Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,321
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Besê Hozat: saziyên navneteweyî jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Besê Hozat: saziyên navneteweyî jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin
Besê Hozat: saziyên navneteweyî jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin
Hevserokê Konseya Rêveber a #KCK#'ê #Besê Hozat# bi dewamî şerê 6 mehên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got: “Dewleta Tirk şerekî bi vî rengî yê li derveyî hiqûqê, yê li dijî mirovahiyê dimeşîne, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lê belê kes dengê xwe nake. Di nava helwesteke durû de ne ku xwe dispêre berjewendiyên aborî, siyasî.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû.
Hozat destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got, 24 sal in berxwedaneke bi heybet heye. Li dijî Rêber Apo şerekî piralî tê meşandin. Îmrali sîstemeke êşkenceyê ye. Ne tecrîda 5-6 salên dawî, lê 24 sal in tecrîd, zext û êşkenceyeke giran li Îmraliyê heye. Di nava vê pêkanînê de CPT jî, Yekîtiya Ewropa jî, Konseya Ewropayê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hene. Ji destpêkê ve polîtîkayeke durû dimeşînin. Haya wan ji her tiştên li Îmraliyê diqewimin heye. Ew bi xwe ji Îmraliyê berpirsyar in. Îmrali sîstemeke navneteweyî ye. Ya ku sîstem ava kiriye DYE ye, Îngilistan e, Elmanya ye. Bi giştî welatên rojavayî ji vê sîstemê berpirsyar in. Rêberê me ji aliyê DYE, Îngilistan û Mossadê ve hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Rola gardiyantiyê ji Tirkiyeyê re hate dayin. Tirkiye li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê dimeşîne. Di şexsê Îmraliyê de civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê xistiye bin sîstemeke zext û êşkenceyê.
Ya ku li Îmraliyê tê kirin faşîzm e û li tevahiya #Kurdistan#ê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hatiye belavkirin. Hêzên navneteweyî hemû zanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Çend roj berê CPT'ê serdana Îmraliyê kir û diyar kir ku wêp iştî 6 mehan raporê eşkere bike. Çima piştî 6 mehan eşkere dike? Piştî 6 mehan jî wê îzahatê ji Tirkiyeyê bixwaze. Bû salek. Ev pêvajo bi demê re tê dirêjkirin. Ji xwe qala cezayên dîsîplînê yên bênavber ên zêdeyî 2 salan tê kirin, destûr nayê dayin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Cezayên dîsîplînê ji bo pêkneanîna qanûnên navneteweyî polîtîkayeke bi zanebûn û plankirî ye. Ev yek bi erêkirin û agahiya hêzên navneteweyî tê kirin. Lewma polîtîkayeke navneteweyî ye.
Gelê me bi salan e li hemberî vê yekê çalakiyên xurt ên protestoyî lidar dixe û nerazîbûnê nîşan dide. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kete rojeva gelên cîhanê hemûyan. Bû daxwazeke mezin. Divê hîn bi xurtî dewam bike. Eger em zexteke giran li ser hêzên navneteweyî nekin, dostan, raya giştî ya demokratgîk û rêxistinên civakî yên sivîl hemûyan tevlî vê nekin, eger em nerazîbûneke cidî neafirînin, wê ev polîtîkaya durû dewam bike. Tirkiye xwe dispêre vê polîtîkayê û şerekî qirkirinê ji Îmraliyê li ser Kurdan dimeşîne. Ev polîtîkaya durû ya rojava di heman demê de erêkirina polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Polîtîkayên li dijî Rêbertî têne meşandin, ji polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan cuda nîne. Ev polîtîka ji Îmraliyê li tevahiya Kurdistanê û li nava civakê tê belavkirin. Rêber Apo lîderê gelekî ye, ji aliyê bi milyonan kesî ve weke îrade tê qebûlkirin. Ne tenê Kurd her wiha civaka Tirkiyeyê ya demokratîk jî, gelên Rojhilata Navîn jî, jin jî Rêber Apo weke lîderê xwe qebûl dikin.

'RÊBER APO BI NAVÊ NIRXÊN MIROVAHIYÊ DÎL HATIYE GIRTIN'
Li dijî tecrîdê divê em têkoşîneke xurt bimeşînin. Meşa Gemlîkê girîng bû. Li Rojhilata Navîn, Ewropayê parêzeran daxuyanî dan, serlêdan kirin. Ev hemû girîng in, divê hîn bi xurtî bêne kirin. Her wiha li Îtalyayê konsereke girîng hate dayin. Divê her kes xwedî li Rêber Apo derkeve. Ji ber ku Rêber Apo bi navê nirxên mirovahiyê dîl hatiye girtin. Têkoşîna Rêber Apo gelan zane dike, dike xwedî îrade, çavên mirovahiyê vedike. Ji ber vê yekê ditirsin ku fikir, gotinên Rêbertî derkeve derve û bigihêje civakê. Zanin ku her gotineke wî di nava civakê de dibe sedema ronakbîriyê, hişyariyê, vejînê, berxwedanê. Ev jî desthilatdariyê dihejîne, sîstemê dihejîne, modernîteyê ji hev belav dike. Lewma hemûyan dest dane hev û vê sîstema zext-êşkenceyê ya Îmraliyê dimeşînin.
Ji ber vê yekê têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin girîng e bê mezinkirin. Konseya Ewropayê jî tiyatro dilîze. Ji bo mafê hêviyê filan înîsiyatîf dane Tirkiyeyê. Jê re gotine, 'Piştî 24-25 salan hûn ê li rewşa Abdullah Ocalan binihêrin. Eger rewşeke baş hebe belkî, nebe hingî dikare bi cih neyê anîn'. Lewma zêdeyî du sal in Tirkiye bi zanebûn cezayên dîsîplînê dide. Dixwazin bi vê yekê nîşan bidin ku rewşa xwe nebaş e. Ji bo mafê hêviyê ji Rêbertî re bi cih nînin, hewl didin zemîna rewa bi van cezayên dîsîplînê çêbikin. Polîtîkayeke bi vî rengî ya qirêj tê meşandin.
Çawa ku gelê me heta niha ev konsept pûç kir, ji niha û pê ve jî bi têkoşîna xwe em dikarin pûç bikin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin û plana qirkirina Kurdan bi temamî tasfiye bikin. Ev yek bi têkoşînê dibe, bi bendwariyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nabe, plana qirkirina Kurdan ji holê nayê rakirin. Ev hemû tenê bi têkoşînê dikare bêne pûçkirin. Lewma têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur, Tirkiyeyê, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin, divê hîn bêhtir bê xurtkirin.

'SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ JÎ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKIN'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi dewamî şerê 6 mehên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.
Besê Hozat got, Têkoşîneke bêhempa tê meşandin ku 6 meh li pey xwe hiştiye. Şerekî gelekî giran heye. Dewleta Tirk a faşîst hiqûqa navneteweyî nas nake. Dewleta Tirk di nava Konseya Ewropayê de cih digire, endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Mohra xwe daniey binê gelek peymanên navneteweyî. Di van peymanan hemûyan de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, lê belê dewleta Tirk tevî ku mohra xwe daniye binê van peymanan her karên li dijî hiqûqa navneteweyî dike. Ne Konseya Ewropayê dengê xwe derdixîne, ne jî Neteweyên yekbûyî û Yekîtiya Ewropa. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku qaşo xwe weke hawariyê demokrasiyê pênase dike, li hemberî vê yekê bêdeng e. Dewleta Tirk şerekî bi vî rengî yê li derveyî hiqûqê, yê li dijî mirovahiyê dimeşîne, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lê belê kes dengê xwe nake. Di nava helwesteke durû de ne ku xwe dispêre berjewendiyên aborî, siyasî. Helwesta van hêzan şermezar dikim.
Li pêş çavên cîhanê zarokên Kurdan wê bi gazên kîmyewî kom bi kom şehîd bêne xistin û kes dengê xwe neke. Ewqas dane hene, isdat hene, dîmen hene, ewqas belge li ser cûreyê her gazê hene. Radestî OPCW jî hatin kirin; ev jî qaşo saziyeke navneteweyî ye ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têdikoşe. Helwesetekê nîşan nadin. Her kes li qirkirina Kurdan temaşe dike, bêdeng dimîne, tevlî vê dibe. Ew bi xwe jî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lewma divê gelê me qiyametê rake. Ez helwesta gel jî rexne dikim. Ev ciwanên ku bi gazên kîmyewî, çekên taktîk nukleer û qedexekirî şehîd têne xistin, ewladên vî gelî ne. Her wiha ewladên herî hêja yên vî gelî ne. Ji ber ku bijarte ne tevlî vê têkoşînê bûn. Eger jiyaneke ji rêzê tercîh kiribûna, di nava ewqas şert û mercên giran de tevlî vê têkoşînê nedibûn. Ev ewladên vî gelî ji bo azadiya gel, ji bo statuya siyasî, ji bo Kurdistana azad, ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser bingeha azadî û demokrasiyê vê têkoşînê dikin. Canê xwe feda dikin. Nerazîbûneke cidî ya civakî nîne. Mîna ku her kes lê temaşe dike. Mirov dibêje qey welê difikirin ku 'gerîla û dewleta Tirk şer dikin, gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve, em li bendê bisekinin û encamê bibînin. Li gorî vê encamê jî bi rehetî bijîn'. Bi vî rengî nabe. Ev rewş sekneke cihê şermê ye. Bêguman ez nabêjim ku gelê me tênakoşe, li ber xwe nade, berdêlan nade. Eger bi vî rengî bê gotin wê bibe neheqiyeke mezin. Ev têkoşîn ne tenê bi têkoşîna gerîla gihîşt vê astê. Bi berxwedana bi heybet a gel, bi têkoşîna gel, bi berdêlên giran gihîşte vê astê. Şehîdketina ewladên vî gelî, tevlîbûna bi deh hezaran ji wan li nava vê têkoşînê, encameke têkoşîna vî gelî ye. Ev ewlad ji aliyê vî gelî ve têne mezinkirin. Di nava Kurdan de kevneşopiyeke welê mezin a welatparêziyê heye, sekneke bi vî rengî heye. Gelê Kurd bi salan e li ber xwe dide, lê belê asta heyî ya têkoşînê cuda ye. Asta heyî ya têkoşînê asta herî bilind e. Pirsgirêka Kurd êdî gihîştiye qonaxa dawî.

'HÊRSA CIVAKÎ VENAGUHERE BERXWEDANÊ'
Ev pirsgirêk ya wê li ser bingeha demokratîk çareser bibe, ya wê çareser bibe. Ev gel wê di sedsala 21'ê de ya bibe xwedî statuya siyasî, ya bibe. Rewşeke berevajî tê wateya polîtîkayeke qirkirinê ku xwe dispêre sedan salî. Wê tiştekî bi navê Kurdan nemîne. Wê Kurdan biqedînin, yên mayî jî li jiyaneke heywanî mehkûm bikin. Metirsî di vir de ye. Dewleta Tirk dibêje di sedsala 21'ê de, di 29'ê Cotmeha 2023'an de em ê vî karî biqedînin. Ew alçaxê Soylû her roj radibe demekê diyar dike; ev polîtîkayeke dewleta Tirk e. Dixwazin ku di salvegera 100'emîn a Lozanê û Komarê de PKK'ê ji holê rakin, gelê Kurd qir bikin û sîstema neteweya Tirk a faşîst ji nû ve dîzayn bikin. Wê îlana vê jî di 29'ê Cotmeha 2023'an de bikin, lewma girîng e. Lê belê berxwedaneke civakî ya beramberî vê yekê nayê kirin. Berxwedaneke topyekûn nayê kirin.
Li Rojava gel timî li ser piyan e, li Ewropayê gelê me li ser piyan e, li Bakur heta astekê berxwedan heye, li Rojhilat jî bi vî rengî. Li Başûr gel li hemberî polîtîkaya qirkirinê gelekî bi hêrs e, lê belê ev yek venaguhere berxwedaneke civakî. Eger veguhere berxwedaneke civakî wê ev yek zexteke mezin li ser dewletên cîhanê bike yên ku vê polîtîkaya qirkirinê erê dikin, wê dewleta Tirk bêhtir teşhîr bike, wê AKP-MHP'ê ji desthilatdariyê bixîne. Ji xwe di pêvajoya hilweşînê de ye. Bi hêza nijadperestî-neteweperestiyê xwe li ser piyan dihêle. Berxwedana gerîla ya li hemberî vê yekê cihê serbilindiyê ye, bêqisûr e, tiştekî ku di der barê de bê gotin nîne. Djimin deh hezar carî bi tank, balafiran bombe li gerîla barand, gelo kîjan hêz dikare li hemberî vê yekê bisekine? Eger êrîşeke ewqasî berfireh li ser dewletekê hatibûya kirin, emrê wê dewletê hefteyek bû, ew dewlet nedima. Binihêrin; DAÎŞ'ê êrîş kir, Iraq ji hev belav bû, Sûriye ji hev belav bû, ketin çi halî. Dewleta Tirk her cûre teknîka NATO'yê bi kar tîne, bi her awayî çekên qedexekirî bi kar tîne; tevî vê yekê jî gerîla zêdeyî 6 meh in berxwedaneke gelekî bi heybet dimeşîne. Li hemberî vê hovîtiyê divê ji 7 heta 70 salî gel rabe ser piyan.

'PDK NAHÊLE SÛCÊN ŞER EŞKERE BIBE'
Aliyekî din ê van êrîşan jî xeta hevkarî-xiyanetê ye. Eger xeta hevkarî-xiyanetê ev êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rewa nekiribûya, siyaset û pratîkeke bi vî rengî nemeşandibûya, dewleta Tirk newêrîbû ewqasî êrîş bike. Li hemberî gerîla nikarîbû çeka kîmyewî, çeka taktîk nukleer û bombeya termobarîk bi kar bianiya. Xeta hevkarî-xiyanetê bi her awayî derfetê pêşkêşî vê yekê dike. Ji aliyê siyasî ve bi daxuyanî û axaftinên xwe rewa dikin. Dibêjin, 'pirsgirêka dewleta Tirk, pirsgirêka AKP-MHP'ê bi Kurdan re nîne, bi PKK'ê re heye'. Divê di nava Kurdan de ev pirs bê kirin; gelo PKK kî ye? PKK ewladên vî gelî ye, ji bo azadiya vî gelî, ji bo statuya siyasî, ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe dide, ji bo mirovahiyê têdikoşe.
Gelo PDK, tu çi dike? Tu hevkariyê dike, tu xiyanetê dike, tu nirxên vî gelî pêşkêşî dewleta Tirek a faşîst nijadperest dike. Pêşkêşî AKP-MHP'ê dike. Ewladên herî bijarte yên Kurdan dide qetilkirin. Vê komkujiyê jî li cîhanê rewa dike. Eger hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşan ewqasî bêdeng bin, sedemeke vê jî sekna PDK'ê ye. Helwesta PDK'ê van êrîşan rewa dike. Her wiha li qadê jî ji xwe bi hev re ne. Ji dewleta Tirk re rê çêdike, baregehan çêdike, lojîstîk, cebilxane, erzaq û leşkeran dibe û tîne, birîndaran tedawî dike, kincan dide. Dewleta Tirk bi vî rengî xwe digihîne cihên ku nikare xwe bigihînê. PDK hesasiyeta 'şerê navxweyî nebe' bi nebaşî bi kar tîne. PDK vê hesasiyeta tevgerê bi nebaşî bi kar tîne û bi her awayî karên qirêj dike. Lewma helwesta PDK'ê helwesta hevkariya li êrîşên qirkirinê ye. Di vê mijarê de jî divê li nava raya giştî ya Kurdistanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan. Nerazîbûn heye, lê lawz e.
Gotin, 'Me li Duhokê ewqas maske bi dest xistin'. Hadê em bibêjin ew maske ji gerîla re diçû, tu çima dest datîne ser wan maskeyan? Mesela ew maske di destê gerîla de bûya, dibe ku ewqas şehîd nedibû. Heyet dixwazin biçin qadên ku ev çek lê hatine bikaranîn, lê destûrê nade heyetan. Heyetek hat, nerazîbûneke cidî ya navneteweyî jî çêbû, lê nihêrî ku teşhîr dibe, ji bo pêşî li teşhîrbûnê bigire destûr da heyetê ku tenê heta Amediyê bê. Heyetê xwest bikeve qada ku çekên kîmyewî lê hatiye bikaranîn, lê belê nehiştin. Heyet neçar ma ji Amediyê vegere Silêmaniyeyê. Di destê wan de jî gelek dane heye. PDK nahêle ku eşkere bibe. Kî zane bê li qada dîplomatîk çi dikin, çi dibêjin. Dîplomasiyeke gelekî çalak dimeşîne.
Li ser berjewendiyên PDK'ê yên di vê mijarê de jî Besê Hozat nirxandineke bi vî rengî kir: Bêrîka xwe hîn bêhtir dadigire. PDK, malbata Barzanî bi vî rengî xwe dispêre Tirkiyeyê û desthilatdariya malbata xwe li ser piyan dihêle, pereyên xwe zêde dike û hîn bêhtir sermayeyê bi dest dixe. Me berê gotibû, li welatên Kendavê, li DYE'yê, li Tirkiyeyê gelek razemenî kirine. Nirxên Kurdistanê û vî gelî pêşkêş dike, bi vî rengî desthilatdariya malbata xwe, sermayeya xwe mezin dike, hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Ji xwe Başûr kirine mîna wîlayeteke Tirkiyeyê; ew ê jî bibe walî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,097 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-10-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,097 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.197 KB 23-10-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.609 çirke!