Xwepêşandanên ku li ser kuştina keça Kurd a Rojhilatî li bajarên Îranê û #Kurdistan#ê mehek in dewam dikin, bi raperînê hat encamdan. Hat ragihandin ku xelk li #Mehabad#ê rabûye ser piyan û banqe û avahiya parêzgariyê hatiye şewitandin.
Li ser kuştina #Jîna Emînî# ya 22 salî ku di 13ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat kuştin, li hember astengiyên hêzên Îranê xwepêşandan bê navber dewam dikin. Li gorî nûçeyên hatin belavkirin, duh li bajarê Seqizê dema li ser gora Emînî hat xwestin merasîma bibîranînê bê lidarxistin, êrîş li xelkê hatibû kirin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, xelkê Mehabadê rabûye ser piyan û beşa fînansê, komîteya Emdadê û hin saziyên din ên dewletê kirine bin kontrola xwe. Ji aliyê Hengawê ve hat ragihandin ku xelkê avahiya parêzgriyê dorpêç kiriye û hatiye diyarkirin ku girseya raperînê her ku diçe zêde dibe.
Di agahiyên ku ji aliyê İranworkersê ve hatin parvekirin de jî hat diyarkirin ku avahiya parêzgariyê, ji aliyê xelkê ve hatiye şewitandin û ciwanan qereqola polîsan jî kiriye bin kontrola xwe. Her wiha di dîmenên ku hatin belavkirin de jî tê dîtin ku banqe jî hatine şewitandin.
Li gorî agahiya ku Hengawê parve kir, di çalakiyan de ciwanekî Kurd jî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye hedefgirtin û bi guleya ku li serî xistine, hatiye qetilkirin.
Çavkanî: http://www.rupelanu.com/
Xwepêşanderên Mehabadê dest li ser qaymeqamtiya bajar de girtin
BasNews – 27.10.2022yê di berdewama xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, xelkê bajarê Mehabadê dest danîn ser qaymeqamtiya bajar û gelek binkeyên hêzên ewlehiyê şewitandin.
Îro xelkê Mehabadê termê Îsmaîl Mewlûdî ku wek Simko dihate naskirin ber bi goristanê ve bir, ku duh bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve hate kuştin û dirûşmên ‘’Mirin ji bo dîktator’’ ‘’Kurdistan goristana faşîstane’’ avêtin.
Li gor vîdeo û wêneyên di torên civakî de belav bûne, xwepêşanderên Mehabadê dest danîn ser qaymeqamtiya bajar û naha kontrola bajar jî di dest xelkê de ye.
Di hin vîdeoyan de derdikeve ku li taxa Gumrik a Mehabadê hêzên hikûmeta Îranê gule li xwepêşanderan berdidin.
Herwaha xwepêşanderan navenda aborî û zincîre marketên ser bi Sipaha Pasdaran a li bajarê Mehabadê jî şewitandin.
Çavkanî: https://www.basnews.com/
Riataza[1]