Di roja 7ʹan a
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd HerekolPêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de nivîskar û lêkolîner
Salih HeydoSalih Heydo hat xelatkirin û du pirtûk hatin îmzekirin.
6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşmeya Pirtûk samanê cîhanê ye di roja xwe ya 7ʹan de li Hola Zana ya bajarê
QamişloQamişlo dewam dike.
Di pêşangehê de nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo, ji ber keda wî ya dewlemendkirina wêje û mîrateya kurdî, ji aliyê Komîteya Amadekar a Rojên Çand û Hunerê ya Kurd a li Berlînê ve hat xelatkirin.
Her wiha dîwana helbestvanê nemir Îbrahîm Derwîş a Neqireskek Ji Jana Dil û pirtûkeke li ser fêkirina lîstika şatracê ya ji zimanê ingilîzî wergerî zimanê erebî hatiye kirin, hatin îmzekirin. Her du pirtûk diyarî beşdaran hatin kirin.
Piştre pêşbirkeke çandî hat lidarxistin û pirtûk diyarî kesên serketî hatin kirin.
Pêşangeh wê sibe bi dawî bibe.
[1]
ANHA
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,888 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!