Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoya Swêdayê Hakan Svenneling diyar kir ku ew ji perspektîfên dawîn ên hikumeta nû û ketina bin şantaja dewleta Tirk ne razî ye.
Duh, 10′ê Mijdarê şandeyeke ji #Rêveberiya Xweser# a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser a li Ewropa Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser li dewletên Scandinavia Şiyar Elî, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoya Swêdê û serokê Komîteya Têkiliyên Derve di Partiya Çepgir a Swêdê de Hakan Svenneling pêk dihat, li hev civîn. Ew li navenda nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Stockholmê li hev civiyan.
Her du aliyan di civînê de nêrînên der bare gelek mijarên girîng ên hevbeş nîqaş kirin, bi taybet li ser bandorên îmzekirina muzakeriya lihevkirinê di navbera Swêd, Finlandiya û dewleta Tirk a Hezîrana borî de. Ew muzakere li ser xwesteka Swêd û Finlandiya ya tevlêbûna li NATO′yê hate îmzekirin. Ji wê zêdetir jî li ser daxuyaniya wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Bellstrom ku desteka YPG û PYD′ê nake hatin nîqaşkirin. Ev yek tewandina serî ji dewleta Tirk re ye û ne li gorî nirxên demokrasî û helwesta Swêda ya piştgiriya gelên bindest e. Vê yekê li cem gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mixabîniya hêviyê çêkir.
Şandeya Rêveberiya Xweser têgihîştina xwe ji biryara Swêdaya ya tevlêbûna li NATO′yê re nîşan da; ji ber bandorên krîza di navbera Rûsya û Ukraynayê de. Şandeyê diyar kir ku divê ev yek ne li ser hesabê gelê Kurd be ku ji bo demokrasî û pêkanîna aştî û ewlehiyê tê dikoşe û gelek fedekarî li hember çeteyên DAIŞ′ê de dan. Tê zanîn Swêda yek ji dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de ye.
Ebdulkerîm Omer ji ajansa me re li ser civînê wiha axivî: Têkilî bi gelek dewletan re hatin pêşxistin û geşkirin, ji wan jî Swêda ku beriya hemû dewletan destek li ser bingeha astengiyên hevbeş da. Şandeyê banga pêwîstiya xebata li nava parlamentoyê kir ku jinûve helwesta hikumeta nû ya Swêdayê di ber çavan re bigirin. Ji ber ev na layiqî dîroka têkiliya di nava gelê Swêda û gelê Kurd de ye.
Omer destnîşan kir ku Hakan Svenneling fedekariyên ku gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terora cîhanê pêşkêş kirine bi nirx dîtin û helwesteke zelal û dijber ji muzakereya lihevkirinê ya li Madrîdê hatiye îmzekirin nîşan da. Her wiha nerazîbûnên xwe li ser perspektîfên dawî yên hikumeta nû ya Swêda û ketina bin şantaja dewleta Tirk anî ziman. Hakan Svenneling teqez kir ku dê li hundirê parlamentoyê bi partiyên din re bixebitin ku hikumeta li ser helwestên wê yên dawî bêyî vegera li parlamentoyê hesab bixwazin û teqezî bi helwesta xwe ya piştgiriya Rêveberiya Xweser û gelê Kurd kir.
Her wiha şande bi endamên Însiyatîfa Civata Sivîl a Kurdistanê-Swêdayê re civiya, ew jî Omer Şêxmûs, Kirdo Baksî, Naîle Aras, Ehmed Iskenderî, Bêrkes Horanî, Ridwan Alton û Mîr Hem in.[1]