Bingeha Laliş ya rewşenbirî û civakî ya li #Duhok#ê doh Sêşemê di derbarê dîrok û çanda #Êzîdî#yan de 4 pirtûkên nû weşand. Ev çar 4 pirtûkên nû bi pêşengîya pişka Vekolînan ya Bingeha Laliş, ji hêla Desteya Bilind ya Bingeha Laliş ve hatine amade kirin û weşandin. Desteya Bilind ku di Kongreya 4‘an te hatiye damezrandin armanca xwe ya yekê wek nivîsîn û tomarkirina dîrok û çanda Êzîdîyan di çarçoveya rewşenbîrîya Kurdî dîyar dike. 4 pirtûkên ku bi zimanên Kurdî û Erebî ji alîyê nivîskarên nav û deng hatine nivîsîn wiha ne:
1. Sîyaseta Brîtanî beramber Kemîneyên olî li Îraqê (1914, 1941) Dr. Adnan Zeyan Ferhan
2. Peyvên Kurmancî di zimanê xelkê Başîk û Behzanê da (Ereb Şingalî)
3. Têgehê xwedawendîyê li cem Êzidiyan, Zeredeştiyan, Sabiyên Mendayî (D.Henan Nurî Elyas
4. Hindek vekolîn li dor edeb û rewşenbîrîya Kurdî (Hecî Cehfer).
Desteya Bilind dide zanîn ku ev 4 pirtûk berhemên yekê ya xebatên wê ye û ewê bi projeyên nû van xebatan bidomînin, bi taybet jî çapkirina pirtûkên ser ol, mêj, çand û edebîyata Êzîdîyan bi lêkolînên nû serdemî.
Karwan Hecî berpirsê rewşenbirî li desteya bilind ya bingeha Laliş behsa vê projê weşandina 4 pirtûkan kir û giringîya berhevkirina belgeyên ser Êzîdîyan anî ziman.
Dr. Seîd Xodêda jî behsa siyaseta Brîtanîya ya hember kemanîyên li Îraqêyên wek Êzîdî, Mesîhî, Cîhû û Sabîyên Mendayî kir.[1]