Ji bo ku sûd ji axên çandiniyê wergirin û destekdayina #aboriya civakî# bê kirin û herêm bighêje asta xwetêrkirinê, Koperatîfa Aborî ya Jinan a Tirbespiyê dest bi çandina 20 donim bi sebzeyên zivistanê kir.
Bi gaveke ku xwetêrkirinê pêk bîne û berhemdana herêmê bi pêş bixe, Koperatîfên jinan li Tirbespiyê ya Qamişloyê hewl dide sûdê di dirêjahiya sale de ji zeviyên çandiniyê wergire û bi hemû cureyên çandinî û sebzeyên havîn û zivistanê biçîne. Ji ber li herêmê ji aliyê hikumeta Şamê ve, her wiha ji aliyê dewleta Tirk a dagirekr û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve dorpêç hatiye ferzkirin.
Koperatîfa bajarokê Hilwe ku 6 jin tê de dixebitin dest bi çandina 20 donim ji eslê 220 donimên girêdayî aboriya jinan bi sebzeyên zivistan, peqle; ji peqle, xes, pîvaz û sîran kir. Her wiha 220 donimên girêdayî aboriya jinan di dirêjahiya sale de bi çandiniyên curbecur tê çandin.
Her du koperastif li bajarokên Maşûqa û Hilwe yên Tirbespiyê ya Qamişloyê hatin damezrandin û tê de 26 jin hene û nêzî 970 donim ji genim, ceh, peqle û cureyên mîna giznîj û kemûn û sebzeyên zivistanê diçînin û çandine.
Ev proje û koperatîfên jinan xizmetî aboriya civakî li dijî kapîtalîzma keysbazî û endustirî dike û projeyên ku pirsgirêkên aboriya jinan çareser dikin bi pêş dixin. Her wiha armanca van proje û koperatîfan rola jinan di derbaskirina bêkariyê de aktîf bike.
Hekîme Mihemed Hisên ku di koperatîfa Hilwe de kar dike destnîşan kir ku van projeyan ji wan re derfetên cuda vekirin, bi wê re aboriya wan bi pêş xistin û tev li projeyên pêşxistina aboriya civakî bûn.
Hekîme anî ziman ku ew gelek sebzeyên zivistanê mîna xes, peqle, pîvaz û sîran diçînin û di navbera xwe de karên çavdêriyê li zeviyan û çîninê heta kêliya firotina li sûkan dikin.
PÊŞXISTINA ABORIYA CIVAKÊ
Li gorî rêvberiyên koperatîfa aboriya jinan li Tirbespiyê, ew hewl didin di demên pêş de bi rêya zêdekirina rûbera çandiniyê û hejmara jinan tê de xebata her du koperatîfan bi pêş bixin.
Buşra Xelef a di koperatîfa Hilwe de beşdar e destnîşan kir ku karkirina di zeviyan de xwedî roleke mezin di pêşxistina aboriya civakê de ye û derfetan li pêş jinan vedike ku aboriya xwe û civakê bi pêş bixin û wiha got: Projeya aboriya jinan derfetên kar ji gelek jinan re vekirin.
Buşra Xelef di dawiyê de got ew hewl didin rûberên çandiniyê û hejmara jinên beşdar di demên bê de zêde bikin û diyar kir ku ew sebzeyên li sûkan difiroşin paqij in.[1]