#MÊRDÎN#- Nerîman Koçhan (Yildiz Gabar) piştî #Şengal# azad bû şûnde di #şoreşa Kobanê# de cih Girt û di berxwedana #Nisêbîn#ê de meşiya nemiriyê.
Nerîman Koçhan (Yildiz Gabar) di berxwedana Nisêbîna Mêrdînê de cih girt û di temenê biçûk de bedena xwe ji bo jiyana gerîla amade dike. Nerîmana ku ji bo jiyanek xweş bîne ji zarokan di rêya ku derketê de nemir bû di 1992'an de li gundê Xerabê ya Nisêbînê hatiye dinê. Nerîmanê di azadkirina Şengalê de, di berxwedana Kobanê de û herî dawî jî di ya Nisêbîna Rengîn de cih girt û li wir jiyana xwe ji dest da.
Dotmama Nerîmanê, Fehîme Koçhan axivî û got ew wek xwişkên hev bûne û got di navbera wan de dostaniyek gelek mezin hebûye. Fehîmeyê wiha got: Nerîmanê gelek ji stêrkan hez dikir. Baxê xaniyên me bi hev ve bûn. Piştî her kes radiket ew dihat cem min û me bi hev re stêr temaşe dikirin. Digot 'xwezî ez jî bi qasî stêrkan azad bûma.'
'Daxwaza wê ya herî mezin azadî bû'
Fehîmeyê wiha berdewam kir: Her tim pirsên wek 'çima jiyanek me ya baş tine? Çima em ne azadin? Dipirsî. Daxwaza wê ya herî mezin azadî bû. Min jê re digot ti li ser zewacê çi difikirî? Wê jî digot 'Dema ne azad bim ez çawa bizewicim, li yên zewicandî binêre, tenê ezyet dibînin, mêr wan bindest dike. Ez li dayik û xwişka xwe dinêrim jiyanek wan ya baş tine.'
Çima karkeriya demsalî?
Fehîmeyê da zanîn ku Nerîmanê her tim mirov û jiyan dişopand û got: Em ji bo xebatê çûn gelek cihan. Em çûn findikan. Nerîman 15-16 salî bû. ji xebatê hez dikir. Pir jîr bû. westandina wê tinebû. Nerîmanê digot 'welatê me pir dewlemende lê em hatin vir dixebitin.' Bertekên xwe her tim dianî ziman. Birayên wê her yek li cihekî bûn. Ji bo xebatê yek çibû Stenbolê yek çibû Kibris. Nerîmanê ev belavbûn û neheqî ti car qebûl nekir. Digot 'Em çend xwişk û birane lê pîşeya me yekî tine. Em li welatên din ji kesên din re dixebitin.' Nerîmanê ji zarokan hez dikir û digot divê jiyana van zarokan xweşiktirbûna.
Navê wê yê esas Mîhrîban…
Fehîmeyê got Nerîmanê ev jiyan qebûl nekiriye û gotiye wê biçe çiyan û wiha got: Ez gelek xemgîn dibûm. Min ji bo ew neçe her tim nexweşiya dayika wê bibîra wê dixist. Lê ev zilm ji wê re giran hat. Dema çû me hev nedît. Min şehadeta wê jî ji televîzyonê dît. Di Tv de navê wê Nerîman dihat nivîsin. Lê me li malê din ava xwe de navê wê wek Mîhrîban bang dikir. Nerîmanê digot 'mirov li çiyan azadin.' Her tim behsa çiyan dikir.
'Ez kenê wê jibîr nakim'
Fehîmeyê di berdewamiyê de diyar kir ku lîstikên Nerîmanê her tim li ser jiyana gerîla bûye û got: Nerîman wê bi kenê xwe her tim di bîra min de be. Ez wê rûyê wê yê bi ken jibîr nakim. Dema dimeşiya pir lez bû. dema nêzî mala me dihat dengê lingê wê min fêm dikir.
Fehîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: Min navê keça xwe kir Hêvî. Bi hêviya ku ez carek din wê bibînim min ev nav da keça xwe. Ez naxwazim kes bimre. Ez ji bo her kesî vê daxwaz dikim. Dila dilê kesî neşewite. Bila ti dayik negirîn.[1]