Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,316
Wêne
  124,437
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,562
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
WÊJE Û ŞOREŞ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
WÊJE Û ŞOREŞ
WÊJE Û ŞOREŞ
Şoreş ger ne civakî be, ji xwe nabe şoreş. #Edebiyat# jî ger ne di xizmet û îfadeya çalakiya gel de be, jixwe ew jî nabe edebiyata gel. Di warê avakirina civakê de çalakiya edebiyatê û şoreşê heman in. Ji ber ku herdû jî ji bo nûbûn û berdewamiya jiyanê têdikoşin. Vejîn ji bo herdûyan jî dahatuyeke pêşbîniyê ye. Di rastiyê de şoreşa herî mezin di serî de di hestên mirovan de pêk tê. Lê di wateya madî û avakirina pergala jiyanê û rizgariyê, di têkoşîna şoreşê de pêk tê. Wê demê herdû jî bi heman hestiyariyê tevdigerin. Ji ber ku heke edebiyat di raman û hestên mirovan de serhildêriyê pêkneyîne, wê demê çalakiya xwe ya pêşvebirina civakê winda kiriye. Dema ku jiyan bi edebiyatê bê tarîfkirin, wê hîna bedewtir û bi qasî ku hemû ziraviyên wê bêne nîşandan wê layiqî hemû rengîniya jiyanê be.

Ji ber ku mirov herî zêde bi xeyalên xwe re dimînin û hestên wan ber bi asoyên cuda ve diherikin û timî deryayekê mezin ji zanînê digerin. Mirovên edebiyatger di hemû waran de karîne bibin xwediyê hestên ku li hemberî civaka xwe şiyar tevbigerin û da ku wê biparêzin, têbikoşin. Çîna mêtinger ku xwe jorî civakê dibîne, edebiyat ji bo xwe berdewam bike bikar aniye. Da ku kesayetên xwe û xanedanên xwe bidin nasîn û gel di nava bê dîrokiyê û tarîtiyê de bihêlin, edebiyateke ku bikeve xizmeta çîna wan de bikar anîne. Mêtina civakê bi destên wan çînên ku xwe jorî civakê dibînin, her tim bi rêka edebiyatê hatiye rewa kirin. Lewre feqîrî, xêzanî, bêçaretî, bindestî, serdestî, mirovên baş, yên nebaş û hwd. timî bi awayekî sîstematîk hatine çêkirin û bi edebiyata bedew ew rewa û xwezayî kirine. Tîpa ku di wan nivîsan de timî hatiye xemilandin û pêşbiniyê re hatiye pêşkêşkirin, tîpeke ku çîna jor temsîl dike û dilê mirovan dibijînin tiştekî ku tenê neşibihin kesayeta xwe, weke din timî weke kesekî/a wenda û li xwe digere dihêlin. Lewre edebiyat jî kirine kareke dibistanan û di xizmeta pergala xwe de bikar tînin. Dema ku mirov romaneke ji wan romanên ku hatine nivîsandin dixwîne, tenê bala mirov dikişe ser qehreman, lê rewşa civakê di pêleya duyemîn de dihêlin. Lewre edebiyata gel, stran, lorîk, çîrok, serpêhatî, helbest, qesîde û hwd, hemû jî ji berê de hene û hêjayî nirxandinê ne. Di vê xalê de Çernîşevskî wiha dinirxîne: “Miletek bêwêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa dike.” Şoreş bi rastiyên xwe dikare edebiyateke rasteqînî pêşbixe û mohra xwe li serdema dîroka civakî bide. Şoreşa PKK’ê di serî de hîtaba mêjî, hest û vîna însanê kurd kir. Lê beriya her tiştî di aliyê pîvanan de jî bû xwedî pîvanên ku pêwîste hebûna. Sîstema dagirker her timî di hemû waran de xwestiye hêza edebiyatê bi tiştên ne di xizmeta civakê de xerc bike. Edebiyata ji bo edebiyatê weke çawa dibêje huner ji bo hunerê ye, ev kir mijareke erzaniyê. Lewre di roja me ya îroyîn de mirov dibîne ku edebiyata ku têkelî bazirganiyê bûye û bi vê dixwazin qîmeta edebiyatê ya dîrokî wenda bikin. Edebiyat da ku bi rola hişyarkirina civakê ranebe, çi asteng hebin dikine pêşberî edebiyatê. Lewre mijarên sereke û talî tevlîhev dikin. Modernîteya kapîtalîst bi qasî bi îdeolojiya xwe ya lîberalîzmê bangewaziya tevgeran û rengan dike, ji bin ve tek rengekî dide pêşberî her kesî, heman tişt ji bo edebiyatê jî kirine mijara xwe ya sereke. Hestan erzan dike û ber bi xefletekî ve dibin.

Edebiyat bê şoreş nabe, şoreş bi edebiyatê tê nasîn û armancên şoreşê bi edebiyatê dikarin mayend bibin û bibin malên civakê. Her netewek li gorî berhemên xwe yên edebî dikarin jiyaneke çawa armanc dikin bide nasîn. Edebiyat îfada herî baş ya şoreşê ye. Şoreşek bi qasî ku xwe edebî dike, dibe malê civakê. Hemû berxwedaniyên şoreşê bi rêka edebiyatê dikarin bêne nasîn. Şoreşek bê edebiyat dikare bibe, lê nikare xwe li nava civakê bi awayekî baş birêxistin bike û bide nasîn. Lewre şoreş xeyal û jiyaneke çawa hedef dike, edebiyat dikare bi awayekî têkûz bibersivîne. Nivîskarekî Latîn Amerîkî, Ernesto Sabato dibêje “ Heger hûn nehêlin mirovek xeyal bike, ji xeyalên wî re asteng derxin, ew dê dîn bibe. Edebiyat her tim dijberî û li hemberiya tiştan derketin e. Edebiyat di serê her tiştî de çalakî ye. Berxwedana mirovan ya ji astengan û ji dînîtiyê xilas kirin e. Di rewşên giran de hunermend hatine qedexekirin, lê edebiyat hêza herî xurt dimîne.” Şoreş û Edebiyat dihêlin ew xewnên ku têne behskirin bêne pêkanîn û civakek etîk û estetîk pêkan be. Bi edebiyatê mirov dikare her rastiyên hatine jiyîn bi awayekî têkûz bîne zimên. Edebiyat dihêle ziman jî pêşbikeve û çanda civakê ji kokê ve bê parastin. Bê edebiyat mayîn, yek ji pêngavên yekemîn yên mêtingeriyê ye ku gelan pê asîmîle dike û wan dagir dike. Ya din jî civak bi edebiyatê zanistiya xwe xurt dike û bi awayekî zanistî pêş dikeve.

Dema em behsa helbestê jî bikin di hemû nivîsên helbestê de jî rastiya jiyanekê û bangewaziya ji bo avakirina jiyana civakê ye. BZ salên 1000’an de, temsîl helbestê dike. Di vê dema dîrokê de, li gelek cihan pirtûkên pîroz li ser esasê ku wê mirovahî timî li heqîqeta xwe bigere û wê bigihîjê, hatine nivîsandin. Hemû jî îfada pêşerojeke çawa didin nîşandan û însan ber bi lêgerîna li rastiyan ve dibe. Mînak Avesta ku hatiye nivasandin li ser esasê jiyana wê demê ku bi hemû erjengbûna xwe ve heye, hatiye nivîsandin. Vegotinên nivîskî û devkî, mohra xwe li van salan dixin. Ev destanên damezrandina konfederasyonên xanedan, qebîle, eşîran tînin holê. Em dikarin bibêjin ev destanên qehremaniyê ne jî. Ev vîn û daxwazên çînên bilind nîşan didin. Lê di heman demê de yên ku temsîla berxwedaniya gel jî dikin gelekin û hêjayî nirxandinê ne. Di heman demê de û di destanên kevnar de mirov berxwedaniya gelan li hemberî sîstemekî bi zimanê helbestîk ku hatiye nivîsandin baş dibîne. Di her malikekî helbestê de mirov dikare bi dehan şîrovan li ser bike. Ango edebiyat xwedî kevneşopiyeke serhildêriyê ye. Lewre divê mirov baş van bibîne û binirxîne. Her esereke ku li ser kevirekî hatibe verotin îşaretê bi rewş û heyînekî destnîşan dike. Di vê xalê de nivîskarê navdar Dostoyevskî wiha dibêje: “Edebiyat, yek ji erka wê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku weke pirtûkek dibistanê ye, ji jiyanê ye. Armanca xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.” Edebiyata ku ji kûrahiya dilê civakê temsîl neke û ji bo nirxên wê neparêze nehêjaye û wê ti demê mayînde nebe. Edebiyata kevneşop heke heta roja îro dilê me tije dike û hestên me xîtab dike, wê demê ji rastiya civakê hatiye girtin û temsîla wê dike.

Perestgehên Sumeran bi saziyên ramanê da otorîteya rahîb pêşve bibin û bidin meşandin, pêşxistine. Heke ne wiha be wê ti otorîteyên ku hatine maşandin mayînde nebin û derbasî nava civakê nebin. Hemû destanê ku pêşketine û di bîr û baweriya mirovan de heta niha jî mane, hemû jî îfadeya demekî dikin. Ev vegotinên destanî ku hê jî di bîrûbaweriya gelan de tên jiyandin, girîngî û zorbûna gihîştina hêzeke şareza didin diyarkirin, veguherîna serdemên dîrokê îfade dikin. Li ser hin mirovên wek Kawa’yê Hesinkar ku, serî hildane, hin şirovekirinên wêjeyî hene. Ev jî, ji pêşketinên civakî hêz girtine û hatine pêşxistin. Edebiyata bihêz ya gel e bi xwe ye. Serhildêriyên ku pêkhatine, bê edebiyat heta roja me ya îro nehatine. Heke edebiyata wan lewaz be, wê demê xwe nagihînin heta roja îro. Edebiyat bi xwe kûrahiya hestan îfade dike, lewre divê ku hestên kûr di edebiyatê de bêne ravekirin. Hest jî tenê demên nexweş de nayên kûrkirin, di demên ber bi rastiya civakî ve herikînê ve kûr dibin. Weke mînak heke di roja îro de em di nava şoreşê de bin jî, lê dema hedefa me weke kes jî ne avakirin û civakê be, ber bi xwezaya wê ve neherikîn be, wê demê ne gengaz e ku em karibin wî hestî bijîn. Dibe ku çend hevokan em binivîsin hebin, lê ev nayê wê wateya ku di warê hestan de em kûr bûne û gihîştine wê asta ku îfadeya dîroka xwe bikin. Lewre taybetmendiyeke edebiyatê afirandine, afirandin jî taybetmendiyeke civaka xwezayî û dayîkê ye. Lê ew jî bê sinc û bê ked nepêkan e. Ked jî dema ku ne di nava komunalbûna ku xizmeta civakê de be, wê demê dê di halê xwe de bimînin û ber bi nerastiyê ve biherikin. Di rastiyê de ya ku edebiyat û şoreşê digihîne hevdû, ked û afirînerî ye. Ev herdû jî di rêka hevrabûnê pêşdikevin û dikarin bibin malê civakê. Weke çawa şoreş tenê çalakiyeke rûxandinê nînbe, edebiyat jî tenê çalakiyeke nivîsê nîne, lewre herdû hîna zêdetir xwedî armanc û sinc in. Mînak kesayetên ku edebiyatger û bi taybet şoreşger bin jî, bi xwe jî şoreşeke hizrî di kesayeta xwe de divê avabikin û wiha dikarin jiyana nû nîşan bidin. Heke ne wiha be, yên ku edebiyatê tenê ji ber ku edebiyatê bikin, dê bikevin nava xefika sîstemê û ji bo sîstemê bê zanebûn bihêz bikin û bixebitin.

Serdema ku nivîskarê mezin #Ehmedê Xanî# #Mem û Zîn# nivîsandî, ew otorîteya ku beg û feodalan avakiriye da ku birûxîne, eşkere bike dinivîsîne. Di heman demê de kesayeta wê demê îfade kiriye. Her tim hesretên xwe yên pêknehatine di edebiyata kevin de mirov baş dibîne. Li hemberî lênegerîna ku heye xwestine wê perçe bikin. Bi awayekî baş bal kişandiye ser eşqa gelê kurd ya ku dijî. Ji ber pêşneketina tevgerên kurdî û şoreşê berhemên heyî di wê rewşa xwe de mane û pêşketineke ku tê xwestin pêknehatiye. Jixwe di kurdistanê de wan çaxan ji sedsalên 18- û pê de salên ku edebiyata kurd a pêşketiye jî bi giranî ji bo ku kurdan asîmîle bike, qirkirin û wêrankirin di wareke din de rewşa hey jî rewa kirine. Di wan nivîsan de nenaskirina rastiya kurd û kurdistanê pir li pêş e. Bi giranî kurd weke paşverû û hov têne nîşandan. Ya din jî herî zêde di warê îxanetê de zêdetir weke taybetmendî derketiye pêş. Ango dîroka berxwedanê jî mirov van salê dawiyê di edebiyata heyî de nabîne.

Bi pêşetina şoreşa PKK’ê re edebiyata kurdî hinasa azadiyê kişandiye nava hinavên xwe. Bi dehan pirtûkên li ser berxwedaniyê pêşketine. Lewre şoreşê bi xwe re derfetên ku xwe li hemû derên ku kurd lê dijîn xwe gihandiye û rastiya jiyana wan baş daye diyar kirin. #Gelê kurd# da ku ber bi guhertin û veguhertinê ve pêngavên girîng biavêjin, têkoşînên bêhampa hatine meşandin. Edebiyat têkiliya xwe bi şoreşê re ew e ku karibe jiyana gelên heyî û herêma ku lê dijîn, bigihîne xwezaya wê. Şoreş da ku hestan di serî de rizgar bike pêngavên girîng diavêje û edebiyat van hestan bi awayekî rasteqînî dinivîse û pêşkêşî civakê dike. Di hemû şoreşên cîhanê de rola hunerê û edebiyatê timî pir girîng û mayende ne. Di serdemên şoreşan de pêwîstî bi edebiyata şoreşgerî heye. Şoreş heke li hemberî sîstemekî têdikoşe, wê demê heke edebiyata wê nebe, dê lewaz bimîne û wê şoreş nebe dîroka civakê û wê pêşerojeke ji jiyanê re pêşnexîne.

Romanên ku di cîhanê de di serdemên şoreşan de pêşketine jî hemû ji bo çawa bijîn pêşketine. Edebiyat tişta ku dike wê şoreşa ku weke çirûskekî ye, dike agirek gur û di dilê her kes de vêdixîne. Şoreş sîstema heyî bi awayekî rasterast qebûl nake û dest bi têkoşîna xwe dike, lê edebiyat wê jiyana ku nayê qebûl kirin kîjan e, ezeztiyê bi awayekî tund rexene dike. Ji bo jiyaneke nû kesayeteke çawa pêwîst e diyar dike, sixtekariyên ku têne kirin eşkere dike. lewre edebiyat renxnegeriyek û avakirineke di ramnê mirovan de ye. Çawa şoreş bangawaziya hemû kesimên civakê dike, edebiyat jî hîtaba wan hemûyan dike û wan ber bi jiyaneke nû ve dibe. Heke heta roja me ya îro dev ji jiyana kevn neberdan hebe, ev jî pirsgirêka şoreşê nîne, ji ber ku tiştên dikeve ser milên şoreşê kirine, wê demê edebiyata me hîna jî rola jê tê xwestin nelîstiye û li civakkê nedaye xwendin. Em bala xwe bidinê di romanê Fransî û Rusî de hemûyan de hemû pêvajoyên xwe yên jiyan û qerektereke çawa baş tê de îfade kirine. Heke şoreşa me jî di roja îro de gihîştiye astekî bilind, divê bedewiya xwe bi edebiyatê bide nîşandan û karibe wê ji her kes re bike mal.

Edebiyat dema ku temsîla rastiyeke civakî bike, timî bala mirov dikişîne û berê mirov bê ku astengiya ziman hebe, dikişîne. Gelek berhemên edebî hene weke hevokeke hevbeş ya cîhanî ye, li hemû deran tê şopandin û xwedin. Lewre edebiyat di wareke din de dişibihe şoreşeke serkeftî ku her kes berê xwe bidiyê û ji bo xwe weke mînekeke şopandinê bigire dest. Lewre nivîskar, M. Gorkî dibêje; “Edebiyat çavê gerdûnê ye, ê ku her tiştî dibîne û diçe heta kûrahiya derûniya mirovan.”wê demê edebiyat gerdoniye û ti carî sînordar jî namîne, ji ber ku temsîla nirxên mirovahiyê û hestên wan dike. Dema em dibêjin gerdoniye, nayê wê wateyê ku ji rastiya gelê xwe dûr ketiye, yan jî biyan bûye û temsîla gelê xwe nake. edebiyatger divê bi edebiyata gelê xwe bibe qasidê cîhanê û gerdonê. Heke edebiyatek gelê xwe di nava tarî û zilomatan de bihêle wê demê ti carî nabe gerdonî û wê temsîla nirxên civakî jî neke. Heke ziman û exlaqê gelê xwe pêş ve nebe, wê nikaribe ji bo gelên din jî bibe mînakeke serkeftî da ku gel pê hişyar bin. Mînak em li şoreşên Ewrûpa temaşe bikin, bi taybet jî ya ronesans mêze bikin, rola wê di bingeh de rakirina gelê wê bû. Da ku ji nava qeydên feodalîzmê rizgar bibin û têbikoşîn, gelê xwe hişyar dike, di heman demê de dibin xwediyê tiwaniyên ku zanistê jî pêşbixin. Her çiqasî paşê bi vî navî nehatibe binavkirin jî, lê rola wê ya yekemîn ew bû ku gelê Ewrûpa ji nava tarîtiya ku hatiye çêkirin û ji wan şerên mezhebî, netewî û hwd, azad bibin. Lewre gelek edebiyatger di oxira vê de canê xwe jî dane. Kesên wekî Nîtçe, Roso û hwd. xwedî ked û roleke ku karibin temsîla dîroka xwe û ya gelê xwe bikin. Da ku şoreşa civakî pêk bê, van kesan dîwarê di ramanên mirovan de hatiye lêkirin, rûxandin û bûne pêşengê têkoşîna ronakbûna gel. Di serî de bixwe dest bi şoreşa di hestan de kirin û paşê ku di kûrahiya hestan de ev pêkanîn, bingehê şoreşê amade kirin û bûne pêşengê şoreşa zanistiyê.

Edebiyatê timî ji bo zemînê şoreşê di aliyê hizir û zihniyetê de amadekariyeke gelekî girîng amade kiriye û bûye sedma ku bibe xwediyê wê rola ku pêşnegitiya jiyana azad bike. ji ber ku edebiyat ti şêwazên desthilatiyê napejirîne û di cihê xwe de nasekine. Heke edebiyatger di demên pêşngtiya gelan de roleke wiha negirin ser milê xwe, wê demê mirov nikare bêje rola xwe ya dîrokî jî lîstine. Dema ku şoreş destpêdike tavilê edebiyat dikeve nava liv û tevgerê de. Ji bo vê yekê jî divê ku beriya her tiştî mirov vê baş bizane, di mînakên cîhanê de edebiyat dest bi pêşengtiya şiyariya gelan kiriye û wiha bi şoreşê re û bûye zimanê şoreşê yê ku dengê xwe li hemberî hemû qeydan û bendan bilind dike. Edebiyat dengê şoreşê edebiyat bilind dike û dema ku edebiyat vî dengî bilind dike dikeve ruhê civakê û wiha xwe mayende dike. heke ne wiha be çi qezencên şoreşê hebin jî, wê nikaribin bibin malê civakê û wê di nava civakê de belav jî nebin. Lewaziya şoreşekî di nenaskirinê de hebe, sedem nelîstina rola edebiyatê ye. heke em behsa modeleke civakê û jiyanek nû, neteweya demokratîk dikin, divê em ji mînakên berê tecrûbeyan bigirin û weke wan nekevin nava wê şaştiya ku wê berfireh nebe û nebe malê civakê. Jiyanên komunal li gelek cihan avabûne, lê ji ber hêza dijwar ya mêtingeriyê û kêm edebiyatê di roja me ya îro de em kêm şûnpiyên wan dibînin. Şoreşên bê edebiyat weke zarokek ku bê ziman hatibe dinyayê.

Dîroka ereban jî bi giranî di serî de bi rêka ziman belav bûye û gihaye wê asta ku tê xwestin. Her tim di warê edebiyatê de xwe birêxistin kirine û karîne bibin xwediyê wê tiwaniyê ku karibin xwe li her der belav bikin û heta gelan jî bi ziman û çanda xwe asîmîle bikin. Di warê edebiyatê de mirov dibîne ku dîroka xwe jî bi rêka edebiyatê dane nivîsandin û hindike be jî bi ser ketine. Lewre gelek destanên xwe nivîsîne wiha xwe bi wê dîrokê her çiqas kêm be jî didin nîşandan. Heke ne wiha ba wê di dema osmaniyan de bihatiban helandin û asîmîle kirin, ya din jî mijara ku di aliyê olî de karîne zimanê xwe li her derê rojhilata navîn belav bikin û serwer jî bikin. Rewşenbîrên ereb çanda ereban parastine û gihandine vê astê. Heta roja me ya îro jî bi helbestên ku ji bo tekoşînê bibin egereke, bi zarokan didin jiber kirin û pêşereja xwe wiha made dikin. kesayetên weke Silêman Îsa ku helbestên wî di aliyê nîjadî de, kesayetên weke El-Bustanî û hwd. di pêşengtiya netewa ereb de roleke mezin lîstine. Lewre divê ku beriya her tiştî em bizanin ku şoreş û edebiyat timî bi hev du re ne û timî serhildêriya wan ji bo azadiyê ye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,856 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-09-2014 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Wêjeya kedê
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 26-10-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 27-10-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 31-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,856 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.797 çirke!