Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Çêrmûg
Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 77 gund
Navê nîştecihan çêrmûgî
Gelhe (2008) 50.961 kes
Rûerd 1.032 km2
Berbelavî 49,4 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 17.520 kes
Koordînat 38°8′9″Bk 39°27′1″Rh
Bilindayî 680 m
Koda postayê 21600
Koda telefonê (+90) 412
#Çêrmûg# (bi tirkî: #Çermik#) yek ji navçeyên Amedê ye. Rûber 1.032 km², bilindahî ji rûyê avê 700 m ye. 90 km li bakur-rojavayê Amedê dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000î hejmara navendê 16.056 û bi giştî jî 45.570 e.
Çêrmûg, Çêrmik, Çermik û Aberne navên di qeydên dîrokî de ne. Dîroka herêmê heya dema hûrî - mîttanî tê zanîn (b.z. 3500 - 1260). Çêrmûg navê xwe ji Çêrmûgên li herêmê digire. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Aboriya herêmê bi giranî li ser turîzma Çêrmugan e. Salê li dora 350.000 hezar kes çêrmûgen xwezayî yên herêmê ziyaret dike. Herwekî xwedîkirina ajalan û çandinî jî heye. 76 gund û 41 mezre girêdayi Çêrmûgê ne. Nifus bi tevayî ji kurdan pêk tê. Kurdên herêmê bi zaraveyê kurmancî û dimilî diaxivin.
Wargehên turîstîk yên navçeyê
Şelaleya Şêxanê Dedan (bi tirkî: Şeyhandede)
Pireya Xabûrmanê
Mizgefta Kabûnî (bi tirkî: Ulu Cami)
Çêrmûga Belqisê (Çermik Kaplicasi)
Kela Çêrmûgê (ji dema Medan)
Kaniya Xanimê (ji dema Medan, paşê gelek caran hatiye nûkirin)
Kaniya Bandîzade
Kaniya Şîr
Kaniya Kalo (bi tirkî: Ali Dede)
Kaniyên dîrokî yên (Pîro, Kayme, Avdest, Çirik, Aşûr, Xorafind, Mîrza, Babko û hwd)
Medreseya Evdila Paşa - Şêrko)
Qesra Began
Tekkeya Sêkinan
Sînegoga Cihûyan
Dêra Aşûriyan
Navdarên Çêrmûgê[1]