Di salvegera 3ʹyemîn de, şehîdên êrişa li kolana Wehda ya sûka bajarê
QamişloQamişlo hatin bibîranîn.
11ʹê Mijdara 2019ʹan li Kolana Wehda ya bajarê Qamişlo bi erebeyeke bombebarkirî êrişek hat kirin. Di encamê de 5 kes şehîd bûn; (koordînatorê çalakiyê yê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma
CizîrCizîrê Xalid Mihemed, nûçegihana Şaredariya Gel a Qamişlo Zozan Şêxo, Medîna Mihemed, Amir El Elî, zarokê bi navê Nûbar Îbrahîm), her wiha bi kêmanî 20 kes birîndar bûn. Cenazeyên şehîd Amir El Elî, Medîna Mihemed, Zozan Şêxo û Nûbar Îbrahîm li goristana şehîdên sivîl a li bajarê Qamişlo hatibûn veşartin. Cenazeyê şehîd Xalid Mihemed li Goristana Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê hat veşartin.
Di salvegera sêyemîn de şehîdên teqînê li goristana şehîdên sivîl a Qamişlo ji aliyê dehan kesî ve hatin bibîranîn.
Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo Emel Şemdîn axivî û got: Di kesayeta van şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Van şehîdan mohra xwe li ked û têkoşîna di nava saziyên Rêveberiya Xweser de xistin. Teqîna ku çêbû, yek ji rêze sûcên komên çete û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wan ên têkbirina projeya neteweya demokratîk e.
Emel Şemdî soza şopandina xeta şehîdan da û got: Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin.
Merasîm bi derzkirina dirûşmên Şehîd namirin bi dawî bû.
[1]
AN