Bi hezaran şêniyên #Kobanê# 9 cenazeyên penaberên ku li beravên bajarê Wehranê yê Cezaîrê di Cotmeha borî de noq bûbûn, pêşwaz kirin.
Bi hezaran şêniyên ji gund û bajarokên Kobanê ji vê sibehê de li nêzî pira Qereqozaqê ya li ser çemê Firatê kom bûn ku cenazeyên 9 penaberan ku bûne qurbaniyên penabertiyê pêşwaz bikin.
Cenaze saet di 16:00′an de gihaştin naverasta Kobanê û veguhastina gund û bajarokên cuda ku malbatên wan veşêrin.
Rêveberiya Xweser lêçûna cenazeyan ji Cezaîrê heta bi Dewha û ji wir jî ber bi Lubnan û Sûriyê ve da.
Şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Minbic û herêma Firatê vê sibehê cenazeyên qurbaniyan ji nêzî deriyê Tayhe yê li Minbicê piştî derbasbûna wan di herêmên hikumeta Şamê re pêşwaz kirin.
Li gorî qeydên Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.
Di 3′yê Cotmeha borî de keştiyek ku tê de penaber hebûn, li beravên Cezayîrê noq bûbû, di encamê de 18 kesan ku piranî sûrî bûn, di nav de jî 9 kesên ji Kobanê, noq bûn.[1]