ŞIRNEX - Jinên li #Şirnex#ê di konên berxwedanê de jiyana xwe berdewam dikin bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê #PKK’ê# #Abdullah Ocalan# dan û gotin: “Rêber Apo damara me ye. dewlet bila sebra me nepîve. Bila demildest tecrîda li ser rabe.”
Jinên Şirnexê bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin bila dewlet baş bizane ger ev tecrîd bi vî awayî berdewam bike wê ti car bê deng nemînin.
‘Rêber Apo damara me ye’
Ayşe Abayê tecrîsa li ser Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Ev demek dirêje rêbertiya me girtiye. Ji eleya me ya ji bo wî ti tişt kêm nebû. Damarek mirovan çiqas girîng be Rêber Apo jî wisa girînge. Niha dewleta Tirk li damara me dîwaran çêdike. Dewlet lîstikên bi xeter dilîze. Divê demildest ev tecrîd rabe.”
‘Berxwedana Kurdan nayê şikandin’
Hanim Vargeyê jî got her zarok bi ‘serok Apo’ mezin dibe û got rêbertî ji bo gel ji 7’an heta 70’ê gelek girînge û ji ber dewlet vê dizane dixwaze Kurdan ceza bike. Hanimê got: “Ez bimrim zarokên min wê bo serokatiyê têbikoşin. Ez bang li dewletê dikim, hun nekarin têkoşîna me bişikînin.”
Gulê Ozmen jî got ewê di her şert û mercî de xwedî li Abdullah Ocalan derketin û li Şirnexê tevî evqas êrîşan berxwedana me neşkiya û niha jî tecrîd li ser Rêbertiyê pêk tê. Gulê got ev şert û merc wê serî bi wan nede tewandin.[1]