Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,588
Wêne
  123,874
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,517
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
YJA Star: Xeta Bêrîtan israra di azadiya jinê de ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
YJA Star: Xeta Bêrîtan israra di azadiya jinê de ye
YJA Star: Xeta Bêrîtan israra di azadiya jinê de ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star bi boneya salvegera 30`yemîn a artêşbûna jinan daxuyanî da û got: “Bi navê #gerîla#yên YJA Starê em ê di sala 30’emîn de bi şer û şêwaza jiyanê ya rêber Apo serketinê misoger bikin. Xeta bêrîtan israra di azadiya jinê de ye.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand: “Di ketina 30. salvegera artêşbûna jinê de, em di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (#Gulnaz Karataş#) de şehîdên xwe yên di meha Cotmehê de şehîd bûne bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji şehîdên me yên destpêkê yên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me karîne bibin Xwebûn û serdema azadiya jinê dane destpêkirin heta bi şehîdên di meha Cotmehê de nemir bûne; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortûlakî û Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Gulan Canda, Roza Dêrîk, Şîlan Evîn, Zîlan Halep, Bêrîtan Maku, Berwar Gever, Denîz Salmas, Rûken Bîngol, Pîroz Mava, Medya Mava, Sorxwîn Roboskî, Sara Savûşka Bozan, Delîla Maku, Hevî Mûş, Dîcle Amed, Rojîn Gevda, Çiçek Botan, Berçem Cîlo, Doza Welat, Şîlan Goyî, Çavrê Kamuran, Dilvîn Dalaho, Zeynep Faraşîn û şopdarên wan, em bîranîna bi hezaran şehîdên xwe careke din deynê xwe dibînin. Em hêzên YJA Star’ê diyar dikin ku em ê bi şêwazê Rêbertî xwedî li mîrateya azadiyê ya jinê ya şehîdên me bi canên xwe kolandinî derbikevin, soza xwe ya gihandina zaferê ya têkoşîna me ya azadiyê dubare dikin.”

XETA BÊRÎTAN ISRARA DI AZADIYA JINÊ DE YE
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star’ê destnîşan kir, “Hevalên me yên jin ên di vî mehî de ku ji meşên mezin û serhildanên dîrokî re şahidî kiriye gihiştine şehadetê, hucreyên kok û çavkaniya bingehîn a rûbara azadiya jinê ya diherike ne” û ev tişt anîn ziman;
“Wan mîrateya dîrokî ya meha Cotmehê di dilê xwe de hilgirtin û têkoşîna azadiya jinê bi artêşa jinê re ku şoreşek mezin e, anîn gel hev. Artêşa jinê ji bo jinên di xeta azadiyê de dimeşin bû çeka azadiyê. Yek ji pêşengên artêşa me ya jin Heval Azîme (Mîhrîban Saran) bi sekna xwe ya têkoşînê ya bênavber bûye yek ji navên nayê jibîrkirin a têkoşîna azadiya jinê. Artêşa jinê ya ku tê wateya hevdîtina jinê ya bi hêza xwe ya dîrokî re, li ser baskên Bêrîtana ku li dijî koletî, teslîmiyet û îxaneta li ser jinê hatiye ferzkirin ji zinaran xwe avêt xwarê, bilind bûye û hatiye van rojan. Bêrîtan a ku dengê dîrokî yê jinên ku li hemberî koletiyê li ber xwe didin û di vê dozê de xwe ji fedakirina canê xwe paşve nedane, ji bo hemû jinan banga azadiyê ya dîrokî ye. Bi hezaran jinên ku guh dane banga Bêrîtan a azadiyê, îro li çiyayan bi awateke fedaî li berxwe didin û bersiva herî watedar didin banga Bêrîtan. Artêşa jinê ku îfadeya pêkhatî ya xeta şer a Bêrîtan e; Ev 30 sal in li çiyayan wek topa agir mezin dibe û veguheriye kabûsa faşîzm, dagirkerî û koletiyê. Ya ku vê tirsê diafirîne xeta Bêrîtan e. Xeta Bêrîtanê, teslîmiyet, îxanet û koletî ji rewşa tercîha jiyanê ya neçarî ya li ser gelê me û jinan derxistiye û bûye îfadeya herî bi rûmet a israra jinê ya di azadiyê de. Rûmeta firîna ji zinaran ya li şûna ku teslîmbûna hember dijmin, Bêrîtan kiriye fermandara pêşeng a xeta azadiyê. Bêrîtan, rastiya ku koletî kirêtî ye û bedewbûyîn ji çalakiya şerkirinê re derbas dibe, li qadên şer qîriya; weke prensîba bedewî û azadiya jinê di artêşbûna jinê YJA Star de şênber bûye. Yekîtiya Jinên Azad YJA Star bi rêgezên bedewiyê yên Berîtan xwe afirand û bi çalakiyên xwe yên azadiyê îspat kir ku îhtîmala jiyana azad ji bo hemû jinan dikare pêk bê.

YJA STAR BIJARDEYA JIYANÊ YA JINÊN BÊRÎTANÎ YE
Bi dehan û bi sedan jinan li ser xeta Bêrîtan, Azîme û Zîlan’an dest bi meşa azadiyê kirin û israra jinan a di azadiyê de bi beden kirin. Jinên ku xwe gihandin cewhera xwedawenda dayîkê, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê û bûn ronahiya hêviyê ku hemû jinên cîhanê ronî dike. YJA Star ku dizanibû şopdarê mîrateya van hemûyan e, mekanîzmayeke azadiyê ye ku gav bi gav pêş dikeve, pispor dibe û tirsê dixe nava pergala serdest a mêr. Bi taybetî Komara Tirk a faşîst ku her tim bi rêbazên şerê taybet jinên Kurd dike hedef, nîşaneya vê tirsê ye. Faşîzma ku fêm kir nikare pêşî li jinên Kurd û jinên ku îlhama xwe ji wan digirin û ketine nava berxwedanê bigire, bi rêbazên herî qirêj hewl dide pêşengên xeta azadiya jinê bêbandor bike. Di piştperdeya şehîdkirina pêşeng Nagîhan û Delal Nûrhak ku di xeta azadiya Kurd de têdikoşiyan, her wiha di şexsê Jîna de zêdebûna êrîşên Îranê yên li dijî jinan de tirsa mezin a dewletan heye. Lê tevî hemû êrîşan jî artêşa jinan her ku diçe berfireh dibe. Artêşa jinan li Şengalê YJŞ, li Rojava YPJ, li Bakur YPS Jin û li Rojhilat jî HPJ ava kir. Rêxistinên li van hemû parçeyên Kurdistanê ji artêşa jinê ya YJA Starê îlham girtin. Artêşa jinê ya YJA Starê li hemberî koletiya jinê ya bi hezaran salan tercîha jiyana Bêrîtanî ye. Artêşa jinan a YJA Starê bûye berxwedana herî radîkal a xweparastinê ya zincîrên lingan û kelepçeyên destê jinan şikand. Di wateya ku jin xwe bigihîne hêza xwe ya cewherî, artêşa jinê hêzeke ku pêş dikeve û mezin dibe. Metirsiya herî mezin a li ser pergala serdest a mêr mezinbûn û pêşketina YJA Starê û artêşbûyînên jinan a îlhamên xwe ji wê digirin e. Avabûna wê ya ne tenê li ser bingehê leşkerî, di heman demê de li ser paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê û zîhniyeta wê, artêşbûna jinê derbeya herî mezin a li mekanîzmayên desthilatdarî û milkiyetê yên heyî ye.

EM HER KESÊ AZADÎXWAZ VEDIXWÎNIN BERXWEDANÊ
Îro li çiyayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna bi rêbazên şer ên herî qirêj, bi çekên nukleerî yên erdê dihejînin, bombeyên qazanê û madeyên kîmyewî yên li derveyî mirovahiyê êrîşeke mezin tê kirin. Li hemberî van êrîşan artêşa jin bi vîna xwe ya qawîm hem li çiya û hem jî li navenda emperyalîzmê ango metropolan, li mêtingeriyê dixe. Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal, dîwarên ewlekariyê yên ku faşîzma Tirk digot nayê derbaskirin, hilweşandin, ketin çeperên dijmin û li navenda wan gule li dijmin reşandin, Sara û Rûken pênaseya Zîlanî û Bêrîtanî ya nû ya jina birêxistinkirî ye. Sara û Rûken ên ku îradeya jinê vediguherînin hêza şer, rûyê yekîneyên xweser ên jin ên YJA Starê ku li çiyayan teknîka dijmin pûç kiriye, ya li metropolan e. Sara û Rûken nîşanî her kesî dan ku jina rêxistinkirî dikare hemû êrîşên dijmin pûç bike. Sekna jinên Kurd ên leheng Sara û Rûken ku bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êşkenceyên di zindanan de bêrûmetî dibînin, Sekna Bêrîtan û Zîlan e. Ne pêkan e civakekî ku jinên wê îradeyek wisa bi dest xistiye têk biçe. Em li dijî hemû rêbazên şerê qirêj ê mêtingeriyê bi awayê Bêrîtanî radibin û Zîlan bi xwe teqandina di nava dijmin de, bersiva xwe didin û em ê bidin jî. Em ê weke hêzên YJA Star li dijî yên ku li Kurdistanê teslîmiyet, hevkarî û komployan ferz dikin, heta dawiyê xwedî li bijardeya jiyana azad a Bêrîtan derkevin. Wê faşîzm têk biçe, mêtingerî gav paşde bavêje û wê jin azad bibe, bi vê bawerî û îdîayê em her kesê ku alîgirê azadiyê ye, li dijî faşîzmê vedixwînin berxwedanê, bi taybetî em jinan vedixwînin refên artêşa jinê.
Çawa ku tovê ku di meha Cotmehê de li axê hatiye çandin di biharê de şîn dibe, fermandar, pêşeng, hevrê û hevalên me yên ku di vê mehê de ax pîroz kirin, bûn tovên azadiyê ku jinê bigihînin biharê. Şehîdên me yên jin ên ku pêşengên xeta azadiya jinê ne, di serî de artêşbûna jinê bi fedakirina canê xwe mîraseke mezin ji bo azadiya jinê afirandin. Em hêza xwe ji vê mîrasê digirin û ber bi çeperên azadiyê ve dibezin. Em şopdarên xeta şer û jiyanê ya Berîtan, Zîlan, Viyan, Sema, Bermal û Ronahî, Rojîn Gewdalar, Gulnaz Egeler, Armanç Goşkar, Delal Amed, Nalîn Mûş, Zîn Cizîr, Çîçek Kûrtalan, Zîn Kobanê, Zelal Rojhilat, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema, Koçerîn, Aryena Baran, Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrsî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Diyana, Berfîn Rêbaz, Hêzil Rizgar, Guven Doza, Avzem, Sara û Rûken’an in. Weke gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30. de bi şêwazê şer û jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,469 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Jinan
Partî: PKK
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,469 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1158 KB 23-10-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!