Destênxwe deyne ser dilê gotina xwe. Wê germahiyê te hîs kir, destên te dişewitîne newisa? Min ji yên dizanin pirsî “Çima?” çima ewqas gotina dilê germ e? gotin ku “şopa dengê biajo”. Gotin ku “ji me nepirse, ji dengbêjan bipirse, bila ew vebêjin”…Ger zimanê dengbêjan birîn girtibe? Kî dê vebêje tiştên ku dîrok jiyan kirine?
Dengbêj, ya ku deng û jiyan dide jiyanê ye.
Li pişt wan ebayên wan, di destên wan de gopalên wan û li kêleka wan heqîbên(heybe) ku bi gotinan tijî dikin…Barî dîrokê dikin.
Dengbêj weke wateya peyvê; em dikarin bibêjin bi serê xwe awayeke hunerê ku weke bi pêkhatina peyvên deng(ses) û bêj(ses) hatina peyvên deng û gotinê ya gel hevdû ye.
Ev peyv, di wateya ferda ku gotinê bi ahengê kiryar dike ye de jî hatiye bikaranîn. Ji afirandeyên ku dengbêjan bi bikaranîna dengên xwe afirandine re “kelam” tê gotin.
kiryara nivîsê, her çiqasî ji pêşketinên însaniyetiyê a herî girîng yên serard bibe jî, hunera axaftin û efsûnkirina dengê her tim hiştiye ku li ser edebiyata devkî fikirandinê pêk aniye.
Dengbêjên ku hozanên zanist in, di dema ku nivîs nedihate bikaranîn de bûyerên civakî her tim zindî digirtin mîrgopal ku nifşên berî hiştine, bi her pêşketineke nû re bi veguhestandina nifşeke piştre re kevneşopiya edebiyateke bi devkî pêk anîne.
Yanî dengbêj; ya ku dibêje, bîra ku gotinê neqş dike zindî, geş dike, hata ya bîr e.
Dengbêjtî awayeke hunerê a cuda ye; ji ber ku nikare tenê weke hunereke muzîkê were nirxandin. Dengbêjtî tenê di qada muzîkê de berhemên dernaxe holê, çavkaniya esasî ya şano û edebiyatê jî pêk tîne di hunera Kurd û çandê de. Ya ku di vê de herî zêde bi bandor dibe, hunera mûzîkê bûye; lê belê bêguman ev piştçavkirina rasteqîna wê pêk nayêne. Çawa ku bi mûzîkê re operaya ku tê pêkanîn bi tena serê xwe hunereke em dikarin bibêjin ku dengbêjtî jî bi tena serê xwe hunereke. Bi vê re dengbêjtî, felsefeyeke Kurd e. Di navê de em dikarin jiyan, evîn, mirin, êş, malbat, tore, welat û nêrandina cîhanê bibînin.
Di odeyên dengbêjan de, di civatên nav ahenga dînletiyê de perwerdeyeke çandî pir baş û aliyê wê ya rêxistinbûyî jî pir baş derdikeve holê.
Hinek amûrên weke erbane(tef), bilûr bibêjin jî, gelekê dengbêjan tu aletê amûran bikarneanînê re, hunerên xwe xwe spartina hêza qirika xwe kiryar dikirin.
Rehê esasî ya dengbêjan dogaçlama ye. Tiştên ku vedibêjin her tim li ser dogaçlama hatiye damezirandin. Yên ku berhevkirine jî çêbûne lê pirsgirêk derxistina van jî mijareke gotinê ye. Ji ber ku rêbaza wan ya derlemekirinê li ser jiberkirinê ye piranî kilam û çîrokyan hatine guhertin. Her dengbêj kilamya ku derleme kiriye re yan ji xwe tiştin tevlî kiriye yan jî ji ber ku ne nivîskî ye hinek beşbi demê re hatine jibîrkirin û hatiye guhertin. Ji ber vê sedemê esereke dengbêjan ya xwe jî dibeke weke ya din nebe. Hata dorhêla ku lê ye jî dikare diyarker bibe. Dibe ku bandora bûyereke ku jiyan kiriye jî diyarker bibe.
Ji ber ku dengbêjên jin nikarin biçin her derî, gelek çîrok û kilamyên ku gotine bi hinek cihên diyar re sînordar mane. Bi saya vê rola veguhêzkar a dengbêjan gelek kilam an jî çîrok, ji jinên ku wê afirandine hatine girtin, ji nû ve bi berhevkirinê re ji girseyên guhdarker ya berfirehtir re hatiye gihîştandin. Di halê berovajî de gelek kilam û çîrok, bi mirina jinên gundî ya afirînerê wê re rêya jibîrkirinê vedikir. Kî yên ku hatine jibîrkirin jî pir in.[1]