Hewlêr (Rûdaw) - Şivanê ku roja 06.09.2022ê li gundê Narênê yê ser bi sînorê Kifrî ve winda bûbû û piştre hatibû ragihandin ku ji aliyê #DAIŞ#ê ve hatiye revandin, roja Înê hat berdan û vegeriya nav malbata xwe.
Roja Duşemê 06-09-2022, demjimêr 17:30ê piştî nîvro, Sebah Nûrî ligel çend şivanan bû, lê Sebah wê êvarê winda bû.
Roja Înê 04.11.2022 Rehîm Ezîz apê Sebah di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Ev 2 meh in em li bendê ne û li gel çekdarên DAIŞê danûstandinan dikin, destpêkê 100 hezar dolar xwestin, lê bi 50 hezar dolarî razî bûn û îşev piştî nimêja êşayê hat azadkirin.”
Li gundê Narênê di nava sê salan de ev sêyemîn revandina mirovan e. Yek bi kefaleta 57 hezar û 500 dolarî hat berdanyekî din hat kuştin û Sabah Nûrî jî îşev bi kefaleta 50 hezar dolarî hat berdan.[1]