Tê zanîn ku #Kurdistan# pir dewlemend e bi darên hemî coreyên Mêwan, mîna: Sêv, Zerdelû (Mişmiş), Hirmî, Bîhok, Tirî, Tû, Gilyaz (kerez) û hwd, û ji zerzewatan Gêzer û Şelimê sor, hem jî li hin deveran Tuyê zevî (erdê) yê tê naskirin bi nave (Firêz), lê mixabin li seranserî Kurdistanê Pîşesazgehên guvaştina berên mêwan a paraztina beran tuneye, û van berheman vediguhêzin ber pîşesazgehên rijêmên dagirker.
Bi kurtî eve ne pêngavên berhemkirina guvaşa mêweyan, bi gelemperî, di Pîşesazgehên nûjen de:
1.Helbijartina coreya mêwe.
2.Vebirajtina berên kerrik û ne gihîştî, hilsî û kufikî, dema ber têne veguhestin li ser terîşa (band) veguhestinê.
3.Şûştin: di destpêkê de, ber têne şûştin ji gemarê di avzêlka (Hawiz) şûştina pêşîn de, di vê avzêlikê de, lûlên bayê pestandî hene, ji bo pifkirina bayê di nav ava şûştinê de û ber bêne tevdan û paş re şûştina paşîn bi yekê ji van herdû hawa dibe:
Bi avrêjkinê li ser terîşa veguhêzê bi ava sar an germ.
Bi amûrên Gundorî: yên pêk tên ji gundorên textî li dor xwe dizîvirin, di hundirê gundoran lûlên avê bi avrêjka hene, berên mêweyê avrêj dikin, û beran têne veguhestin ji pêşiya gundor heya paşiya gundor bi bandora zîvirandinê. Ev amûre tê bi karanîn ji bo mêweyê qaşil hişk û sitûr mîna Pirtiqala.
4.Qaşilkirin (Hilûsandin): ev pêngav pêk tê bi çend hawan li gora coreya mêwe:
Qaşilkirin bi destan: lê ev hawa bê berhem e, hem jî pir ber xwe dide û pir tê wendakirin.
Qaşilkirin bi ava kelandî an bi keldûmana avê, û sarkirin ji nişkave.
Qaşilkirin bi hawayên mîkanîkî, bi karanîna Kevir Karborandom, û xurandina beran bi kevir re. Ev hawe tê bi karanîn ji bo berên hişk û wek hev, mîna Sêvan, Bîhokan, …
Qaşilkirin bi ava Qelê (Soda Kaostîk, bi Ȋnglîzî ”Coustic Soda” an ”Sodium Heydroxide”) ya germ: ev hawe tê bikaranîn ji bo berên bi pûrt mîna: Zerdelû (Mişmiş) , Xox (Çeftelî) û Incasan, dibe eva Qilê tevlî ava Soda (Sodiun Carbonate) bibe, mawey (1/2-3ê) xulekan, paş re berên hilûskirî baş têne şûştin bi ava sar û germî.
5.Amadekirin hevîrê mêwan: li gor coreyê mêwe:
Renekirina (beşirandin) berên hilûsandî bi reneke xwedan çend gûzanên tûj an çakûçên weke gûzanan, ev awa tê bikaranîn ji bo mêweyên hişk mîna Sêvan, Bîhoka, Gêzer û Şelimên sor.
Pelixandina beran bi kevirkî weke kevirê dangê (mîna kevirê pestîna zeytûna), an bi aşên bi çakûç, eve awa tê bi karanîn ji bo Tirî, Tû, Firêz (Tuyê zevî).
6.Guvaştina hevêrê mêwan: bi yek ji van awa pêk tê:
Guvaştin bi pestînekê, dibe ev amûre bi pestîn bê rawestan.
Guvaştina xogerî (mîkanîkî) di navbera du gundoran digerin berovacî hev.
Guvaştin bi guvaştoka werepêç (helezon).
Guvaştin bi guvaşoka di bin bandora hêzavêja navendî (central fuga force) ya bi navê (Dêkantir) tê naskirin, bi wata (dawervek).
Vekêşa guvaşê bi mijandinê bayê di riya bêjingek hûr weke parzûn.
7.Parzûikirina guvaşê: ji bo wergirtina pirtikên ne bişaftî, di parzûna hûr de, an bi dewervandina guvaşê, an rawestan karê tirşoneka.
8.Rawestandina çalakiyên jînderên hûrik û enzîman, yên di guvaşê de, bi germkirinê an bi kîmiyawiyan, hem jî mayîna baktêriyên kêrhatî û tunekirina ên bêkêr, ji bo guvaş nepilpixe.
9.Tevlîkirina şekir bi guvaşê re, bi geleperî her (110-130) g. şekir tevlî lîtrek ji guvaşê dibe:
Bi awayê sarî: şekir tevlî guvaşê dibe hino hino û bi tevdanê, heya şekir hemî vebuhuje.
Bi awayê germî: şekir tevlî guvaşa dibe hino hino û bi tevdanê û germkirinê heya pila kelandinê heya şekir hemî vebuhuje (bihele).
Bi awayê nîvgerm: vebuhujandina (helendin) şekir di avê de bi qasî (20-25) % ji giraniya şekir, bi tevdan û germkirin heya şekir hemî vebuhuje, parzûkirin û sarkirina ava şekirî, paş re tevlî guvaşê dibe, ev awa tê b karanîn ji bo guvaşên tîr yên Zerdelû û Mango.
10.Tevlîkirian dijoksîcênan (antîoksîdantan an antioxidant), ji bo rawestana çalakiya Oksîcênê:
Tirşiya Lêmûnê (Sêtrîk aîd an bi Ȋnglîzî “Citric Acid”). Bi qasî (3-5) graman ji bo yek lîter guvaş, bi vebuhujandinê di hinek ava germ de û tevlî guvaşê dibe bi tevdan.
Sodyom Benzewat (bi Ȋnglîzî “Sodium benzoate”): bi qasî (0.1%) ji guvaşê, bi vebuhujandin di hinek ava germ de û paş re tevlî guvaşê dibe bi tevdan.
11.Dagirtin an tijîkirina guvaşê: dagirtin an tijîkirin dibe di şûşên pak de ên pilastîk an cam de bi du awa:
Bi destan dema hindikbûna guvaşê, di pîşesazgehên biçûk de.
Bi awayê amûrî di bin vekêşana bayê di pîşesazgehên mezin de.
12.Pêvekirina kartên nasnameya guvaşê li ser şûşên dagirtî, ev nasname diyar bike mêjûya dagirtinê û qedandinê, hem jî: Cureyê guvaşê – tîrbûna şekir – pîvana şûşeyê – nav û navnîşa berhemner.[1]