Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bal kişand bêdengiya li hemberî #êrişên kîmyewî# yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, dema mijar girêdayê #dewleta Tirk a dagirker# be, peymanên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî nayên pêkanîn.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî didomîne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê ve 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne.
Di 18’ê Cotmehê de jî, Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 gerîlayên ku di encama êrişên kîmyewî şehîd bûne, eşkere kirin û destnîşan kir ku êrişên kîmyewî encamên bêdengiya navneteweyî ne.
Der barê vê yekê, hiqûqnas Cibraîl Mistefa behsa qanûn û peymanên qedexekirina çekên kîmyewî hem li hundirê dewletê hem jî li derveyî wê kir.
Cibraîl Mistefa wiha axivî: “Tevî bikaranîna van çekan û piştgiriya NATO’yê, lê dîsa jî Tikiyê armancên xwe yên tunekirina gerîla pêk neanîn. Berovajî wê, hêza gerîla mezintir bû, piştgiriya gel jê re zêdetir bû û di warê siyasî, leşkerî û îdeolojî de destkeftî bi dest xistin. Ji ber van destkeftiyan dewleta Tirk berê xwe da bikaranîna çekên qedexekirî wek çekên bi gazên jahrî û fosfora spî û xerdelê.”
ÇAVAN LI SÛCÊN QIRKIRINÊ DIGIRIN
Cibraîl Mistefa diyar kir ku tevî ku çekên kîmyewî li gorî peymana qedexekirina çekên kîmyewî û çêkirin û belavkirina wan qedexekirî ne û di 1997’an de ev peyman hat îmzekirin û dewleta Tirk a dagirker jî ji wan dewletan ku peymanê îmze kirine ye, lê li gorî peymanê tev negere.
Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî Tirkiyê hurmetê ji qanûn û pîvanên navneteweyî re nagire.
Mistefa diyar kir ku gelek peyman navneteweyî hene ku bikaranîna van çekdan qedexe dike û wiha li axaftina xwe zêde kir: Ji wan peymanan; peymana mirovan a navneteweyî, qanûna navneteweyî ya urfî, sîstema bingehîn a dadgeha cînayetan. Her wiha di sala 2010ʹan de biryarek hat derxistin ku bikarnîna çekên kîmyewî di şerên navneteweyîn an hundirîn de sûcekî şer pênase dike. Her wiha danezana Lahay û protokolên Cinêv ên derbarê gazên jehrê de hene. Tevî van qanûn û peymanan bersiva Tirkiyê ya ku van çekan li pêşiya çavê cîhanê bi kar tîne, nayê dayîn. Ev lihevkirin û peyman hibir li ser kaxezê dimînin.
Mistefa bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Mixabin tevî hemû delîlên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPGʹê hene, lê me tu tevger ji aliyê hêzên navnteweyî an jî rêxistinên navneteweyê, bi taybet Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya ku çavdêriya wan peymanan dikin ve nedît.
BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ
Hiqûqnas Cibraîl Mistefa diyar kir ku bêdengiya navneteweyî dide nîşan ku nêzîkbûn bi çend pîvanan li hember dosyayên mirovî û hiqûqî hene û got, ev jî dide nîşan ku ev dewlet li ser hesabê gelan nêzî dewleta Tirk a dagirker dibin.
Cibraîl di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî kir ku erkên xwe bi cih bînin, nehêlin dewleta Tirk a dagirker van çekan bi kar bînin û hesab jê biprisin.[1]