Diyarname
Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê de Pêşbaziya Kurtebelgefîlman jî heye. 10 belgefîlmên li ser edaletê di vê beşê de ji bo bidestxistina Mêzîna Zêrîn dê bikevin pêşbaziyê. Ji van 5 belgefîlm ji Tirkiyeyê ne û 5’ên din jî ji welatên din hatine.
Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal 12’emîn car li Stenbola Tirkiyeyê li dar dikeve û ligel Pêşbaziya Kurtebelgefîlman, Pêşbaziya Kurtefîlman û Pêşbaziya Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj jî heye.
Ji belgefîlmên di nav pêşbaziyê de belgefîlmê derhêner Muhammet Beyazdag ê bi navê “Her Şey Yolunda” (Her tişt baş e) bi tirkî-kurdî ye. Beyazdag li Mûşê, li ser keçeke kurd a 12 salî belgefîlmê xwe kişandiye.
Ji belgefîlmên din derhêner Ezel Avci bi “Olum Kazasi” (Qezaya Mirinê) temaşevanan dibe Elbistanê û balê dikişhine ser termîk santralê. Derhêner Mehtap Şamiloglu jî di belgefîlmê xwe “Sede” de berê temaşevanan dide ser çîroka jinek bi navê Sede ku li gundemî Qersê dijî.
Va ne hemû kurtebelgefîlmên di pêşbaziyê de:
- Aşılmayan Duvarlar / Impenetrable Walls – Derhêner Tolga Oskar
- Bir Atin Duşu / The Dream of a Horse – Derhêner Marjan Khosravi
- Çile / The Ordeal – Derhêner Rosa
- Her Şey Yolunda / Everything is Fine – Derhêner Muhammet Beyazdag
- Olum Kozasi / Cocoon of Death – Derhêner Ezel Avci
- Sede / Sede – Derhêner Mehtap Şamiloglu
- SİYAH İsa Adaletten Uzak / The BLACK ChristS. Far From Justice – Derhêner Monica Manganelli
- Var Olan Şiddet Yok / Existing Violences Do Not Exist – Derhêner Matthieu Ponchel
- Yapacagim / I will Make It – Derhêner Loreto Saiz, Corentin Barrial
- Zeytinligin Ardi / Behind the Olive Grove – Derhêner Mervan Serhat Sarişin
Sede belgefîlmekî bêdiyalog e ku ji aliyê derhêner Mehtap Şamiloglu ve hatiye kişandin.[1]