Zeynelabidîn Zinar,
Sunet û sunetkirin, bi serê xwe felsefeyeke #Aryanî# ye.
Sunet, dîroka maderî û manewî ye.
Wate ev e: Zarûkên lawînî dema çêdibin, çermikê serê bilokê wan jê dikin.
Niha jî di Toreya Kurdan de sunetkirina zarûkan bi şahîyeke hingedik tê pîrozkirin.
Pêşî sunetkirina zarûkên lawînî ji Kurdên Arî yên ku wek EZDA dihatin binavkirin, dest pê bûye û heta niha jî ew tore di nava wan de berdewam e.
Di wan deman de hêj Xwedayê Asîmanî çendî ku nehatibû naskirin jî, lê Kurdên Ezdayê bawer kiribûn ku hêzek di kaînatê de heye û wê hêzê ew afirandine. Ji ber hingê, ji wê hêzê re EZDA gotine.
Lê Kurdên wê demê asîman xwedawend û ruyê kadê (erd) jî, dayik pejirandine.
Herweha didîtin ku her sibe roj derdikeve, êvarê jî diçe ava, bawer kirine ku timî roj xwe nû dike. Wan gotina SUNETê jî, ji navê asîmanî wergirtine.
Navê asîman yê rastîn SÎN e.
Navê jêkirina serê bilokê zarûkan jî, ji SÎNê wergirtine û gotine SUNET.
Li gor baweriya Kurdên EZDAyî, eger meriv sunetkirî be, wateya xwe ev e ku meriv lawê rojê ye. Îcar eger meriv lawê rojê be, bêguman dê meriv her tiştê xwe wek ruhniya rojê paqij, zelal û aram bide jiyandin.
Çewa ku Xwedayê mezin di Qurana pîroz (Suretê Hucûrat, Ayet: 13) de gotiye ku wî her tiştî nêr û mê afirandiye, eynî wisa nêrê SÎNê jî (asîman) ROJ e. Yanî roj malxweyê asîmanî ye, asîman jî malxweya Rojê ye.
Ji ber ku Roj hertim di nêv qada asîmanî de li tevgera xwe berdewam e, di nava xwe de dihêwirîne û dide lipikandin.
(Çendî ku niha di Kurdiya Kurmancî ya îro de zayenda Rojê mê ye û ya asîmanî nêr e jî, lê di rastiya xwe de nêr û mêtiya wan, bi hevûdu hatine guhertin).
Ya duyemîn jî ev e ku dema zarûkên lawînî têne sunetkirin, serê bilokê wan mîna gogê tê xuyakirin û wêneyê rojê dide.
Bêguman her tişt, adana xwe ji rojê werdigire. Eger ne Roj be, çu tiştê li jiyanê namîne.
Îcar piştî ku Kurdên EZDAyî zarûkên xwe sunet kirine, hin bi hin ew hawe bûye toreya nijadî û di nava Kurdan de rojane hatiye bikaranîn.
Dema Zerdeşt pêxember jî hatiye, suneta zarûkan di ola xwe de jî bi kar aniye.
Piştî ku Brahîm Pêxember ji ber kurmamê xwe Nemrûdî reviyaye û çûye li wî cihê ku niha jê re dibêje Bajarê Mekkayê, suneta zarûkên lawînî di nêv ajara xwe de jî ferman kiriye.
Rema (eşîr) Qureyşê ku ji Simayîl Pêxemberî zêde bûye û Cihuyên ku ji Îshaqî zêde bûne jî, zarûkên xwe yên lawînî sunet dikin.
Ola Bisilmantiyê jî sunetkirina zarûkên lawînî wek tore daye domandin.
Lê bisilman sunetkirinê, ji cenabê Mihemed Pêxemberî wergitine ku ango ew dema ji dayika xwe re çêbûye, sunetkirî hatiye dinyayê.
Sunetkirina zarûkên lawînî heta îro jî berdewam e.
Ji aliyê hemû bisilmanan ve, ji aliyê cuhû û #Kurdên Ezdayî# ve wek tore bi cih tînin.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser babetê, her şad û bextewer bin…[1]