Zana Roj / Şehba
Di bin dirûşmeya `Na, ji nêzîkbûna her du rêjîmên Turkiyê û Şamê bi terorîstên Cebhet Tehrîr EL Şam re, Erê ji ji Sûriye demokratîk re` Meclîsa Suriya Demokratîk li herêma Şehbayê komxebatek li dar xist.
Îro li navçeya Farfînê ya herêma Şehbayê, ji aliyê Meclîsa Sûriya Demokratîk û partiyên heyî yên li herêma Şehbayê , li ser asta Efrîn û Şehbayê komxebatek hat lidarxistin. Bi dehan ji partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, her wiha mêvanên ji bajarên Heleb, Homos, Tartos û Latkiyê tê de beşdar bûn.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin, bernameya komxebatê hat xwendin, Sînevêzyon di derbarê rastiya El Nûsra de hat pêşkêşkirin û xalên ku di komxebatê de hatine destgirtin wiha bûn:
1-Rastiya dewleta Tirk û terorîstên Cebhet Tehrîr EL Şam.
2-Bandora nêzîkatiya hikumeta Şamê û Tirkiyê bi terorîstên Cebhet Tehrîr EL Şam re li ser rewşa Sûriyê.
3-helwesta gelê Sûriyê û civaka navneteweyî li hemberî Cebhet Tehrîr EL Şam.
Herwiha fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî bi riya zomê tevlî komxebatê bû.
Mezlûm Ebdê diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ya Li Sûriyê, pirsgirêka dagirkeriyê ye û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze li ser esasê ku çareserî ji aloziya Sûriyê re nêyê dîtin, kar dike. Ev 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn, Tirkiyê di hundirê Efrînê de tu kiriyarek nemirovî nema ku nekiriye.
Plana dewleta Tirk ya sereke ku komên çete bi raya giştî bide qebûlkirin.”
Ebdê da xuyakirin ku di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de lihevhantin hatine pêkanîn û wiha domand: “Tiştê ku diha tê çêkirin pilaneke dewleta Tirk e. Çi guhartin wê werin çêkirin ? Divê em baş binirxînin, divê em stratejiya dewleta Tirk a ji bo alîkariya çeteyên terorîst , ji tevahî cîhanê re îsbat bikin. Divê em zêdetir Efrîn bikin rojev û zextê li ser hêzên navnetewî bikin.”
fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî tekez kir ku pêşeroja Sûriyê wê Rêveberiya Xweser be û bi wê re wê îstîqrar çêbibe û wiha got: “Derveyî lihevkirinekê di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, TU çareserî ji Sûriyê re tune ye. Ger lihe kirinek were çêkirin wê rewşa siyasî bi tavahî were guhartin.”
her wiha herî dawî wê daxuyaniyê encama komxebatê were pêşkêş kirin[1]