Yado Ciwan
Stranên wan yên welatparêzî û şoreşgerî, heyamekê di nav girseyên gel de berbelav û tesîrdar bûn. Ew, çar stêrkên ”Koma Berxwedan” bûn: #Xelîl Xemgîn#, #Peywan Arjîn#, #Hekîm Sefkan# û #Hozan Seyidxan#. Vîna xwe, bê şertûmerc parastibûn tevgera xwe. Di vîtrîna hunerî ya rêxistinê de, di her çalakîyê de li pêş bûn. Lê rojek hat, heman qedera ku yê yekemîn jîyayî, dor bi dor û yek bi yek hate serê her çaran.
Ê yekemîn, dil berdabû jinekê. Piştî ku ew ”têkilîya qedexe” derket meydanê, rêxistinê lêpirsîn da destpêkirin. Di encamê de biryar hate girtin: Diviyabû ji ”gel”, ji hemû derfetên dezgehî û platformên ku din sêwana wan de ne bê dûrxistin. Derîyê sazîyan, sehneyên konser û festîvalan, ekranên televizyonan bi tevahî jê re bê girtin. Heval û gelê welatparêz divê silavê nedinê û yên ku bidinê jî divê bêne şermezarkirin û hişyarkirin.
Ji bo hunermendê ku hatî îzole kirin û ji civaka xwe hatî dûrxistin, rojên reş destpêkirin. Bi salan bê heval û dost, bê silav û xatirpirsîn ma. Derûnîya wî serûbin bû, kete tengasîyê û wek hefsîyê girtîgehek nîvvekirî jîya. Carna nikarî bi xwe û qesta komele û çalakîyan dikir. Dema diçû, jê re dihate gotin: ”Zû vê derê biterikîne, gel naxwaze te bibîne”. Paltika stûyê xwe dixwurand û vedigerîya mala xwe. Ji rêxistina xwe re rapor li ser raporan nivisand, poşmanîya xwe anî ziman û herweha daxwaza lêborînê û bexşandinê dikir.
Di binê piran de gelek av herikîn û sal derbas bûn. Rêvebirên rêxistinê, rojekê lê hatin rehmê û dawî li cezayê tecrîdê ku heta niha lê hatibû birrîn anîn.
Niha tê gotin ku xeleka dawîn û çaremîn Hozan Seyîdxan e. Di pêvajoya tecrîd û îzolasyonê de ye.
Di vê çarçoveyê de, di navbera mêldar û berpirsek rêxistinê de ev dîyalog derbas dibe:
-Mêldar: Heval, em niha li deverekê Seyîdxan bibînin em ê silavê nedinê?
-Berpirs: Na, bi ti awayî.
-Mêldar: Tiştên wisa hatin serê hunermendên din jî, lê partîyê dûre ew efû kirin.
-Berpirs: Ka hela bila deh sal derbas bibin, em ê lê binêrin û ji nû ve meselê binirxînin.
Li hember vê helwestê sankî dengê Seyidxan dibihîzim: Me li ber xwe da, em li ber xwe didin, û em ê li ber xwe bidin!
Riataza[1]