Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,237
Wêne
  123,337
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Kongreya 3`yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Kongreya 3`yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
​​​​​​​Kongreya 3`yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dirûşma “Bi hêza Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin em ê xeta xiyanetê têk bibin û ala azadiyê bilind rakin”, kongreya xwe ya sêyemîn li #Hesekê# li dar xist.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna 600 delegeyan û endamên xwe kongreya xwe ya 3`yemîn li hola Serdem a kantona Hesekê li dar xist.
Di kongeryê de hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firyal Hesen axivî û lidarxistina kongreyê li hemû endaman û rêber Abdullah Ocalan û dayîkên aştiyê pîroz kir û got: “Em bi rihê berxwedana şehîd Bêrîtan, Selwa, Jiyan, Zeyneb û hemû jinên têkoşer vê kongreyê li hemû gelan pîroz dikin. Ev kongre dê bibe peyameke diyar ji bo hemû xayînan ku hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin.”
Firyal Hesen destnîşan kir ku hêzên dijberî projeya neteweya demokratîk hewl didin jinan bikin hedef ku şoreşê bi rêve dibin. Ji ber wê Firyal bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe di hemû qadan de bi rêya parastina rewa mezin bikin.

YJA-STAR RASTI U CEWHERA JINAN DERXIST PES
Piştre endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yunsif axivî û got: “Hêzên desthilatdar jinên pêşeng dikin hedef ku ji bo jin bigihêjin azadiya xwe tê dikoşin. Ev hêz naxwaz jin jiyaneke aram bijî. Ji ber wê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li çiyayên Kurdistanê bi awayekî hovane wan dike hedef.”
Foza Yusif îşart pê kir ku hêzên desthilatdar jinên pêşeng li ser xwe xetere dibînin û wiha domand: “Jinan rastî û cewhera jinan derxist pêş ku YJA-Star nûnertiya wê dike. Dewleta Tirk jî bi çekên kîmyawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê wan dike hedef.”
Her wiha di kongreyê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahêr Osman axivî û got: “Tevî hemû astengiyan û zehmetiyan û li gel pêvajoya ku em tê re derbas dibin, lê jinan di şoreşa Rojava de ji bo hemû jinan li seranserî cîhanê bûn mînak. Li gorî rêgezên rêber Abdullah Ocalan û fikrê azadiya jinan li hember zihniyeta baviksalarî xwe birêxistin kirin.”

MÎRASA ŞEHÎD BÊRÎTAN FIREHTIR DIBE
Endama Fedrasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delîla Kobanê lidarxistina kongreyê bi salvegera 30 a şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ve girê da û got: “Şehîd Bêrîtan roleke pêşeng di avakirina artêşa jinan de lîst. Diyarkirina vê rojê ji bo lidarxistina kongreyê, xwedî peyameke girîng e ku mîrasa şehîd Bêrîtan firehtir dibe. Di kesayeta şehîd Bêrîtan de, kevirê bingehîn ê artêşa jinan hat danîn ku îro bi hezaran ciwan li ser şopa wê tê dikoşin.”
Delîla Kobanê wiha domand: “Divê em li hember planên qirkirinê yên li dijî vîna gelên herêmê û jinan bêdeng nemînin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo jî axivî û got: “Em vê rojê li Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin pîroz dikin ku bi şev û roj ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê tê dikoşin.”

`RÊXISTIBÛYÎNA JINAN CIVAKA ME JI YÊN DIN CUDATIR DIKE`
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê axivî û lidarxistina kongreyê li gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir û got lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de serkeftin e.
Emîne Osê teqezî bi girîngiya parastina ewlehiya herêmê li gel êrişên derve û hundir ên li dijî herêmê kir û got: “Êriş li dijî vîna jinan e ku vîna civakê temsîl dike. Ew dixwazin rê li pêşiya têkoşîna jinên azad û têkoşer bigirin. Lê em ê têkoşîna xwe û birêxistinkirina jinan di civakê de berdewam bikin.”
Emîne Osê wiha pê de çû: “Rêxistinbûyîna jinan, parastin û misogerkirina mafên xwe civaka me ji civakên din cudatir dike.”
Emîne Osê diyar kir ku parastina jinan û civakê ji êrişên derve û hundir, erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin e.
Piştre sînevizyonek têkildarî damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û karên wê yên du salan hate pêşandan.
Piştre kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir. Li gorî komîteya amadekar, rewşa rêxistinî û rêziknameya hêzê hatin nîqaşkirin.
Endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a herêma Cizîrê Hilat Mihemed behsa biryarên di kongreyê de hatine girtin kir û got: “Yek ji biryarên herî girîng, mezinkirina têkoşînê û birêxistinbûyîna xwe ji bo rizgarkirina hemû jinan ji çewisandinê.”
Hilat Mihemed eşkere kir ku hinek guhertin di logoya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de çêbû û guliya genimê û şiqinê zeytûnê û 7 stêrk lê zêde bûn ku her stêrkek a herêmeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.[1]
ANHA

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,790 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
Gotarên Girêdayî: 65
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-10-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 25-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-11-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,790 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.184 KB 25-10-2022 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.766 çirke!