Partîya Demokratîk ya Gelan (#HDP#) bi daxuyanîyek nivîskî îdiayên xebitandina #çekên kîmyayî# şermezar kir û got ku bikaranîna çeken kîmyayî sûc e. HDP di daxuyanîya xwe de xwest ku vekolîn li ser îdiaya karanîna çekên kîmyayî were kirin. “#Tirkî#ye ji salek zêdetir e li ser bingehên #PKK#ê yên li Herêma #Kurdîstanê# operasyonên leşkeri dike û gelek caran îdiaya çeken xebitandina kîmyay hatiye rojevê. Bikaranîna çeken kîmyayî li dijî Peymana Cenevre ye û ev kiryar sûcê şer û dijî mirovahîyê ye.'' HDP bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) û Netewên Yekbûyî (NY) dike ku li hember van îdayan xebateke bi bandor bikin. HDP herwiha bang li Hikûmeta Herêma Kurdîstanê dike ku ev bûyer li devera we pêk hatiye û divê ew li ser van îdayan lêkolînên berfireh bikin.
HDP dixwaze di derbarê alîyên ku çeken kîmyayî bikaranîne, yên ku wan tedarik û gihandine lêpirsînek were destpêkirin. Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) îdia kiribû ku Tirkîyê di operasyonên leşkerî de li hember şervanên Kurd çekên kîmyayî bi kar anîne û di encamê de 17 şervanên wê canên xwe dane. Ajansa Mezopotamya jî vîdyoya du şervanên PKKê belav kirin ku tê îdia kirin her du jî di bandora çekên kîmyayî de mane û piştî wan dîmenan her du jî mirine. Roja Çarşemê li Amedê jî Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jina azad (TJA), Partîya Komunîst ya Kurdîstanê bi daxuyanîyeke hevpar îdayên karanîna çeke kîmyayî şermezar kir. Lê, Wezareta berevanîya Tirkîyê îro Pêncşemê bi tundî ew îdîa red kir ku artêşa Tirkîyê çekên kîmyayî li dijî şervanên Kurd bi kar anîne.
Îdîayên ku dibêjin artêşa Tirkîyê çekên kîmyayî bikar anîye bi tevahî bêbingeh û ne rast in. Ev hewildanên belavkirina agahîyên şaş bê encam yên rêxistina terorîst û hevalbendên wê, Wezaretê di daxuyanîyekê de got. Wezaretê eşkere kir ku çekên di qanûna navnetewî de qedexe ne nehatine bikar anîn, ne jî di embarên artêşê Tirkîyê de hene.
Berdevkê seroktîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin li ser Twitter’ê got ku “derewa çekên kîmyayî hewildaneke bê encam e ji alîyê wan kesên ku dixwazin rûyê terorîzmê paqij bikin. Şerê me yê dijî terorê dê bi biryarderî bidome.” Rêxistina Doktorên Navnetewî ya jibo Rêgirtina Şerê Navokî (IPPNW), ku nûnertîya bi hezaran doktor û kempeynên rêgirtina tundûtûjîya çekdar dike, got ku wê belgeyên nerasterast dîtiye ku binpêkirinên pêkan di operasyonekê de meha Îlonê li Kurdistana Îraqê hatine kirin. Di raporta xwe de, IPPNW got ku Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar bi eşkereyî li parlamena Tirkîyê sala borî mikur hatibû ku gaza hêsiran di operasyoneke dijî PKK’ê de hatibû bi kar anîn. “Ev binpêkirineke zelal ya Peymana Çekên Kîmyayî ye û dive bi rîyên qanûnî ji alîyê civaka navnetewî ve were şopandin,” IPPNW got.
Rêxistina navnetewî herwiha got ku wê hinek materyal li devereke bakurê Îraqê dîtiye ku ji alîyê artêşa Tirkîyê ve li paş hatibû hiştin. Di nav wê materyalê de asîd hîdroklorîk û madeyên din hebûn ku dibe ku jibo berhemdana madeya kîmyayî ya klorînê tên bikaranîn. Di heman demê de, IPPNW got ku li wî cihî maskên gazê yên jibo parastina ji çekên kîmyayî ve tên bikaranîn, hatine dîtin.
IPPNW di dawîyê de got ku ti belge tune ne ku çekên kîmyayî sedî sed hatine bikaranîn, lê divê bêtir vekolînên serbixwe werin kirin.[1]