Bêguman di #Çanda Kurdî# de gelek peyvên tinazwarî, henekzenî û qirfpêkirinê hene ku rojane têne gotin. Ji wan peyvan re PEYVÊN BILEKÎyê tê gotin. Di erebî de KÎNAYET tê gotin.
Gotina peyvên wisa, bê ku xisarê bide kesê din, yan jî wan piçûk bixîne, bi tinazwariyeke sivik û xweşik têne gotin.
Wek nimûne, ev e çend gotinên wisa li jêrê ne:
. Kûpê qelîyê li pişta Hoko ye, ma wê kî pişta wî deyne erdê?
. Kurê Axê nanê genimî dixwo, çima wê qelew nebe?
. Kapê wî gulerî ye, ma kî diwîre pê re bileyîze?
. Hespa wî beza ye, çima wê neçe nêçîrê?
. Nêçîra wî hertim li ber destan e, çima wê ne bi kêf be?
. Hespa wî timî jê re zînkirî ye, çima wê ne geş be?
. Hoko derketiye nêçîrê, êdî hew tê mala xwe!
. Hoko derketiye zikçêrê, timî jê re bihar e!
. Xalê wî heye, êdî kes nikare pêşiya wî bibire!
Di Çanda Kurdî de gelek gotinên cuda cuda bi vî rengî hene.
Bi hêviya ku ew bêtin nivîsandin.
Her şad û bextewer bin…[1]