Nasnav: Reşît Kiçî
Nav paşnav: Zinar Şahîn
Cihê jidayikbûnê: #Dêrik#
Dayik-Bav: Emîne-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
REŞÎT KIÇÎ
Xelkê me yê Dêrika Hemko ku di dîroka #Kurdistan#ê de bi berxwedana xwe timî li refên pêş bû, hîn ji destpêkê ve beşdarî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Xelkê me yê Dêrika Hemko ku di felsefeya Rêber Apo û jiyana dilnizm a hevrêyên me de azadî dît, bi destê xwe zarokên xwe tevlî nava refên azadiyê kir. Bi baweriya bi Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bû mînakeke welatparêziyê. Malbata hevrêyê me Reşît jî di destpêka salên 1990'î de partiya me PKK nas kir, cihê xwe di nava têkoşîna şoreşê de girt. Ji nava vê malbata me ya hêja gelek tevlîbûn li nava refên gerîla bû û hinek ji hevrêyên me jî şehîd bûn. Hevrêyê me Reşît jî li nava malbateke koçer a dilsoziya bi vê kevneşopî û çanda Kurd û welatparêziyê ji dayik bû, mezin bû. Hevrêyê me Reşît hîn bi çûk bû ku gerîla nas kir, kete bin bandora sekna jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, xelkê me yê Dêrikê careke din rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî û bû yek ji qadên destpêkê ku rejîma Sûriyeyê ji xaka Kurdistanê derxist. Hevrêyê me Reşît bi bandora pêvajoya şoreşê beşdarî nava refên şoreşê bû, hewl da ku wezîfe û berpirsyariyên xwe yên welatparêziyê pêk bîne.
Di sala 2013'an de ku Şoreşa Azadiye Rojava bi peş ket û gelê me xwe bi lez bi rêxistin kir, hevrêyê me Reşît tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya bingehîn wergirt û di demeke kurt de tevlî nava pratîkê bû. Ji ber ku hingî çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Rojava kir careke din derbasî qada Rojava bû û beşdarî nava şerê ji bo parastina xak û gelê me bû. Li Rojava cihê xwe di nava gelek pêngavan de girt û ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Di pêvajoyên pêngavan de bi wêrekî, kedkarî û fedakariya xwe bû milîtanekî mînak ji hevrêyên xwe re. Di her firsendê de tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Bi taybetî bi serweriya xwe ya taktîk û teknîka leşkerî di şerê dijî çeteyan de pêşengî ji şer re kir, piştre li akademiyên leşkerî wezîfe wergirt û bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir. Dema ku hevrêyên xwe perwere dikir di heman demê de xwe jî perwerde kir, hem ji aliyê teknîkî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve roj bi roj xwe kûrtir kir. Bi kûrbûna xwe re asta xwe ya tevlîbûnê, pêvajoya dîrokî ya gelê me tê de bû bi pêşketina milîtaniya Apoyî anî ber hev û li pêşberî rastiya Rêbertî û xeta şehîdan xwe hîn bêhtir kûr kir.
Hevrêyê me Reşît ji bo ku di rêbaza fedaîtiyê de xwe perwerde bike û bersivê bide dema azadiyê ya gelê me, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Ji bo armanca xwe ya tevlîbûna li nava karên Hêzên Taybet destnîşan kir ku dixwaze di felsefeya Rêbertî de kûr bibe, li ser xeta Egîd û Zîlanan têbikoşe û gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşe. Di her kêliya jiyana xwe de bi vê sekn û tevlîbûnê tevgeriya, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Reşît kêliyekê jî ji kedê qut nebû, bû fermandarekî me yê hêja ku xwe bi kedê afirand. Di karên Hêzên Taybet de bi taybetî ji bo pêşvebirina taktîka sûîqestê kedeke diyarker da, bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir û bû yek ji afirînerên derbên heyî yên li dijmin têne xistin.
Hevrêyê me Reşît, ji kêliya destpêkê ya operasyona dijmin û pê ve cihê xwe li çeperên berxwedanê girt, bêşik tevlî bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherand çalakiyan, bi vî rengî bû yek ji pêşengên berxwedana destanî ku dewam dike. Heta kêliya şehadetê ji sekna milîtaniya Apoyî tawîz neda. Bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ku ji xwe re bikin mînak û bû hinceta me ji bo tolhildanê.[1]