Pêşangeha Şêwekariyê ya bi navê #Efrîn# bang li me dike..Qêrîna Sûriyê, sibe li bajarê Helebê dest pê dike.
Bi armanca ku bi rêya hunerê balê bikişînin ser sûcên #dewleta Tirk a dagirker# ên li Efrînê, Berxwedana Serdemê û dengê koçberên Efrînê bighînin cîhanê, Komîna Wenesaziyê ya kantona Şehbayê bi hevkariya MSDʹê amadekariyên vekirina pêşangeha hunerî ya Efrîn bang li me dike..Qêrîna Sûriyê dike.
Pêşengeh wê sibe li devera Cebanat a beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê were vekirin. Di pêşangehê de wê 40 wênesaz bi 100 tabloyên hunerî dê werin pêşandan.
Komîteya amadekar a pêşangehê destnîşan kir ku wê gelek kesayetên sûrî vexwendin pêşangehê.
Piraniya mijarên tabloyan li ser vegera li Efrînê û rizgarkirina wê ji dagirkeran e. Her wiha balê dikişînin ser êrişên dagirkerinê yên sala 2018ʹan ên li ser Efrînê.
TILIYÊN HUNERMENDAN DÊ QÊRÎNA KOÇBERAN BIGIHÎNIN CIVÎNÊN NAVNETEWEYÎ
Hevseroka Komîna Wênesaziyê Sebah Elî ji ajansa me re destnîşan kir ku armanc ji vê pêşangehê ew e ku balê bikişînin ser doza Efrîna dagirkirî ye.
Sebah Elî diyar kir ku pêşang cara yekemîn li Şehbayê hat vekirin û dê sibe li Helebê were vekirin.
Her wiha, berpirsa Nivîsgeha Jinan a MSDʹê ya Helebê û yek ji endamên Komîteya Amadekar a pêşangehê Zeyneb Qenber destnîşan kir ku destên hunermendan xwest bang li civata navneteweyî bike ku ji bêdengiya xwe derkeve û dawiya dagirkirina Efrînê bîne.
Di dawiya axaftina xwe de, Zeyneb Qenber diyar kir ku tabloyên ku dê werin pêşandan wê çîroka Berxwedana Serdemê ya 58 rojan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê vebêjin.[1]