Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 10 koçberên ku di navbera Cezayir û Îspanyayê de xeniqî bûn û ku 8 ji wan bajarê #Kobanî# ya #Rojavayê Kurdistanê# ne, ji Cezayirê ji bo Qeterê hatin şandin. Piştre dê cenaze ji bo Libnanê û ji wir jî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên şandin.
Îro serê sibehê, cenazeyên koçberan ji bajarên Wehran û Mist Xanim bo bajarê Cezayirê hatin veguhestin û danê êvarê ji Cezayirê bo Qeterê hatin şandin.
Li gorî zanyarî û dîmenên taybet ku ji Cezayirê bo Rûdawê hatin şandin dê destpêkê cenaze bi transît bibin Qeterê û piştre bo Beyrûtê bên vegustin da ku ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên şandin.
Karkerekî Kurd ê ji Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Ehmed Hemo ji bajarê Bealbek a Libnanê beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rohava bû û di derbarê vegeranina cenazeyan de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Ehmed Hemo da zanîn ku dê cenaze îşev demjimêr 03:00an de ji Qeterê bigihîjin Beyrûtê û wan belgeyên pewîst amade kirine ji bo ku cenazeyan wergirin û piştre jî derbasî sînorê Sûriyê bikin.
Herwiha Hemo diyar kir ku kesûkarên qurbaniyan jî dê bên Libnanê û weke Kurdên Libnanê ew jî dê herin pêşwaziyê li cenazeyan bikin û got “Çi pêwîst be em dê li gorî derfetên xwe bi wan re bin.”
Li aliyê din Hemo tekez kir ji ber ku cenaze dê derengê şevê saet 03:00an de bigihîjin Beyrûtê, ew dê nikaribin îşev cenazeyan werbigrin lê dibe ku sibê derdora 9-10an cenazeyan werbigrin.
Ehmed Hemo got jî ji bo wergirtina cenazeyan wî hemû belgeyan amade kirine heta niha ti pirsgirêk tinin.
Rojên 3 û 4ê meha borî, du belemên koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di navbera Cezayir û Ispanya de binav bûbûn, cenazeyên 12 koçbaran hatin dîtin û hîn jî çarenivîsa 5 koçberên ji Kobanî ne diyar e.[1]