Navê pirtûkê: Mehkûm
Navê Nivîskar: Muhemmed Elî Kut
Navê weşanxane: Nefel
Cih û sala çapkirinê: Stockholm,2002
Beşa pirtûkê: Dikeve bin sîwana pirsgirêkên civakî yên serdestiya civakê û serdestiya kesên dewlemend li ser kesên belangaz tê vegotin. Kurteya pirtûkê: Bê guman ev pirtûk li ser çardeh çîrokan radiweste. 1. Serûpê 2. Bavf 3. Dilê dê 4. Mehkûm 5. Ez û heykel 6. Keçika piçûk 7. Ken 8. Xewneke şeva zivistanê 9. Reşbelek 10. Tabût 11. Terorîst 12. Teyrekî zêrîn 13. Tirşikçî. 14. Dilop.
Dema ku mirov naveroka vê pirtûkê dixwîne, bê guman tiştê ku yekem car li pêş çavê mirov diyar dibe, ew e ku rewşa gelekî bindest ji me re vedibêje. Di heman demê de em rastî gelê xwe tên çawa gelên me di salên 1900- 2000 li bakurê kurdistanê jiyaye û di bin çi zor û zehmetiyan de bûn, çimkî di gelek çîrokan de diyar dibe serdestiya dewletê li ser gel bo nûmen e, di çîroka Bavfil de Maryem keseke Mesîhî ye, lê ji ber ku di dewleta Osmaniyan de jiyan dike hemû malbata wê li dêrê dikujin û ew neçar dibe ku navê xwe bike Emîne û bibe yeke misliman, ji xwe tê diyarkirin bê çiqas ev pirtûk realîsta civakê li ber çavê me rêz dike, ji bilî vê, em rastî pirsgirêkên civakên tên wek çavbirç û xapandin hwd.
Di dawiyê de, em rast tên ku ew serdestiya dewleta Turk ku li ser gelê kurd kiriye, nivîskar dixweze bi me bide nasîn.
Kurteya çîroka serûpê:
Di destpêkê de, Gemşo ku xwediyê malê bû, ji bo ku debara mala xwe bike qesabiya bi qerqolê re dike û heqdestê wî jî serûpiyekî didin wî.
Tê mal Nûrê ku hevjîna wî ye, amedekariya çêkirina serûpê kiriye, Gemşo tê mal, lê bi hêrs e, ji ber ku Ehmed, derdora mehekê li dora Çawiş re diçe û tê, dixweze kar ji dest bibe bi gilozek paketên semsom karê wî ji dest digire. Êvarê ew li ser niviyan e, ji hevjîna xwe re dibêje û sibehê gilozek paketên semsom ji dikanê deyn dike û diçe qereqolê lê li wir dibîne ku Ehmed berê cihê xwe çêkiriye û ew jî bêyî paketan vedigere, lê di rê de li ser deynê dikanê dihezire.[1]