Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Melke el-Şêx a ji #Qamişlo# ya #Rojavayê Kurdistan#î di pêşbirka karateyê de li ser asta Sûriyê bû duyem.
Di qaremaniya karateyê de ku zêdetirî 1200 lîstikvan ji seranserê Sûriyê beşdar bûn, Keça Kurd Melex el-Şêx li ser asta Sûriyê bû duyem.
Melke el-Şêx heta niha hejmareke zêde ya qaremaniyên parêzgehên Sûriyê bidest xistine, berî niha jî madalyaya Bronz jî li ser asta Sûriyê bidest xistuibû.
Keça Kurd Melke el-Şêx beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê serkeftina xwe de bersiva pirsên Dildar Herkî da.
Melke el-Şêx da zanîn ku wê berî 5 salan dest bi karateyê kiriye û malbata wê jî gelek piştgiriya wê kiriye û got “Xwişka min a şehîd jî vê lîstikê dilîst û min jî şopa wê girt. Rahênerên min gelek alîkariya min kirin heta ku min gihandin vê astê û ez bi ser ketim bû duyem. Berî çen salan jî min li Şamê madalyaya yekêmîn stend.”
Keça Kurd derbarê xwişka xwe de jî wiha got “Xwişaka min di 2013an de çû û di 2018an de jî şehîd ket. Ew jî karate dilîst. Bavê min ji min re got şopa wê bigre û kêfa min jî ji vê lîstikê re dihat û min jî şopa wê girt û bi xêra malbat û rahênerê min ez gihîştim vê astê.”
Melke el-Şêx ji bajarê Qamişlo ye Rojavayê Kurdistanê ye û temenê wê 16 salî ye. Qaremaniya Karatê li bajarê Şamê di rojên di navbera 26 -30 vê mehê de birêve çû. Melke Şêx duyem derket, sala bûrî jî di heman qaremaniyê de yekem derketibû.[1]