Diyarname
Li Herêma Kurdistana Federe divê 1’ê meha kewçêrê hilbijartin li dar biketa, ji ber ku 4 salên xwe temam kirin. Lê roja 9’ê kewçêrê li Parlemena Kurdistanê biryar hat girtin ku hilbijartin salek din bi paş ve bê xistin. Ji wê rojê de li Parlemena Kurdistanê nîqaş heye û hin kom û partiyên li parlemenê nerazîbûn nîşan didin. Hin ji wan îro ji parlemenê vekişiyan.
Li gor daxuyaniya hat belavkirin 12 parlementeran îro îstîfaya xwe pêşkêş kirin û ji Parlemena Kurdistanê vekişiyan. Ji van 5 jê endamên Komelê (Koma Edaleta Kurdistanê), 5 jê endamên Goranê ne.
'MEŞRÛBÛNA PARLEMENÊ BI DAWÎ BÛYE'
Serokê Koma Komelê ya li Parlemenê Abdulstar Mecîd di civîna çapemeniyê de got, “Çawa ku dema Parlemena Herêma Kurdistanê temam bûye, dema Hikumeta Herêma Kurdistanê jî temam bûye, ya meclisên bajaran û komîsyona hilbijartinê jî. Hemû saziyên di bin banê Hikumeta Herêma Kurdistanê de niha meşrûbûna wan bi dawî bûye. Ji ber dema peywira parlemenê temam bûye em ji parlemenê vedikişin û parlemenê boykot dikin.”
GELEK CARAN BI PAŞ VE XISTIN
Roja 9’ê kewçêra 2022’yan li Parlemena Herêma Kurdistanê biryar hat girtin ku hilbijartinê salek bi paş ve bixin. Di parlemenê de 111 kursî heye, bi dengdana 80 endamên parlemenê hilbijartin ji bo 31’ê berfanbara 2023’yan hat bi paş ve xistin. Di hilbijartinên berê de jî parlemenê wisa hilbijartin bi paş ve xistibûn û di dema xwe de çênekiribûn. Di sala 2017’an de di dema xwe de hilbijartin çênekirin û 8 mehan bi paş ve xistin û di sala 2018’an de hilbijartin çêkirin
Di sala 2013’yan de jî hilbijartin di dema xwe de çênekirin û hilbijartin bi paş ve xistibûn. Her wiha hilbijartina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê jî demên berê di dema xwe de çênebû û bi paş ve hat xistin.[1]