bunyeya xwe lawaz in, hinek jî xurt in, loma ji holê ranabin; tesîra vê jî heye, lê sedema sereke ev nîn e, bîlakîs bi polîtîkayên derheqê zimanan ve têkildar e. Wek Hassanpour dibêje, “Meseleyên zimanan ji ber ku xwezeya wan bingeha xwe ji ziman nagire; lê polîtîk, aborî, civakî, çandî an jî olî ne.” (11)
Di çarçovaya vê îzahê de, em li rewşa zimanê Kurdî binêrin. Zimanê Kurdî, ji zimanê Tirkî, Erebî an jî Farisî kêmtir nîn e, lawaztir nîn e. Mirov dikare hêsanî bibêje ku têra xwe zimanek xurt e, xwedî alfabe ye, ji bo her tiştî têra xwe peyv hene, strukturek xwe heye, xwedî kaîdeyan e, aîdê famîleyek zimanan e û her wiha…
Lê dema mirov li îddîayên fermî yên dewletên li ser Kurdan hikum dikin binêrin, gelek caran û bi dehan salan gotin jixwe zimanek wiha tune ye. Dema qebûl kirin jî gelek caran gotin ku Kurdî ne zimanek e, ji peyvên Erebî, Farisî an jî Tirkî pêk hatiye; bi Kurdî perwerde, zanist, edebiyat û wekî din pêkan nîn e û gelek tiştên din… Lê li aliyê din, bi dehan salan dijî zimanê Kurdî polîtîkayeke hate meşandin, axavtin, nivîsandin û hînbûna Kurdî hate cezakirin û wekî din… Herwiha heman demê de ji bo ku Kurd bibin Tirk, Ereb an jî Faris, bi hêza dewletê ya polîtîk, aborî, çandî, leşkerî, hiqûqî, îstixbarî û wekî din her tişt xistin meriyetê, her amûrê ji xwe re rewa dîtin. Lê dema Kurdan xwestin zimanê xwe pêş bixin, biaxivin an jî binivisînin tu derfet nedan, hemû rêyan li ber Kurdan girtin. (12)
Mirov dikare bibêje ku zimanê Kurdî, bo zimankujî bê fêmkirin, di cîhanê de yek ji mînakên herî baş e. Ji bo bersiva pirsa “çima nifûsa Kurdan zêde dibe, lê hêjmara kesên Kurdî dipeyvin kêm dibe” jî beriya her tiştî divê em rastiya zimankujiyê bînin bîra xwe.
Heke ji destên dewletên serdest bihata wan di serî de nifûsa Kurdan bi xwe ji holê rabikirana, ku çendîn caran ji bo vê, komkujî jî tev de, gelek tişt jî anîn serê Kurdan. Lê hêza wan jî heya cihek bû û nikaribûn koka Kurdan bi fîzîkî biqelînin. Ji ber vê jî, êja berê xwe dan nîşaneyên Kurdbûnê û xwestin (û hîn jî dixwazin) wek nasname Kurdbûnê xilas bikin, ku ziman yek ji wan nîşaneyên Kurdbûnê ya herî girîng e û loma jî her tim herî zêde di hedefa serdestan de ye.
Piştî vî rastiyê, divê em dîsa vegerin ser nivîsa Celadet Elî Bedirxan. Wek min balkişandibû ser, Bedirxan çi çarçoveya hikayeta Elyezer bin Yehûda de bang li du beşên Kurdan kiribû.
Gorî tespîtên Bedirxan, demên 1940î de li welat piraniya Kurdan jixwe Kurdî dipeyvîn, gelek ji wan jî bilî Kurdî zimanek din nizanibûn. Bo vê piraniya Kurdan, xwesteka Bedirxan, ji hêla nivîsandin û xwendinê de, hînbûna Kurdî bû. Lê beşek Kurdên din jî hebûn, ku ew “hindikahîke kiçik” bûn û divê esas ew wek Bin Yehûda tevbigerin, zimanê xwe hîn bibin û ji bîr nekin.
Mixabin, îro rewş gelek guheriye; her du beşên Bedirxan behs kiribû, bûne yek beş. Bedirxan dixwest ku kesên li xerîbiyê ne, derveyî welat in û zimanê xwe ji bîr kirine, bibin wek piraniya Kurdên li welat û tenê bi Kurdî bipeyvin.
Di demên navberê de derbas bûye, bo xwedîderketina ziman yekbûyîna Kurdan ne gorî dilê Bedirxan pêş ve çûye. Bîlakîs di çarçoveya bîrkirina ziman de piraniya Kurdan bûne wek wan kesan, ku Bedirxan “hindikahîke kiçik” terîf dikir. Loma divê her ferdek Kurd îro hîn zêdetir guh bide banga Celadet Elî Bedirxan, a ku herçî bo hindikahiya Kurdan bû jî, gorî min a herî girîng e.
Li aliyê din, mirov dikare bibêje ku, di çarçoveya hikayeta zilamek de, ango hikayeta Elyezer bin Yehûda de, bi rastî, bo zimanek ji nû ve zindî bibe, an jî ji ber talûkeya mirinê bê rizgarkirin, hewcedarî bêtir bi zilamek an jî mirovek jîrtir hîn tiştên din jî heye. Zimanzanê Kurd Samî Tan, wiha nivisiye:
“Gorî nêrîna netew-dewletiyê, heke zimanek ne zimanê dewletek be an jî ne xwedî statuyek fermî be, ew ziman mehkûm e, ku tenê wek zimanê axavtinê bimîne.” (13)
Ez jî dixwazim li van gotinan wiha zêde bikim, heke zimanek ne zimanê dewleteke be an jî ne xwedî statuyeke fermî be, bi rastî ji derfetên axavtina rojane jî bêpar dimîne û mehkûm e ku tune bibe.
Jixwe hikayeta bin Yehûda jî nîşan dide ku têkiliya ziman û statuya polîtîk a miletê xwedî vî zimanê rasterast bi hev re girêdayiye. Bin Yehûda jî ji ewilî de têgihiştibû ku heke axek, welatek, dewletek Cihîyan tune be, pêşeroja zimanên wan jî tune ye; herwiha welatek, axek, dewletek milî jî bê zimanê milî nabe. Loma ev gotina Elyezer bin Yehûda ji aliyê gelek kesan ve tê zanîn: “Eger zimanekî me hebe, em ê bibin netewe.” Gorî min Celadet Elî Bedirxan jî di nivîsa xwe de heman tiştî îma dike, heman mesajê dide.
Rast e, polîtîkayên zimankujî yên gelek tûj û dijwar dijî zimanê Kurdî hene, lê li gel her tiştî Kurd hîn jî li ser pêyan in û zimanê xwe jî gihandine heya îro. Ev tena serê xwe gorî min efsayenek e û loma dibêjim îro şûn de jî Kurd bi her awayê hîn zêdetir dikarin li zimanê xwe xwedî derbikevin û guh bidin Celadet Elî Bedirxan û hikayeta Elyezer bin Yehûda wek îbretek an jî dersek mezin tim û tim bi bîr bînin.
Û dixwazim nivîsa xwe bi gotinên Celadet Elî Bedirxan ên ku di destpêka hêjmara yekemîn a kovara Hawarê de cih girtibûn, bi dawî bikim:
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê ya pêşîn e.” (14)
$Çavkanî û Çend Têbinî$
1 – Celadet E. Bedirxan, di kovara Hawarê de, bi navê Herekol Ezîzan û hîn bi navên din jî gelek nivîs nivîsandiye. Ev nivîsa bi sernav ‘Zilamek û Zimanek’ di hêjmara Hawarê ya 40î de hatiye çapkirin. (Hawar Cilt -2 (Amadekar: F. Cewerî, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1998, Rûpel: 944-46)
2 – Ji bo jiyan, ked û xebatên Eliezer Ben-Yehuda herwiha li kitêba wî a binavê “Meleyeke Girîng / Ziman Edebiyat û Welat” binêrin. (Amadekar û Werger: Fahriye Adsay - Weşanên Avesta – 2022)
3 – Min van daneyan ji vê xebatê hilgirtiye: Aslan, Şükrü (Proje Yürütücüsü), Arpacı, Murat, Gürpınar, Öykü, Yardımcı, Sibel (Araştırmacılar) (2013). Türkiye’nin Etnik Coğrafyası. (Sayfa: 130-131) (Proje Kodu: 2013-26), MSGSÜ Bilimsel Araştırma Projeleri
4 - https://konda.com.tr/tr/rapor/hayat-tarzlari-toplumsal-cinsiyet/
5 - https://rawest.com.tr/dil-haritasi-projesi/
6 – Çağlayan, Handan (2014). Aynı Evde Ayrı Diller - Kuşaklararası Dil Değişimi / Eğilimler, Sınırlar, Olanaklar – Diyarbakır Örneği. Diyarbakır: DİSA
7 - Kırımlı, Kübra, Kaya, Gülşah. Türkçe Konuş, Çok Yaşa! Evrensel Gazetesi, 13.04.2012
8 - https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/200220225
9 – Fırat, Nuri (2015). Politikanın Kürtçesi. İstanbul: Everest Yayınları
10 – Hassanpour, Amir (2005). Türkiye’de Dilkırım Siyaseti ve Kürt Dili. (Sayfa: 207) Vesta Dergisi, Sayı: 6
11 – Hassanpour, Amir (2004). Dil İhtilafının Uluslararasılaşması: Kürtçe Örneği. (Sayfa: 126) Vesta Dergisi, Sayı: 5
Bilî van nivîsên wiha, kitêbek Hassanpour a gelek hêja heye, dixwazim bi bîr bînim: Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil (1918-1985) (Li Kurdistanê Netewperestî û Ziman – Weşanên Avestayê, 2005)
12 - Min derheqê polîtîkayên dijî zimanê Kurdî û nasnameya Kurdan ên sedsala dawî, ku li Tirkiyeyê, Suriyeyê, Iraqê û Îranê hatine û têne meşandin, bi berfirehî di kitêba xwe ya bi sernav “Politikanın Kürtçesi” (Kurdiya Polîtîkayê – Everest Yayınları, 2015) de nivisandiye.
13 - Tan, Sami (2012). Kürt Halkının Özgürlük Mücadelesi ve Kürt Dili. Vecdi Erbay, İnatçı Bir Bahar içinde (Sayfa: 126). İstanbul: Ayrıntı Yayınları
14 - Berdewama van gotina wiha ye:
“Hawar ji pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.”
Ev gotinan gelek balkêş in. Rastî jî, mirov dikare bibêje ku, Hawar piranî ji mijarên polîtîk, ango polîtîkaya rojane dûr sekiniye. Lê dîsa jî, bi taybetî di hêjmarên dawî de, ku dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de hatine çapkirin, çend nivîs derheqê bûyerên rastêrast polîtîk in. Li aliyê din, li gel vî îddîayê, mirov dikare bibêje ku Hawar ji hêjmara ewil heya ya dawî xwedî naverokek polîtîk bû. Dema behsa rewşa ziman, çand, nasname û bi taybetî jî xwenasî - xwebûnê tê kirin, ev jixwe bi tena serê xwe polîtîka ye.
Loma dixwazim kitêba Dilawer Zeraq a bi sernav “Ruhê Xwebûnê” (Weşanên Lîsê – 2021) ji bo xwendinê pêşniyar bikim. Zeraq, di kitêba xwe de gelek di cih de nîşan dide ku nivîsên Hawarê, ku nivîsên bo ziman, çand û edebiyatê tev, li ser xeta ramanî ya netewesaz in. [1]