Berdevkê Meclisa Leşkerî ya #Minbic#ê da zanîn ku belavbûna çeteyên Ehrar El Şamê li eniyên bakur û rojava yên bi ser hêzên wan ên leşkerî ve planeke nû ya #dewleta Tirk a dagirker# da ku vekirina rê li pêş çeteyên Cebhet El Nusra ye ku xwe fireh bike û got: Hêzên me amade ne bersiva her êrişekê bidin.
Beriya çend rojan çavkaniyên herêmê ji Cerablusa dagirkirî ji ajansa me re diyar kiribûn ku çeteyên Ehrar El Şamê yên girêdayî Heyet Tehrîr El Şamê li şûna çeteyên Cebhet El Şamiyê li 6 gundên bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûne û êdî eniyên bi ser Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve kontrol dikin û amadekariya belavbûna li nuqteyên eniyên din dikin.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser van geşedanan ev tişt got: Ev yek dikevin çarçoveya plana bi hewldana derbaskirina Cebhet El Nusra li van herêman, bi wê re ev belavbûna dawî dikeve xizmetî wan hewldanan.
Derwîş diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şamê li bakur rojava û rojavayê Minbicê belav bûne û da zanîn ku ev kom girêdayî Cebhet El Nusra ne yan jî yekser bi wan re dixebitin.
Derwîş ev li axaftinên xwe zêde kir: Nuqteyên bi ser belavbûna hêzên me yên li bakurê rojavayê Minbicê ve ji gundê Um Cilod û derdora wê heta bi gundên Muhsinlî û Ereb Hesen di bin kontrola Cebhet El Şamiyê de bûn, lê Ehrar El Şamê hatin û bêyî şer ew kontrol kirin. Niha gelek kom li eniyên şer bi ser hêzên me ve li eniyên Minbicê belav bûne. Li eniya bakur, hin nuqteyên Cebhet El Şamiyê, Ehrar El Şamê û saziya ewlehî ya Tehrîr El Şamê û El Nusra hene û li herêmên bi ser nuqteyên me ve bi cih bûne. Ji aliyên leşkerî û ewlehî ve dixebitin û tevgerên wan hene.
Derwîş destnîşan kir ku li eniya rojava ve Lîwa Semrqend û komên girêdayî Hemzat û komên cuda hene û diyar kir ev kom bi awayekî yekser li eniyên di bin kontrola Ehrar El şamê de ne û li wan herêman çeteyên Cebhet El Nusra hene.
Li ser armanca vê belavbûnê Derwîş ev tişt anî ziman: Ew yek projeya nû ya li herêmê ye û bi hewldana vekirina rê li pêş Cebhet El Nusra ye da ku belav bibe. Hin kom bi giştî girêdayî biryara dewleta Tirk in. Dewleta Tirk hewl dide piştgriyê bide wan û tev li El Nusra bike û ew jî komên tirkmenî ne, mîna Emşat û Hemzat. Wek tê zanîn ew komên bi El Nusrayê re bi hev neketin, lê berovajî wê li kêlekê sekinîn.
Derwîş diyar kir ku ev bûyer û lihevkirin piştî lihevkirinên tirkî-rûsî pêk hatin, ew yek bi hewldana bêdengkirina dengên nayên kontrokirin, da ku bikaribe çi hewldanekê yan jî lihevkirineke bi hikumeta Şamê re pêk bîne.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir ku niha Cebhet El Nusra di bin gelek navên komên alîgirê dewleta Tirk de dixebitin û wiha dom da axafitna xwe: Ya destpêkê jî Ehrar El Şamê û komên tirkmenî yên din in. Ev kom rasterast fermanan ji dewleta Tirk digirin, da ku bi Cebhet El Nusra re li herêmê bixebitin. Helwestên navneteweyî û Amerîka bi taybet û redkirina gel projeyên dewleta Tirk ên bi rêya Cebhet El Nusra asteng kirin. Ji lew re dewleta Tirk bi rêya Heyet Tehrîr El Şamê di bin navê Ehrar El Şamê de dixebite. Ji ber wê em dikarin bêjin koma herî serwer li herêmê, Ehrar El Şam e.
Li ser helwesta Meclisa Lekerî ya Minbicê ji van guhartinên li eniyên bi ser hêzên wan ve wiha Derwîş got: Em ji nêz ve dişopînin. Li gorî me ev komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hemû terorîst in û destê wan di xwînê de heye û ji hev nayê cudakirin. Li hemberî van geşedanan em tedbîrên xwe digirin. Par me pergala xwe ya parastinê xurt kir û em parastina şêniyên xwe yên li Minbicê bikin.
Şervan Derwîş wiha gotina xwe bi dawî kir: Divê gelê me baş bizane ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên xwe îstîqrara li herêmê derbe bike û niha berê xwe berê wê bi lihevkirina bi rejîmê re ye.[1]