Bi sedan şêniyên #Qamişlo# beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Xalid Temê (Sîpan Karakoçan) bûn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Bi sedan şêniyên navçeyên Qamişlo; Girkê Legê, Til Hemîs û Tirbespiyê, nûnerên ji partiyan, saziyên civaka sivîl berê xwe da gundê Digrê yê li rojhilatê Tirbespiyê da ku beşdarî merasîm şehîd Xalid Temê bibin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbsepiyê Nûredîn Şakir axivî û pesna berxwedana hêzên gerîla li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk û sûcên wê rexne kir.
Li aliyekî din, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD′ê ya Qamişloyê Mihemed Zêdan îşaret bi têkiliyên di navbera pêkhateyan û rola wan di bersivdana êrişên dagirkeran de kir û soz da ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin, ewlehî û îstîqrara li herêmê pêk bînin.
Endamê rêveber ê Meclisa navçeya Girkê Legê jî Fûad Sedî bang kir ku têkoşînê bilind bikin û ji bo pêkanîna azadiyê li ber xwe bidin.
Her wiha endama rêveber a Kongra Star a Tirbespiyê Asya Cuma wiha got: Dagirkeriya Tirk piştî di aliyên leşkerî û siyasî li Sûriyê û Iraqê de bi bin ket li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne.
Apê şehîd Xalif Temê, Fener Temê jî wiha got: Em ê berxwedanê dewam bikin, bi têkoşînê ve girêdayî bin û heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bin.
Li dawiyê jî wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.[1]