Hunermendên Kurd, ji bo bîranîna 17 #gerîla#yên ku di êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, klîbek amade kirin.
Di pêşengiya yek ji damezrînerê Koma Amed Merdan Zirav û ji bo bîranîna 17 gerîlayên bi gaza kîmyewî şehîd bûne ji aliyê komek hunermend ve stranek hate gotin.
Strana bi zaravayê Hewramî ku gerîla beriya bi gaza kîmyewî şehîd bikeve di şikeftekê de digot, piştî şehadeta 17 gerîlayan ji raya giştî re hatibû parve kirin.
Hunermendên ku di bandora wê gerîlayê de man xwestin dengê xwe tevlî dengê wê gerîlayê bikin û bi vê stranê peyamekê bidin.
Hunermendên ku bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya pergala navneteweyî hatin ba hev strana ku gerîlaya şehîd digot ji bo bîranîna 17 gerîlayan xwendin.
Hunermendan bi vê helwesta xwe dane xuyakirin ku ne stran ne jî têkoşîn wê qet nesekine.
Stran di Med Muzîk Tv û qenala wê ya Youtube de kete weşanê.[1]