Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Weqfa Kinyaz Îbrahîm, Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev, xelata Kurmetê a Serokkomariya Qazaxistanê wergirt.
Rewşenbîrê Kurd ê ku li Qazaxistanê dijî Serokê Weqfa Kinyaz Îbrahîm, Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev bi xelata taybet a “Kurmet/Rêzgirtin” a Serokomariyê ku li welêt xelata herî bi prestîj e hat xelatkirin.
Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev beşdarî bultena Rûdawê bû û got ku ji sala 1993’an vir ve Xelata Taybet a Serokomar Kurmet ji bo kesên ku li Qazaxistanê yekîtî û biratiya gelan xurt kirine û di warê aborî, zanistî û hunerî de xizmeta welatê xwe kirine tê dayîn.
Mîrzoyev destnîşan kir ku xelat cara ewil ji aliyê Serokkomar Nazarbayev ve hatiye dayîn û her sal bûye kevneşopî ku kesê ku xizmeta herî baş dike hêjayî xelatê tê dîtin.
Herwiha Mîrzoyev da zanîn ku ew sêyemîn Kurd e li Qazaxistanê ku bi vê xelatê tê xelatkirin.
Wergirtina vê xelatê di nava #Kurdên Qazaxistan# û Kurdên welatên Sovyeta berê de bû cihê kêfxweşiyê.[1]