Wexta ku kooperatîf bi civakê re têkiliya xwe datînin, vê yekê li ser esasê hilberandina pêdiviyên kolektîf bikin, hingê kooperatîf wê êdî ne tenê yekeyên hilberandinê bin, ev yek wê kooperatîfvaniyê veguherîne peywendiyeke civakî. Aboriya civakî jî esas birêxistinkirina vê bi xwe ye.
Tevgera Azadiyê ji roja xwe ya pêşî ve bîra wê biribû û zanîbû, ji bo avakirina şoreşeke civakî têkiliyên aborî yên ne kapîtalîst hewce ne. Bi vî rengî wê siyaseta xwe bi rê ve bir û di Xweseriya Demokratîk de wê ev yek weke aboriya birêxistinbûna aboriya civakî ya komunal demokratîk bi nav kiriye. Ev aboriya antîkapîtalîst li ser hîm û prensîpên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tê terîfkirin. Armanca sereke ya vê aboriyê ew e ku bi rêya kooperatîfan, hilberînê civakî bike, pêdiviyên kolektîf û nirxê bikaranînê ji nû ve bike armanca tenê ya çalakiya aborî. Bi Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk re li gorî vê armancê xebatên Aboriya Civakî û aboriya xweser a jinê Aborîya#JIN# tên birêvebirin.
Di salên destpêkê yên şoreşê de ji ber şerî, awir û enerjî hemû li ser wê yekê bûn, ka meclîslên li taxan wê çawa pêdiviyên civakî bên dabînkirin. Lê ji sala 2014’an ve erdên ji rejîma Sûrî mane, bi armanca avakirina “Aboriya Civakî” hatine komunalkirin, yanî erd yên her kesî ne lê ne milkê ti kesî ne jî; Aboriya civakî ya antîkapîtalîst tê avakirin ya ku pê xelk pêdiviyên xwe bi rêya têraxwekirinê dikare hilberîne, û nirxên bikaranînê yên ji bo debarê tên hilberandin. Pratîka xweseriyê her ku bi temamî xurt dibe, şaxên xwe berdide nava civakê, şert û mercên maddî yên têkoşîna li dijî kapîtalîzmê, û bi tecrûbeya Tevgera Azadiyê xweparastina civakî jî xurt dibe.
Birêxistinkirina warên weke aboriya civakî, çandinî, pîşesazî, bazirganî û aboriya jinê bi beşdariya TEV-DEM (bi rêya komîtaya giştî ya aboriyê), Kongra-Star (bi rêya komîteya aboriyê ya jinê), desteya aboriyê ya hikûmeta xweseriyê û hevberdevkên aboriyê yên meclîsên kantonan, ji hêla Koordînasyona Aboriyê ve tê birêvebirin.
Koordînasyon li gorî sektoran xwe weke komîte bi rêxistin dike. Armanca çalakiya wê ew e ku di sektora xwe de birêxsitinbûna aboriya civakî berfereh bike û di wê sektorê de hilberînê komunal bike. Ji bo sektoran hemûyan hedefa hevbeş bipêşvebirina kooperatîfvaniyê ye. Li Rojava, yek ji mijarên herî zêde li ser minaqeşeyên himhimî tên kirin, ew e ka kooperatîfvanî wê çawa bê avakirin û ew ê çawa bixebite. Hema hema di tevahiya civînên gel de ev mijar dibe beşek ji rojevê, mirov bi wê mijarê dadikevin. Demeke dirêj li ser mijarê nîqaş tên kirin; hizir tên îfadekirin û kooperatîf weke proje tên sêwirandin. Ji bo kooperatîfên weke proje hatine sêwirandin, xelk bi xwe çavkaniyan berhev dike, rê, rêbazan û meydanan diafirîne ji bo ku pêdiviyên civakî bi awayekî kolektîf bên dabînkirin.
Mal û Komîteyên #Kooperatîf#an
Di çarçoveya tevgera kooperatîfvaniyê ya komîteya kooperatîfan de ji bo berbelavkirina kooperatîfvaniyê, ji bo çareserkirina hevpar a pirsgirêkên kooperatîfan, hevpar dabînkirina pêdiviyên wan li her deverê Mala Kooperatîfan, di asta kanton û herêman de jî Yekîtiya Kooperatîfan (bi kurtî jê re Yekîtî tê gotin) hene. Ev ji wan saziyan in ku di çarçoveya pêdiviyên tevgera kooperatîfvaniyê de derketine holê (weke gelek saziyên din ên Xweseriyê). Gava mirov li avahî û xebitîna wan binihêre, mirov têdigihîje ku ew saziyên têra xwe xweser in.
Ji Yekîtiyê re çiqasî bibêjin, Yekîtiya Kooperatîfan jî, esas ew weke yekîtiyek û meclîseke Malên Kooperatîfan dixebite. Mala Kooperatîfan di pêvajoya damezrandina kooperatîfan de şêwirmendiyê ji wan re dike. Herçî Yekîtî ye, ew ji bo peydakirina qismekî ji fînansmana kooperatîfê berpirsiyar e. Pirraniya fînansmanê bi destê komunên tevlî nava wê kooperatîfê dibin, tê peyda kirin. Li aliyê din, bi awayekî berbelav kooperatîf li astên navçe, kanton û herêm de birêxistin dibin. Plansaziya wan a li gorî sektorên wan ên kar, bi awayekî hevpar ji aliyê Malên Kooperatîfan û Yekîtiyên Kooperatîfan ve tê kirin. Bi vî awayî, ew li gorî prensîpa ku sektor hev du temam bikin, tevdigerin. Wekî din di civînên meclîsan ên bi beşdariya berdevkên kooperatîfan û pişt van meclîsan bi beşdariya tevahiya berdevkên Malên Kooperatîfan civîna meclîsa Yekîtiya Kooperatîfan tê kirin. Ev çerx û civîn ji bo kooperatîfan mekanê jihevhînbûnê û hilberandina çareseriyên hevpar e. Di dema van civînên meclîsan de rapor tên pêşkêşkirin, û ev raporên hanê di pêvajoya kooperatîfbûnê de weke rêbazeke formasyona kolektîf kar dikin û di heman demê de pêşiyê li wê yekê digirin ku di navbera saziyan de têkiliyên hiyerarşîk, yên jêr û jor bên avakirin. Jixwe, ev yek jî dike ku têkiliyên civakî yên li dora vê aboriyê ava bûne li ser zemînê demokratîk çalak bin. Sermeselê, wezîfeyên Malên Kooperatîfan tenê wezîfeyên weke koordînekirina dema damezrandina kooperatîfan û destekkirina pêvajoyên hilberandinê ne. Lê gava ku ew xwe li ser kooperatîfan bibînin û hewl bidin li ser navê kooperatîfan biryarê bidin, yan jî danûstandin ne zelal û şefaf be, ev rewş hingê bi rehetî di beşên rexneyê yên raporên kooperatîfan de tên ziman.
Kooperatîf li Rojava têkiliya komunalbûnê ne
Yek ji xisletên ku kooperatîfvaniya li Rojava xweser dike, ew e ku xwerêveberî ne tenê ya endamên kooperatîfan e, lê her wiha ya komunan e jî. Kooperatîfên ku biryara komunan û li gorî pêdiviyên wan hatine damezrandin, piştre jî ser bi xwerêveberiya komunan in. Ev yek jî esas di pratîkê de pêkhatina tesbîteke #Tevgera Kurd# e. Tevgera Kurd li ser meseleya xwerêveberiyê yan jî rêveberiya xweser tesbît kiriye ku nabe ku xwerêveberî ya çînekê be lazim e ew ya civakê be jî. Lewma, Tevgera Kurd dibêje, tenê wisa têkiliya di navbera aborî û pêdiviyê de wê ji hev qut nebe. Komîteya Kooperatîfan yan jî Mala Kooperatîfan civînan bi komunan re li dar dixe. Di van civînana de ew minaqeşe dikin ka pêdiviyên komunan ên hevpar çi ne, derfetên wan ên aborî çi ne û ka dixwazin çawa hilberînin. Paşê ji weke modelekê yan jî teşeyekî kooperatîfan pêşniyaz dike. Heger komun biryarê bide kooperatîfê damezirîne, hingê Mala Kooperatîfan/Komîteya Kooperatîfan, piştiriya pêwîst dide wê komunê. Ev piştgirî dikare bi rengê dabînkirina erda ji bo hilberinê be, ev erd ji wan erdên hatine komunalkirin tê peyda kirin. Destek dikare bi rengê peydakirina amûrên hilberandinê be jî. Ji bili van her du awayên piştgiriyê yên ku ji bo hilberandinê hewce ne, desteka rêzek formasyon û avakirinên sosyo-polîtîk jî heye li ser mijarên weke, avakirina têkiliyên kooperatîfan, demokratîkbûna wan, avakirina rêveberiyên kooperatîfan, pê re xurtkirina kapasîteya xwerêveberiyê, birêkûpêkkirina têkiliyên di navbera cinsan de.
Li aliyê din Malên Kooperatîfan serê du salan carekê ji komunan dixwaze ku ew endamên kooperatîfan diyar bikin ji bo wan kooperatîfên ku li ser erdên hevpar tên ava kirin. Komun jî bi awayekî bi dorê be (usûla rotasyonê) hin endamên xwe diyar dike û wan weke endamên kooperatîfan pêşniyaz dike. Gava ku em nexasim li wan kooperatîfan dinihêrin, ên ku li ser erdên komunal li ser bingehê maf û nirxê bikaranînê hatine avakirin, em dibînin ku li Rojava kooperatîf ne mekanên hilberandina sazûmankirî ne lê ew bêhtir têkiliya komunalbûnê ne.
Şikandina serweriya nirxê bihevguherînê heyatî ye
Kooperatîfên ku têkiliyên wan ên civakî ne xurt in, ji bo pêdiviyên civakê yekser hilnaberînin, heman meseleya wan û pirsgirêka wan çêdibe: Lêgerîna bazarê-firotin. Ji ber ku kooperatîfên bi civakê re têkiliya wan heye, xwediyê wê derfetê ne ku li ser esasê nirxê bikaranînê hilberînin. Û pê re jî ew berhemên xwe di berdêla pereyan de bifiroşin jî yanî nirxekî bihevguherînê hebe jî ev nirxê bihevguherînê ne di wê astê de ye ku li ser çalakiyên kolektîf ên kooperatîfê serwer be, wan domîne bike. Lê belê kooperatîfeke ku yekser têkiliya wê bi civakê re nîne, ji bo pêdiviyeke yan jî nirxekî bikaranînê yê hevpar hatiye diyarkirin, berheman hilnaberîne, xwe bisipêre kar û xebata kolektîf jî wê kêliya ku neçar bimîne berhema wê hilberandiye di şert û mercên bazara (piyaseya) kapîtalîst bifiroşe, nirxê bihevguherînê li ser wê serwer dibe. Ji ber vê yekê peywendiya li Rojava di navbera kooperatîf û komunan de hatiye danîn, heyatî ye di warê avakirina hêzeke antîkapîtalîst û avakirina aboriyeke welê de ya ku xwe disipêre nirxê bikaranînê. Ev peywendî dikarin bi du awayan bin. Dibe ku serê pêşî civak hebe û kooperatîfa wê civakê ji bo pêdiviyên xwe ava kiriye paşê çêbe (ji komunê ber bi kooperatîfê ve). Lê ew dikare her wiha serê pêşî kooperatîfek be ya ku ji civakê xweser hatiye avakirin û paşê ji bo ku xwe ji serweriya nirxê bihevguherînê rizgar bike civaka xwe jî ava kiribe (ji kooperatîfê ber bi komunê ve). Wexta ku kooperatîf bi civakê re têkiliya xwe datînin, vê yekê li ser esasê hilberandina pêdiviyên kolektîf bikin, hingê kooperatîf wê êdî ne tenê yekeyên hilberandinê bin, ev yek wê kooperatîfvaniyê veguherîne peywendiyeke civakî. Aboriya civakî jî esas birêxistinkirina vê bi xwe ye.[1]