Bi sedan şêniyên kantona #Kobanê# cenazeyê şehîd #Cemal Derwêş# li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir kir.
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, rêveberên saziyên sivîl yên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û bi dehan endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi dirûşmeya Şehîd Namirin berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle a bajarê Kobanê û tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Cemal Derwêş bibin. Şehîd Cemal Derwêş dema ku li ser erka xwe bû şehîd bûbû.
Di merasîmê de, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xelîfe wiha axivî: Em soz didin ku em ê heta pêkanîna projeya neteweya demokratîk, li ser şopa şehîdan bin.
Ji aliyê xwe ve, endama meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Naz Mihemed wiha axivî: Kurd bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Hemwextî bêdengiya navneteweyî ya der barê doza kurdî de, projeya neteweya demokratîk hêviya parastina hebûna Kurd û pêkhateyên herêmê ye.
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd Cemal Derwêş kir. Piştre bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê şehîd Cemal Derwêş hat veşartin.[1]
(hs)
ANHA