Navê pirtûkê: Namûsa Êmo
Navê nivîskar: Şahînê Bekirê Soreklî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Haykurd
Sala çapê: 1994
Bihar e, ro di kûraniya asîmên de pesna xwe didêye, şax û newal bi rengên cuda xemilîne, sapê gênim û cê li çongan e û hilma bayê honik bi bîna kulîlk û gîhayê Kurdistanê avis bûye.
Li paş gund keçeke gundî li ber şeş-heft berxan e, bi çoçikê xwe pîvok û kerengan li vir û li wir ji erdê derdixêye. Navê keçê Sosin e, ya ku ji panzdehan dihere şanzdehan e. Bejina wê wek şitla dareke sêvê ye; çavên wê reşbelek in, wek yên xezalan in; lêvên wê sor in, di rengê gulê de ne; memikên wê guloberîn, ne biçûk û ne mezin in, wek du henarên bajarê Rihayê ne; guliyên wê reş-moravîn in, li navê ne û di hundir dilê wê de hêlûna şahiyê xwe bi cîh kiriye; Sosin straneke evînê pêşkêşî kewik û çivîkan dikêye, da ku dengê wê û wan bibin yek û goraniya rindî û xweşiyê bidin rojeke ji yên biharê. [1]